HPG: Hêzên dagirker derb xwarin, 15 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li dijî hêzên artêşa Tirk ku li xeta Şemzînanê li dijî Başûrê Kurdistanê ketiye hewldana dagirkeriyê çalakî kirine û di encamê de 15 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyan ên li dijî artêşa Tirk ku ji Şemzînana Colemêrgê bi ser Başûrê Kurdistanê de ketiye nav hewldana dagirkeriyê ragihand.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de got, "14’ê Kanûnê artêşa TC’ê ya dagirker ji Şemzînanê ya Colemêrgê bi helîkoptêrên skorskyê leşker danîna ser sînorên Başûrê Kurdistanê û tevgera dagirkirinê daye destpêkirin. Li Başûrê Kurdistanê, li Tepê Siro, Geliyêreş, Kanîreş û gundê Bermizê yên bi ser Diyanayê ve hêzên me li dijî operasyona dagirkeriyê çalakiyên berfireh pêk anîne."

Bi berdewamî hate gotin:

"25’ê Kanûnê saet derdora 04.30’î hêzên me li dijî leşkerên dagirker ên li girê Mawa çalakî kirine. Ji 4 hêlan ve bi ser gir de ku hêzên dijmin lê bi cih bûbûn çalakî hatiye kirin. Di çalakiyê de bi rengekî serkeftî bi RPG-7 û çekên giran li mewzî û leşkerên li gir xistine, di vê çalakiyê de 3 mewzî bi temamî hatine rûxandin, tespîtbûyî 7 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyê leşkerên dijmin gir berdane.

Heman rojê saet 06.45’an hêzên me li Tepê Siro li dijî leşkerên dijmin çalakiyeke serkeftî kirine. Li ser mewziyên dijmin çalakiyeke geş hatiye kirine û tespîtbûyî 8 leşker hatine kuştin.

Di du çalakiyan de 15 leşkerên dijmin hatine kuştin. Piştî çalakiyan artêşa TC’ê ya dagirker saet 09.30’î bi desteka helîkoptêrên kobra ên êrîşê û bi skorskyan mirî û birîndarên xwe rakirine. Hêzên dagirker heta berêvarkî qad dane ber obûs û hawanan, piştre jî bi balafirên şer qada Geliyê Reş bombe kirine."