BI DÎMEN

HPG: Em şehîdên xwe bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên li Zagrosê di mehên Îlon û Cotmehê de jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Em soz didin ku em ê sala 2017'an bi xeta milîtanî ya Apoyî pêşwazî bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya gerîlayên li Zagrosan jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Daxuyaniya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di sala 2016'an de li herêma Zagrosê, di şerê mezin ê dijî dewleta Tirk de gelek hevrêyên me yên hêja şehîd bûn. Artêşa Tirk kuştiyên herî zêde û giran ên salên dawî di encama vê berxwedanê de da.

Ji Botanê heta Serhedê, ji Dersîmê heta Amedê hêzên me yên gerîla li dijî operasyonan şerekî giran meşandin. Vê berxwedanê li Şemzînan, Gever û Çelê lehengiyeke mezin derxist holê. Her berxwedan veguherî îdîa û biryardariyeke xurtir û bi çalakiyên bi bandor bersiv ji dijmin re hate dayîn.

Hevalê me şehîd Arnos jî weke yek ji rêveberê herî bi biryar ê vê berxwedanê, cihê xwe di nava vê têkoşînê de girt. Bi kûrbûna xwe ya li ser şer, bi hunera xwe ya taktîkî, bi rêbazên xwe yên dewlemend ên çalakiyan li herêma Colemêrgê bû wesîle ku artêşa Tirk derbeke giran bixwe û têk biçe.

Hevalê Arnos ê ji Rojhilatê Kurdistanê tevlî nava refên têkoşîna azadiyê bû, li Botan û Zagrosan di şerê gerîla de bi feraseta gerîlatiya 24 saetan gav bi gav xwe bi pêş ve bir û bû fermandarekî bi bandor.

Em hevalên xwe Arnos (Mehmet Mehmetlo), Bêkes (Adnan Mûstafî), Şerzan (Mûhammed Şah Tûran), Bager (Genç Alî Abî), Bager (Vedat Topgaç) û Agît (Cîhan Çakan) ên di mehên Îlon û Cotmehê de şehîd bûn bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin û soz didin ku em ê sala 2017'an bi xeta milîtanî ya Apoyî pêşwazî bikin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya 6 gerîlayan bi vî rengî ye:

NASNAMEYA 6 GERÎLAYÊN JIYANA XWE JI DEST DAN

Nasnav: Arnos Canfeda
Nav paşnav: Mehmet Mehmetlo
Cihê ji dayikbûnê: Xoy
Dayik-Bav: Zeytûn-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Zagros

Nasnasv: Bêkes Kurdistan
Nav paşnav: Adnan Mûstafî
Cihê ji dayikbûnê: Kirmanşah
Dayik-Bav: Çeman-
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Zagros

Nasnav: Şerzan Çinar
Nav paşnav: Mûhammed Şah Tûran
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Esma-Ramazan
Dem û cihê şehadetê: Îlona 2016 / Zagros

Nasnav: Bager Germaw
Nav paşnav: Genç Alî Abî
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Derbas
Dayik-Bav: Meryem-Derbas
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Zagros

Nasnav: Bager Çiya
Nav paşnav: Vedat Topgaç
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Aynûr-Haydar
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Zagros

Nasnav: Agît Masîro
Nav paşnav: Cîhan Çanak
Cihê ji dayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hasîbe-Fîkret
Dem û cihê şehadetê: Cotmeha 2016 / Zagros