HPG: Li Çelê 6 leşker hatine kuştin

HPG’ê ragihand ku di çalakiya li navçeya Çelê ya Colemêrgê de 6 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyan daxuyaniyek da û diyar kir ku di çalakiya li dijî leşkerên li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê de 6 leşker hatine kuştin. HPG’ê ragihand ku 8’ê Cotmehê hêzên YJA Starê çalakiyeke sekvaniyê kirine û leşkerek hatiye kuştin.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev agahî hatin dayîn:

“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de çalakiyên xwe yên li dijî hêzên dagirker ên Tirk didomîne, di vê çarçoveyê de;

9’ê Cotmehê (îro) saet 09:30’î hêzên me li dijî leşkerên li Girê Koordîne yên girêdayî navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek kirin. Di çalakiya li çeper û leşkerên li gir hate xistin de bi qasî hate zelalkirin 6 leşker hatine kuştin. Artêşa Tirk a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopter, hewan û obûsan qad bombe kirin.

8’ê Cotmehê hêzên me yên YJA Starê saet 13:00’an, li dijî leşkerên li Qereqola Şikêra ya Çelê çalakiyeke sekvaniyê kirin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

Dîsa heman rojê hêzên me yên YJA Star saet 14:40’î li dijî hêzên dagirker ên Tirk ên li Girê Sikêrê Spî ya girêdayî navçeya Şemzînan a Colemêrgê bi cih bibûn çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi awayeke dijwar li çeper û kozikên dijmin hatin xistin de hejmara kuştî û birîndarên leşkeran nehate zelalkirin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

8’ê Cotmehê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker saet 09:30’î li devera Şehîd Rûstem a girêdayî Herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medya, saet 12:30’î li gundê Kunîka li gel Rençberaga, devera Werxelê jî saet 18:30’î bomberdûman kirine. Dîsa heman rojê saet derdorî 19:30’î jî devera Mam Roşo ya girêdayî Herêma Avaşîn bombe kirine.”