HPG: Li Şemzînanê bi kêmanî 2 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Şemzînanê daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya li Şemzînanê daxuyaniyek belav kir. HPG’ê diyar kir ku di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne. HPG’ê diyar kir ku li dijî qadên Herêmên Parastinê yên Medyayê jî bomberdûman hatiye kirin.

Daxuyaniya HPG’ê wisa ye:

2 LEŞKER HATIN KUŞTIN, 2 LEŞKER JÎ BIRÎNDAR BÛN

“Di 1’ê Sibatê de saet di 14.00’an de hêzên me li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker a ku li Girê Kanîreş ê Şemzînana Colemêrgê çalakiyek li dar xistiye. Hêzên me bi awayekî xurt li çeper û konteynirên dijmin dane. Li gorî agahiyan 2 leşker hatine kuştin, 2 leşker jî birîndar bûne lê hejmara leşkerên mirî û birîndar zêdetir in. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi obus û topan li qadê daye û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopteran ji qadê derxistiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 1’ê Sibatê de saet di 23.00’an de balefirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Girê Sîro û qada Werxelê yê Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kiriye.

Di 2’ê Sibatê saet di 13.00 û 14.45’an de jî balefirên şer qadên Şikefta Birîndara û qada Şehîd Rustem a Zapê bomberdûman kiriye.”