HPG: Em parêzvanên xeta Apoyî bi hurmet bi bîr tînin

HPG'ê 5 gerîlayên ku şehîd bûne bi bîr anî û got,''Em hevrêyên xwe Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah ku gelê pir nêzî azadiyê kirine û li Botanê şehîd bûne, bi hurmet bi bîr tînin.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derheqê gerîlayên ku 2017'an li Botanê şehîd bûne ev agahî da:

''Sala 2017'an li dijî têkoşîna mêtingeriyê yek ji xala herî bilind a têkoşîna me ya azadiyê hatiye jiyîn. Vê salê li Botanê li dijî dijmin şerekî bêhempa hatiye kirin. Ên ku digotin bihara 2017'an ew ê gerîla tine bikin, ketibûn nav xewn û xeyalan hatin ber tinebûnê. Em hevrêyên xwe Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah ku xweziya dijmin di gewriya wan de hiştin, planên wan ên tasfiyekirinê pû kirin, têkoşîna me bênavber domand, îro gelê me bêhtir nêzîkî azadiyê kirin û li Botanê şehîd bûne bi rêzdarî bi bîr tînin.''

Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd wiha ye:

               

  Nasnav: Ruken Mamxurî

  Nav Paşnav: Kadriye Ozlu

  Cihê Bûyinê : Colemêrg

  Nave Dê û Bav: Perihan – Dolmaz

  Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

 

  Nasnav: Canfeda Başkale

  Nav Paşnav: Samî Acar

  Cihê Bûyinê: Wan

  Nave Dê û Bav: Kadriye – Alî

  Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

 

  Nasnav: Argeş Destan

  Nav Paşnav: Azad Akkoç

  Cihê Bûyinê: Amed

  Nave Dê û Bav: Semra – Edîp

  Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

 

  Nasnav: Devrîm Botan

  Nav Paşnav: Seyîtxan Ayan

  Cihê Bûyinê: Şirnex

  Nave Dê û Bav: Sultan – Selîm

  Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

 

  Nasnav: Emrah

 Nav Paşnav: Emrullah Keskîn

  Cihê Bûyinê: 

 Nave Dê û Bav:

  Dem û Cihê Şehîdbûnê: 2017 / Botan

 

RÛKEN MAMXURÎ

Hevrêya me Rûken ji eşîra Mamxûrî ye û li Colemergê çêbûye, ku eşîra Mamxûriyan bi dilsozî bi Partiya me PKK'ê ve ne. Hem ji ber ku li nav malbateke welatparêz e û hem jî ber ku hê ji zaroktî ve zilma dewleta TC'ê ya mêtinger nas kiriye, bûye dilxwazê Tevgera Azadiya Kurdistanê. Di dilê wê de li aliyekî xeyalên azadiya welatê û gelê wê bejn avêtiye, li aliyê dî jî li dijî dijminê qirker bûye xwedî hêrs û hîseke tolhildanê ya mezin. Ji ber ku ji nav malbata wê tevlî Tevgera Azadiyê bûne, ev hîs bi hevrêya me Rûken re bûye bîreweriyeke welatparêziyê. Bi vê hîs û bîreweriyê berê xwe dide çiyayên Kurdsitanê, hevrêya me Rûken li ser rêya birayê xwe, hevrêyê me Mazlûm Mamxurî dimeşe, sala 2009'an li Botanê tevlî navrefên gerîla dibe. Piştî ku demekê li Botanê dimîne, piştre derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê dibe û li herêmên cuda pratîkê dike. Welatparêziya xwe, kedkarî û dilnizmiyaxwe bi felsefe û Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo re dike yek û dibe milîtaneke xwedî xisletî xurt. Hevrêya me Rûken dibe xwedî meşeke bi istikrar, di pratîka gerîla de dibe xwedî tecrûbe, weke jineke Kurd a azad xwe ji nû ve diafrîne. Li ser xeta PAJK'ê kûr dike û bi wesfê fermandariya YJA Starê bi peywirên girîng radibe. Şehîdbûna birayê wê hevrêyê me Mazlûm Mamxûrî ya di sala 2010'an de azweriay têkşînê, hêrsa wê ya li bara dimin û baweriya wê ya bi serfiraziyê geştir dike. Hevrêya me Rûen ku gerîlatiya Bakur ji xwe re weke qibleyê diyar kirî, tim lê radiweste ku biçe Bakur. Dema ku paşverûtiya DAÎŞ'ê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê yek ji wan milîtanên Apoyî yê leheng ku li dijî çetetiyê bi helwesta fedayî sekinî hevala me Rûken . Radihije çeka xwe û xwe berdide deşta Kerkûkê. Bi wêrekî û dilêriya xwe baweriyeke mezin dide hevrêyê xwe û gelê Kerkûkê. Piştî ku rola xwe ya dîrokî bi layiqî bi cih tîne, dîsa derbasî Qadên Parastinê yên Medyayê dibe û dixwaze biçe Bakur. Ji ber ku rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ku hevsarê dewleta TC'ê di dest xwe de digire, bajarên Bakurê Kurdistanê daye ber bombeyan, ji bo ku çongên Kurdan bişkîne bi xwînxwarî komkujî kirine. Hevrêya me Rûken ku dixwaze ji dewleta TC'ê û rejîma faşîst tola dirokî hilîne, vê carê kesek nikare pêşî lê bigire û berê xwe dide çiyayên Botanê ku bi salan bêrî lê dikir. Bi îdîaya serfiraziyê diçe wan xakên ku lê çêbûyî, gav avêtî gerîlatiyê û birê wê lê şehîd bûyî û bi sifetê fermandara YJA Starê mîsyoneke girîng hildigire. Li qada Botanê di nav şertên zor û zehmet de bêyî ku biweste têdikoşe, dike ku hemû hevrêyên wê jê hez bikin û hurmetê bidinê. Dema ku li ser peywirê ye 15'ê Hezîrana 2017'an şehîd dibe.

ARGEŞ DESTAN

Hevrêyê me Argeş li Amedê ku navenda berxwedanê ye li Kurdistanê, çêbûye û li nav malbateke ku bi keda xwe debara xwe dike, mezin bûye. Ji ber sedema ku derdora lê dijî polîtîk e û Têkoşîna Azadiya Kurdistanê ji nêz ve nas dike, hê ji zaroktî tevgera me nas dike. Hê zaroktî ji bo ku desteka madî bide malbatê li karên cuda dixebite, di nav xebatên ciwanan de dixebite û keda xwe li têkoşînê zêde dike. Hevrêyê me ku Rêbertî û partiya me xweş nas dike, hûr bûye û sala 2015'an li qada Amedê tevlî nav refên ferîla dieb û rêya berxwedan û serfiraziyê li ber ciwanên Kurdistanê yên birûmet dixe. Xwîşka hevrêyê me Argeş, Destan Agît (Dîlan Akkoç) di êrîşa bi alçaxî de ya artêşa TC'ê ya dagirker de sala 2016'an li Dersimê şehîd dibe, hevrêyê me Argeş piştî şehîdbûna hevrêyê me, asta tevlêbûna xwe geştir dike û têkoşînê gurtir dike. Ji bo ku tola hevrêyê me yê şehîd hilîne têkoşîneke bêrawest daye. Dibe milîtanê dilêr ê partiyê û xeta Rêbertî, di her şert û mercî de, daye ber xwe ku li ser rêya serfiraziyê bimeşe. Tevlêbûna wî ya jidil û bêberjewendî, bi dilsoziya xwe ya ji kûr ve tê naskirin, bi pratîka bêkêmasî dike ku hevarêyên wî jê hez bikin û hurmetê bidinê. Hevrêyê me li Botanê di di gelek çalakian de ku derbên giran li dijmin dane cih girtiye, di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Ji bo ku xeyalên azadiyê yên gelê me bi cih bîne, hemû enerjiya xwe dide ser têkoşînê, xeta berxwedan û serfiraziyê ya hevrêyê me Argeş wê pêşiya me ronî bike û bibe sedema serfiraziyê.

CANFEDA BAŞKALE

Hevrêyê me Canfeda li Wanê jidayik bûye. Li nav malbateke bi ser çanda berxwedanê û nirxên welatparêzî ve mezin dibe. Hevrêyê me li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û înkarê yên TC'ê ya dagirkr ên li ser gelê me û dahatıuya gelê me  ciwanan, hê bi ciwantî tevlî nav xebatên şoreşê dibe. Hevrêyê me hay jê çêdibe encex bi têkoşîna gerîla hebûna gelê me dikare were parastin û azadiya wê were mîsogerkirin, bi vê bîreweriyê sala 2014'an li Amedê tevlî nav refên gerîla dibe. Hevrêyê me ji roa ku tevlê bûyî, gihaştî jiyan a gerîla û hevrêtiyê, heta roja ku şehîd bûyî bûye milîtan û parêzvanekî têkneç3uyî ya xeta partiyê. Hevrêyê me Canfeda li felsefeya Rêber Apo hûr bûye, tişta ku hîn bûye bi hevrêyên xwe re par ve kiriy û ev kiriye giştî, bi tevlêbûna xwe ya jidil kiriye ku hevrêyên wî jêz bikin û hurmetê bidinê. Hevrêyê me bi zîrektiya xwe ya li qada leşkerî derdikeve pêş, ji bo ku kesayatiya fermandariya serdema nû zevt bike bûye xwedî serkeftineke mezin, di jiyanê û şer de bi rola pêşeng rabûye. Hevrêyê me li qada Botanê li dilê şoreşa Kurdistanê gerîlatiyê dike, tevlî gelek çalakiyan dibe û derbên giran li dijmin dide. Hevrêyê me jiyana lehengên me yên bêhijmar ku ji bo azadiya gelê me cane xwe dane ji xwe re esas didbîne, di her gava jiyanê de dibe şopdarê xeta şehîdan. Hevrêyê me Botan bi êrîşa dagirkeran li Botanê şehîd dibe, hevrêyê me Botan wê ji bo gerîlayên me yên li ser xeta serfiraziyê bibe kana hêzê.

DEVRÎM BOTAN

Hevrêya me Devrîm li Dêrgulêya Şirnexê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Wê çanda welatparêziyê ya ku ji malbat û derdora xwe stendiye di ciwaniya xwe de derxistiye pêş. Wê hê di zaroktî de polîtîkaya dewleta Tirk a faşîst dîtiye, hêrsa xwe ya li hemberî êrişan zêde kiriye û her dem li rêyên têkoşînê geriyaye. Di sala 2015’an de wê fêm kiriye bersiva herî xurt a ji bo dewleta Tirk a faşîst ev e ku divê ew tevlî nav refên gerîlayan bibe. Ji roja pêşîn a tevlêbûnê ve ew bi heyecana gerîlabûnê tevgeriyaye û hê di rojên pêşîn de wekî ku wê bi salan gerîlatî kiriye, hînî jiyana li çiyayan bûye. Piştî perwerdehiyê derbasî qada Gabarê bûye û ligel ku li qadê nû ye jî ji hevalên xwe nemaye. Wê li vir xwe di warê leşkerî û îdeolojîk de xurt kiriye û ketiye nav hewldana ku felsefeya Apotiyê fêm bike û pêk bîne. Hevrê Devrîm her dem di warê îdeolojîk, leşkerî û jiyanê de bi hevalên xwe re di nava danûstendinê de bû û bi girêdayîbûna xwe ya hevaltiyê ji aliyê hemû hevalên xwe dihat hezkirin. Heval Devrîm bûye yek ji hevala ku derbên herî giran li dijmin daye. Ji dema ku tevlî nav refan bûye û heta şehîd bûye tu carî dev ji îrade û baweriya xwe bernedaye. Heval Devrîm bi van taybetiyên xwe biryarariya serfiraziya di şer de daye me.

EMRAH

Hevalê me Emrah di sala 2017’an de ji Botanê tevlî nav refên gerîlayan bûye, di heman salê de dema ku li ser peywira xwe bû, ketiye kemîne û ji bo ku dîl nekeve destê dijmin, çalakiyeke fedaî kiriye û şehîd bûye. Heval Emrah ligel ku hevalekî nû bû jî dev helwesta teslîmnebûnê û cewhera fedaî ya PKK’ê bernedaye û wekî peyrewên Zîlan û Bêrîtanan di dîroka me ya têkoşînê de cih stendiye. Dema ku êrişên dijmin zêde dibû, ev tevlî nav refên gerîlayan bûye û hê di serî de xeta fedaî ji xwe re kiriye esas.  Ew her dem li ser vî tiştî hûr dibû ku divê çawa derbên giran li dijmin bixe. Heval Emrah bi baweriyeke kûr girêdayî felsefeya Rêber Apo bû, her dem bi vê baweriyê tevgeriyaye û şerê xwe li ser vî esasî mezin kiriye. Wî bawerî pê aniye ku wê têkoşîna heval û partiya me bi serfiraziyê tacîdar bike û li ser vê esasî tevlê bûye.

Malbatên hêja yên hevalên me Rûken, Canfeda, Argeş, Devrîm û Emrah di serî de , em sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê Kurdistanê re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê şehîdên xwe bikin hinceta serfiraziyê û bîranîna wan bidin jiyîn.”