HPG: Em kedkarê Botanê Bedran Cûdî bi hurmet bi bîr tînin

HPG’ê ragihand Saît Tanir (Bedran Cûdî) ku demeke dirêj di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de ked daye, 22’yê Nîsanê di êrîşa hewayî ya bi ser Amediyê de jiyana xwe ji dest daye.

HPG’ê diyar kir di heman êrîşê de li gel Tanir 4 milîsên din jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî daxuyaniya Fermandariya Biryargehê ya HPG’ê 22’yê Nîsanê di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a bi ser bejahiya Amedê de Saît Tanit (Bedran Cûdî), milîsên bi navê Mehmet Tanit, Mûrat Atak (Zekî), Osman Îlhan û Abdulkerîm Îzer jiyana xwe ji dest dane.

Hate diyarkirin Mehmet Tanit ê ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dayî, kurê Bedran Cûdî bûye.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha hate gotin: Têkoşîna Azadiya Kurdistanê bi dîroka xwe ya berxwedanê ya bêhempa bûye navê geşedana şoreşa rûmetdar a gelê Kurd. Gav bi gav pêkhatina vê dîroka rûmetdar bi fedakariya mezin a gelê Kurd pêk hatiye. Bi helwesta milîtanî ya bi hezaran şehîdên me yên leheng, vîneke qeyîm çêbûye, bûne sonda siberoja azad, bûne sedema şer û jiyana me.

Herêma Botanê efsaneyên wiha afirandiye ku dîroka bi fedekariyan tije a vê şoreşê hilgirtiye, fermandar gihandine, di her şerê xwe de dastana lehengiya mezin nivisiye. Bedran Cûdî, bi navê xwe yê dî hevalê me Bedran Gundikê Remo bi têkoşîna xwe ya 30 salî jiyana xwe kiriye dastana efsaneyan.

Heval Bedran ku di her kêliyê de têkoşiyaye, bi azwerî şer kiriye, di şertên herî dijwar de meşiyaye, bûye fermandarê fedekarî, dilsoziyê, lehengiyê û geşkirina şer. Heval Bedran bûye hevalê çiyayên Kurdistanê. Tevlêbûna wî ya bêmînak, jiyana bi disiplîn a milîtanî, romanek kiriye her kêliya jiyana wî ya têkoşîna a 30 salî.

Heval Bedran; bûye milîtîna dîroka bêmînak a di rêça hevaltiya Egîd (Mahsûm Korkmaz), Adîl, Erdal, Piling, Nûda, Gulbahar, Çîçek û kurê wî Hemza de hatiye afirandin. Mirov dikare li ser wî hemû kêlîkên şopên şoreşê bibîne. Dema ku wî bi şîroveyên xwe yên têr û tije vedigot têkoşîna vejîn û rizgariyê ya PKK’ê bi wê berzbûnê ye ku herka dîrokê diguherîne, di her gerîlayekî de hezkirin û hurmet çêkiriye. Wî, bi perwerdehiya ku ji Rêber Apo standî, jiyan xwe ya şoreşger di ber armancên pîroz de, bi xazîbûnê tacîdar kiriye. Botan çawa ku dilê van lehengiyên berxwedanê be, Gundikremo jî bûye xwedî rola ku damarê wê be. Hevalê me Bedran bi tevlêbûna xwe her demê pêşengiya xwe di asta herî bilind de pêk aniye û bûye hêza gotin û çalakiyê ya şoreşê ku gelê herêmê jî ew weke milîtanekî welî qebûl kiriye.’’

AGAHIYÊN TÊKILDARÎ NASNAMEYAN

Nasnameyên kesên ku jiyana xwe ji dest dane wiha ne:
Nasnav: Bedran Cûdî
Nav û Paşnav: Saît Tanit
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Cih û Dîrika Şehadetê: Amêdiyê 22’yê Nisana 2017
***
 Nav û Paşnav: Mehmet Tanit
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex 
Anne - Baba Adı: Xoxê - Saît
Cih û Dîrika Şehadetê: Amêdiyê 22’yê Nisana 2017
***
 Nav û Paşnav: Mûrat Atak(Zeki)
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex 
Anne - Baba Adı: Emîne - Mûstafa
Cih û Dîrika Şehadetê: Amêdiyê 22’yê Nisana 2017
***
 Nav û Paşnav: Abdulkerim Îzer
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex 
Anne - Baba Adı: Halîme - Omer
Cih û Dîrika Şehadetê: Amêdiyê 22’yê Nisana 2017
***
 Nav û Paşnav: Osman Îlhan
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Anne - Baba Adı: Ayşe - Uzeyir
Cih û Dîrika Şehadetê: Amêdiyê 22’yê Nisana 2017