HPG: Li Şemzînan, Besta û Sîlopiyê 12 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG û YJA-Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî de li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî li dar xistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 12 leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker û êrîşên hewayî daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 12 leşkerên artêşa Tirk hatine kuştin.
Berfirehiya daxuyaniya HPG’ê wiha ye;
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzeçalakî li dar xistin. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI ŞEMZÎNANÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE RÛXANDIN; 4 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 25’ê Tîrmehê saet 13:00’an hêzên me yên YJA-Strarê li dijî wesayîta leşkerî ya ku ji qereqola Bezelê ya navçeya Şemzînan a Colemêrgê ber bi qereqola Gemanê ve diçî bi tektîka sabotajê çalakî li dar xist. Di vê çalakiyê de wesayît hate rûxandin yek jê payebilind bi giştî 4 leşkerên dijmin hatine kuştin.

LI GIRÊ ŞEHÎD SARYA Û GIRÊ ŞEHÎD BOTAN YÊN XAKURKÊ 2 LEŞKER HATE KUŞTIN
Roja 26’ê Tîrmehê saet 17:20’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Sarya ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bicih bûbûn çalakiyek li dar xist. Bi serketî li yekîneya dijmin a li gir hate xistin, leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Roja 27’ê Tîrmehê (îro) saet 02:30’an hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li Girê Şehîd Botan a herêma Xakurkê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin û di çalakiyê de leşkerek hate kuştin.
Yekîneya me ya çalakî li dar xistî bi silametî gihişte baregeha xwe.
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever ku li Botanê didome de, li dijî artêşa TC’ê ya dagirker rêzêçalakiyên bi bandor li dar xist. Agahiyên têkildarî çalakiyan wiha ne;

LI HERÊMA BESTA A BOTANÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 24’ê Tîrmehê hêzên me li herêma Berê Pirê yê Besta Meryemê ya herêma Besta a Botanê yekîneyeke veşartî ya artêşa TC’ê ya dagirker xistin bin kontrola xwe. Hêzên me demekê yekîneya dijmin xistin bin kontrola xwe û heman rojê saet 17:00’an bûn hedefa hêzên me. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir.

LI NAVÇEYA SILOPYA YA ŞIRNEXÊ 3 LEŞKER HATIN KUŞTIN
Roja 27’ê Tîrmehê danê nîvro hêzên me li dijî nuqteya kontrolê ya artêşa TC’ê ya dagirker li nêzî gundê Hedît yê navçeya Silopya ya Şirnexê çalakiyek li dar xist. Bi serketî li konteynir, wesayîta zirxî û leşkerên li nuqteya kontrolê hate xistin. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî ya tîpa kobra û konteynîr hate rûxandin, qasî hate tespîtkirin 3 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker rêya Îpkeê heta saetên şevê ji trafîkê re girt.
Yekîneyên me yên ku herdu çalakî li dar xistin bi silametî gihiştin baregehên xwe.

LI HERÊMA ÇERMÊ YA ÇEWLIKÊ 4 GERÎLA ŞEHÎD BÛN
Roja 22’ê Tîrmehê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çermê ya Çewlikê operasyon da destpêkirin. Di operasyonê de hêzên me bi yekîneyeke dijmin re hate pêşberî hev û şer derket. Di şerê giran ê li vê herêmê de gelek leşker hatin kuştin. 4 hevreyên me yên ku bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevreyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ
Roja 26’ê Tîrmehê saetên şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li girê Hakkarî û Kesta ya herêma Metîna ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombeberanê de tiştek bi hêzên me nehatiye.”