HPG: Em ê li ser şopa armanca wan a azadiyê bin

HPG'ê 3 gerîlayên li Dersimê şehîd bûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Ûmût, Berçem û Cûma bi tevlîbûna li nava PKK'ê, wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgeriyê bi cih anîn."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di Adara 2017'an de, di operasyonên artêşa Tirk a dagirker de yên li ser herêma Dersimê, hevrêyên me Ûmût, Berçem û Cûma şehîd bûn. Hevrêyên me Ûmût, Berçem û Cûma ku weke şervanên dilxwazên azadî û raperînê li Dersimê beşdarî nava têkoşînê bûn û heta nefesa xwe ya dawî tawîz ji vê dilxwaziyê nedan, bûn şênberiya îradeya Apoyî. Ev hevrêyên me yên leheng bi şehadeta xwe bûn hîmên herî xurt ên mezinbûna têkoşîna me ya azadiyê û em wan di salvegera şehadetê de bi rêzdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Ûmût Çîmen
Nav paşnav: Mûhammed Îsmaîl
Cihê jidayikbûnê: Kotol
Dayik-Bav: Nebahat-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: Adara 2017 / Dersim

Nasnav: Berçem Amîgra
Nav paşnav: Yagmûr Yucedag
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Vesîle-Ekrem
Dem û cihê şehadetê: Adara 2017 / Dersim

Nasnav: Cûma Çekdar
Nav paşnav: Halîl Taş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Meryem-Emîn
Dem û cihê şehadetê: Adara 2017 / Dersim

ÛMÛT ÇÎMEN

Hevrêyê me Ûmût li bajarê Kotol ê Rojhilatê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû, ku vê herêmê gelek nirx tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir û xwe ji dayina berdêlan ti carî neda alî. Hevrêyê me Ûmût bi nirxên welatparêziyê yên ji malbata xwe wergirtî mezin bû û hîn di ciwantiya xwe de gava ku çav li gerîla ket, bi bandor bû û wê demê biryar da ku li ser kîjan rêyê bimeşe. Hevrêyê me Ûmût ku beriya tevlî nava refên gerîla bibe gelek kar kir, ji ber serketina di karê xwe de bala dagirkeran kişand û gelek caran dagirkeran zext û zordarî lê kirin. Di vê pêvajoya kar de firsend dît ku rastiya dijmin baştir fêhm bike û sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên azadiyê bû, navê hevrêyên me Ûmût û Çîmen li xwe kir ku yekem gerîlayên lê rast hatibû. Bi vî rengî hîn di kêliya destpêkê ya tevlîbûnê de dilsoziya bi hevrêyan û şehîdan re ji xwe re kir esas û heta şehadetê bi vî rengî meşiya. Hevrêyê me Ûmût her tim hewl da ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve xwe bi pêş ve bibe û piştî perwerdeyê rastiya dijmin baştir fêhm kir, jiyana xwe jî li gorî vê têgihiştinê ava kir. Hevrêyê me Ûmût ji bo derba herî mezin li dijmin bixe her tim kete nava hewldanên ji bo mezinkirina têkoşînê. Hevrêyê me Ûmût ji kêliya ku tevlî bû û pê ve her tim xwe ji bo qadên herî zehmet ê şer pêşniyar kir û derbasî herêma Dersimê bû, ku timî daxwaza çûyîna wê derê dikir. Di demeke kurt de hînî vê herêmê bû û bi pratîka xwe xwe da qebûlkirin. Hevrêyê me Ûmût ku serketin danî ber xwe û bi vî rengî berê xwe da Dersimê, di gelek çalakiyan de cih girt ku derbên giran li dijmin hate xistin. Her tim hewl da xwe bigihîne asta pratîka hevrêyên xwe ku beriya tevlî bibe ketibû bin bandora wan.

BERÇEM AMÎGRA

Hevrêya me Berçem li bajarê welatparêzî û berxwedanê yê Serhedê li Wanê ji dayik bû. Ji ber polîtîkayên şerê taybet ê dijmin ku bi armanca dûrxistina gelê me ji hişmendiya azadiyê, xizankirina Kurdistanê û neçarhiştina gelê me ji koçberiyê re, malbata hevrêya me Berçem jî neçar ma koçî metropolên Tirk bike. Hevrêya me Berçem ku li nava malbateke kedkar mezin bû, kesayetiya xwe jî bi kedê ava kir. Hevrêya me Berçem di ciwantiya xwe de bi polîtîkayên qirker ên dijmin ên li ser gelê me bi taybetî jî yên li dijî jinan hesiya, ji ber ku van polîtîkayan yekser bandor li wê û malbata wê dikir, kete nava lêgerînê. Di encama vê lêgerînê de jî rastiya Rêber Apo û PKK'ê nas kir û kete bin bandora wê. Bi taybetî baweriya xwe pê anî ku Îdeolojiya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo yekane felsefeya jiyanê ji bo jinên cîhanê ye. Dema ku li Kocaeliyê diçû zanîngehê, xwendekarên welatparêz nas kir û bêhtir bi rastiya têkoşîna azadiyê û gelê me hesiya. Di dema pêvajoya zanîngehê de tevlî nava karên ciwanan bû, ji bo tevlîkirina ciwanên şoreşger û welatparêz li nava refên têkoşînê, karekî serketî kir. Hevrêya me Berçem ku dema karên ciwanan dikir bi sempatiyeke mezin nêzî têkoşîna gerîla bû, sala 2014'an li herêma Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, bi coş û moraleke mezin jiyan hembêz kir û di demeke kurt de hînî gerîlatî û hunera jiyana li çiyê bû. Bi vî rengî bû gerîlayeke şareza. Li gel şert û mercên giran ên herêma Dersimê jî îradfeya azadiyê her tim xurt kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya mînak. Li nava refên gerîla weke jinekê hîn bêhtir bi hêza xwe hesiya, qalibên kevneşop ên sîstemê daniye pêşiya jinan, yek bi yek têk bir. Bi kesayetiya xwe ya kedkar, fedakar û dilnizm li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirinê. Armancên azadiyê yên hevrêya me Berçem wê ji bo me hevrêyên wê bibe hinceta xurtkirina têkoşînê.

CÛMA ÇEKDAR

Hevrêyê me Cûma li Mêrdînê ji dayik bû û mezin bû ku vê herêma Bakurê Kurdistanê hîn di salên destpêkê yên têkoşînê de pîvanên welatparêziyê û têkoşîn pejirand. Hevrêyê me Cûma hîn di ciwantiyê de polîtîkayên qirkirina fîzîkî û çandî ya dewleta Tirk a mêtinger qirker û faşîst ên li dijî gelê Kurd nas kir û bi hişmendiya xw eya welatparêziyê, biryar da ku hêrsa xwe veguherîne têkoşînê. Hevrêyê me Cûma ku bi rê û rêbazên cuda kete nava hewldanên têkoşînê, berê xwe da çiyayên azad ên Kurdistanê ku şerê azadî û parastina hebûnê lê tê meşandin. Li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Cûma ku li Eyaleta Amedê tevlî nava refên gerîla bû, di demeke kurt de pratîkeke serketî nîşan da. Li ser vê bingehê derbasî herêma Dersimê bû ku yek ji herêmên me yên herî zehmet e û li vê derê nirx li nirxan zêde kir. Tevî ku li qada şerê giran bû, ji aliyê îdeolojîk û polîtîk ve xwe perwerde kir, bi pêş ve bir û tiştên hîn bû hewl da di nava jiyanê de bixe nava pratîkê. Hevrêyê me Cûma li gel pêşvebirina xwe ji aliyê îdeolojîk leşkerî ve, her wiha pêşvebirina hevrêyên xwe jî ji xwe re kir karekî esasî û bi sekna xwe ya bi biryar a li nava jiyanê bû hevrêyekî diyarker.

Hevrêyên me Ûmût, Berçem û Cûma bi tevlîbûna li nava partiya me PKK'ê ku hêviya azadiyê ya gelê me û tevahiya mirovahiyê ye, gihîşt wê asta rûmetê ku wezîfeyên xwe yên welatparêzî û şoreşgeriyê bi cih bînin. Malbatên hêja yên van hevrêyên me çiqasî bi van ewladên xwe yên leheng serbilind bin, hêja ye. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên leheng ên bi şehadeta xwe bûn nirxên tevahiya Kurdistanê, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku bibin şopdarê armanc û daxwaza azadiyê ya hevrêyên xwe."