HPG: Li Êlkê 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Êlkê ya Şirnexê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakiyek lidarxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de 9 leşkerên Tirk hatine kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuniyek nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

ŞIRNEX

"Hêzên me yên YJA-Star roja 3’ê Îlonê yekîneyeke artêşa TC’ê ya dagirker ku li herêma Deriyê Qaçê ya herêma Kato Jîrka ya navçeya Elkê ya Şirnexê kemîna datînan, xistin bin kontrola xwe. Yekîneyên me demeke yekîneya dijmin xiste bin kontrola xwe û saet 19:00’an di çarçoweya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de bi taktîka kemînê çalakiyek lidarxist. Hêzên me ji sê baskan ve bi xurtî li yekîneya dijmin da qasî hate tespîtkirin 9 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi topên hawan û obusan qada çalakiyê bombebaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

BEDLÎS

Roja 2’ê Îlonê saet 13:00’an balafirên şer û helîkopterên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Geliyê Kesanê yê navçeya Tetwan a Bedlîsê barandin. Çapemeniya şerê taybet ya artêşa TC’ê ya dagirker nûçeyên ku di bombebaranê de windahiyên gerîla çêbûne diweşîne û bi vê re dixwaze şerê pîskolojîk bimeşîne. Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.

HEFTANÎN

Roja 4’ê Îlonê saet 00:10’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Xantûr a herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bombebaranê de 2 hevrêyên me şehîd bûn. Agahiyên têkildarî nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parve kirin.

AVAŞÎN

Roja 5’ê Îlonê saet 10:00’an balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li herêma Werxelê ya herêma Avaşînê barandin. Di vê bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye."