Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî li ser çalakiya 10’ê Îlonê, ya bi ser qereqola Rûbarokê, ya li Colemêrg Şemzînanê agahî da.
Agahiya ku HPG’ê derbarê çalakiyê dayî wiha ye:
‘’Di nav qonaxa duyem a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Colemêrg Şemzînanê li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakiyên berfireh pêk anîne.
10’ê Îlonê saet 14.40’î hêzên me bi çalakiyekê qereqola Rûbarokê ji xwe re kirine hedef. Di çalakiyê de 24 rokêt bi karîgerî li mewzî û avahiyên li nav qereqolê xistine. Li avahiyê ku gelek mewzî hatin rûxandin, her wiha li avahiyeke li nav qereqolê şewat derketiye, li gel hemû mudaheleye dijmin jî, avahî 2 saetan şewitiye û tiştek jê nemaye. Gelek leşkerên li qereolê di dema çalakiyê de bi wesayitên qereqolê reviyane û qereqol hiştine.
Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tam tespît nebûne.’’