HPG: Fermandarê fedaiyan Delîl Zagros şehîd bû

HPG’ê diyar kir ku fermandar Delîl Zagros (Cercîs Çaksû) şehîd bûye û got “Yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayê ku şehîd bûye, ev agahî da:

“Hevrêyê me Delîl Zagros ê ku di sala 2022’an de fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bû, di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de şehîd bû. Di bin fermandariya hevrêyê me Delîl de derbên pêşîn û giran li dagirkeran hate xistin û bi mehan destûr nehate dayîn ku dagirkerî bi pêş ve biçe, bi sedan dagirker hatin cezakirin û du helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker hatin desteserkirin û rastiya artêşa Tirk a dagirker derketibû holê û artêşa Tirk a dagirker ji Girê Amêdiyê reviyabû. Hevrê Delîl her dem li pêş bû, fedakarî dikir, bi cesaret û ruhekî fedaî dimeşiya, di pêvajoya berxwedanê de jî roleke dîrokî lîstiye. Hevrê Delîl dema ku hewl dida li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbê li dijmin bixe, di bomberdûmanê de bi giranî birîndar bû lê piştre şehîd bû. Hevrê Delîl fermandariya bi sedan fedaiyan kir û divê eşîra Alan û hemû gelê Kurdistanê bi wî serbilind be. Hevrê Delîl wekî nimûneyeke fedaîtî û şoreşgeriyê û yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye.

Nasnameya hevalê me Delîl Zagros wisa ye:

  Nasnav: Delîl Zagros

  Nav û paşnav: Cercîs Çaksû

  Cihê jidayikbûnê: Wan

  Navê dê û bav: Reyhan - Osman

  Dîrok û cihê şehadetê: 25’ê Tîrmeha 2022’an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Têgeha şehadetê di bîra her civakê de xwedî cihekî girîng e. Lehengên ku di demên herî dijwar ên gelan de rola xwe ya pêşengtiyê bi cih tînin, civakên xwe li hemberî diparêzin û bêyî dudilî ber bi şehadetê ve dimeşin. Ev heqîqet bi felsefeya Rêber Apo hatiya afirandin. Ji ber ku partiya me PKK partiya şehîdan e. Di demên ku tu derfet tunebû, bêhêvîtî li ser qada Kurdistanê serwer bûbû, tovên azadiyê yên Rêber Apo hêşîn bû û hêviya azadiyê dîsa zindî bûye. Dema ku di 18’ê Gulana 1977’an de yek ji pêşengên me yên efsanewî hevrê şehîd Hakî Karer tevlî karwanê şehîdan bû, Rêber Apo bi gotina “xwîn rijiya, veger tune” bingeha PKK’ê danî û partiya me ji destpêkê ve li ser xeta şehîdan bûye hêza tolhildanê ya gelê me. Di dîroka me ya têkoşînê de bi hezaran şehîd hatine dayîn, van şehadetan partiya me qels nekiriye, berevajî wê, partiya me ya ku artêşa nemiran e, têkoşîna xwe û ya gelê me geş kiriye. Ji ber vê yekê Rêber Apo bi gotina, ‘Partiya me partiya şehîdan e û endamên wê yên heqîqî jî şehîd in’ rastiya PKK'ê bi awayekî zelal eşkere kir. Li ser vî esasî şehîdên me, me bi rê ve dibin, dihêlin ku em li ser xwe bin û rêya me ronî dikin.

Hevrêyê me Delîl Zagros ê ku ji biçûkatiya xwe rastiya şehîdên PKK'ê nas kir, li navçeya Şaxê ya Wanê di malbateke welatparêz a ji eşîra Alan de ji dayik bû. Eşîra Alan eşîreke mezin a Kurdistanê ye ku şaxeke konfederasyona eşîrên Ertûşî ye û xwedî li nirxên xwe yên civakî derdikeve. Hevrêyê me Delîl bi çanda ku ji eşîra Alan a qedîm û di derdoreke welatparêz de mezin bû. Hevrê Delîl ku beşek ji Botanê û beşek jî ji Serhatê ye, heta dibistana navîn li navenda Wanê xwend, piştre dev ji dibistanê berda û karkerî kir. Hevrêyê me Delîl ku ciwanekî jêhatî û kedkar e, bi sporê re eleqedar bû û di dema xebatê de demeke dirêj bi fûtbolê lîst. Lê belê ji ber ku dît ku di sîstema dewleta Tirk û saziyên wê yên fermî yên fûtbolê de cihê Kurdên azad nîne, dev ji fûtbolê berda.

Hevrêyê me Delîl ku ji zarokatiya xwe ve PKK nas dikir, di ciwaniya xwe de lêkolîn kir û xwend, di asta rewşenbîrî de tevgera Apoyî nas kir û piştî ku rastiya me ya têkoşînê fêm kir û tevlêbûneke bîrdozî kir. Di sala 2013'an de li Wanê tevlî nava refên gerîla bû, piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Piştî ku perwerdehiya şervanên nû bi serketî qedand, hemû dersên ku dîtiye, bi kûrahî fêm kiriye. Wî soz daye ku dilpakî û taybetiyên Apoyîbûnê bike bingeha kesayetiya xwe. Hevrêyê me Delîl ji kêliya yekemîn a ku di nava PKK’ê de cih girt, ji bo xwe tevlîbûneke asayî qebûl nekir û bi avakirina gerîlayekî serketî, bi îdîaya fermandariya serketî hemû peywirên xwe bi cih anî. Hevrêyê me Delîl bi taybetmendiyên xwe yên kedkar, fedekar, mezinatî, nefsbiçûk û hevaltiyê ve bûye hevrêyekî ku hemû hevrêyên wî jê hez dikirin. Di demeke pir kin de bû fermandar, tavilê berpirsyarî girt ser xwe, her karê ku dest pê kiribû bi tempoyeke bilind temam kir. Ew di jiyanê de bênavber û bêyî rawestan xebitî.

Hevrê Delîl ku di sala yekem a gerîlatiya xwe de pratîkeke bi vî rengî da meşandin, ji bo hîn bêhtir tevlîbûna xwe zêde bike, meşa şoreşê di asta fedaî de bidomîne û gerîlatiyeke serketinê pêk bîne, tevlî Hêzên Taybet bû. Di nav Hêzên Taybet de yek ji fermandarên me yên şehîd Şervan Varto, Bawer Hakkarî û Xelîl Jêhat perwerde stend û xwe da ser rêya fedaîtiyê. Piştî pêvajoya perwerdehiyê  ya Hêzên Taybet tevlî xebatên hesas û krîtîk ên di bin banê Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bû. Ligel fermandariya me ya biryargehê sê salan di gelek xebatan de maye û gelek peywir stendiye.  Di xebatên biryargehê de kedeke mezin daye û roleke girîng lîstiye.

Hevrêyê me ev pêvajo wekî dibistana şoreşê ya ku mirov gelek tiştan jê hîn dibe nirxandiye, wî tempo û dîsîplîna rêxistinê di kesayetiya xwe de şênber kiriye û xwestiye bibe bersiv. Li ser rexneya ku Rêber Apo gotibû ‘Şerê ku li fermandarê xwe digere’ wî hewl daye bibe fermandarê serfiraziyê û xwerexneya hevrêtiya kêm dibe. Hevrê Delîl kûrbûna di warê îdeolojiya Apoyî, paradîgma û stratejiya Şerê Gel a Şoreşgerî de ji xwe re kiriye esas. Wî li ser dîroka şer lêkolîn kiriye, meraqa wî ya li ser kesayetiyên dîrokî û fermandaran zêde bûye û li ser tecrubeyên wan kesayetiya xwe de dewlemendtir kiriye. Wî tu carî şoreşgerî ji aliyekî ve nenirxandiye û armanca wî ev bû ku di her warî de xwe xurt bike û bibe bersiv. Di demên krîtîk û dijwar de wî xwe ji hevalên xwe re kiriye mertal, wî êşa birîna xwe ji bîr kiriye û birîna hevalên xwe pêçandiye.

Hevrê Delîl di sala 2019’an de tevlî xebatên akademiyê yên Hêzên Taybet bû. Di qada akademiyê de berpirsyarî girt ser xwe, hevrêyên xwe perwerde kir, rastiya fedakariya Apoyî fêm kir. Hevrê Delîl bi berpirsyariyeke mezin nêzî perwerdeyê bû, li ser esasê gelek tiştan hînî hevrêyên xwe bike, di her kêliya jiyanê de bi pêşengiya xwe nîşan da. Bi hevrêtiya xwe ya ji dil bû çavkaniya hêvî û moral. Hevrêyê me Delîl ku ji kûr ve dilsozê nirxên Kurdistanî ye, êşên ku nayên vegotin ji dengê dengbêjan hîs kiriye, li hemberî rabirdûya gelê me yê ku gelek êş kişandiye, xwe deyndar hîs kiriye.

Hevrêyê me Delîl Zagros di sala 2022’an de fermandarê Qada Berxwedanê ya Girê Amêdiyê bû. Di vê pêvajoyê de di bin fermandariya hevrêyê me Delîl de derbên pêşîn û giran li dagirkeran hate xistin û bi mehan destûr nehate dayîn ku dagirkerî bi pêş ve biçe, bi sedan dagirker hatin cezakirin û du helîkopter hatin xistin, cenazeyên leşkerên Tirk ên dagirker hatin desteserkirin û rastiya artêşa Tirk a dagirker derketibû holê û artêşa Tirk a dagirker ji Girê Amêdiyê reviyabû. Hevrê Delîl ji ber ku dizanibû şer ne bi tenê di dema şer de, li ser esasê amadekariyên beriya şer tê qezenckirin, di warê amadekirina tunelên şer û çeperan de û ji bo ku tîmên gerok li qadê bi cih bibin, kedeke mezin daye.

Hevrê Delîl her dem li pêş bû, fedakarî dikir, bi cesaret û ruhekî fedaî dimeşiya, di pêvajoya berxwedanê de jî roleke dîrokî lîstiye. Hevrê Delîl dema ku hewl dida li Herêmên Parastinê yên Medyayê derbê li dijmin bixe, di bomberdûmanê de bi giranî birîndar bû lê piştre şehîd bû. Hevrê Delîl fermandariya bi sedan fedaiyan kir û divê eşîreta Alan û hemû gelê Kurdistanê bi wî serbilind be. Hevrê Delîl wekî nimûneyeke fedaîtî û şoreşgeriyê û yek ji fermandarê sembol ê Pêngava Şoreşger a Şehîd Savaş Maraş navê xwe di dîroka me ya têkoşînê de nivîsandiye. Gerîlatiya serfiraziyê ya ku armanc û xeyala herî mezin a hevrê Delîl e, bûye heqîqetek û wê doza hebûn û azadiyê ya gelê me bi serfiraziyê tacîdar bike. Li ser vî esasî em sersaxiyê ji malbata wî ya şoreşger, eşîra Alan a welatparêz û ji gelê Kurdistanê re dixwazin.”