HPG: Em du hevrêyên xwe bi rêzdarî bibîr tînin

HPG'ê nasnameya 2 gerîlayên xwe yên di bomberdûmana 24'ê Adarê de birîndar bûbûn, lê tevî hemû hewlanan jî nekarî bên rizgarkirin, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser nasnameya 2 gerîlayên di bomberdûmana 24'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dan û çalakiyên gerîla yên li Çelê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Balafirên şer ên artêşa Tirk, roja 24'ê Adarê bomberdûmaneke giran li herêmên Qendîl, Xakurkê, Metîna, Zap û Avaşînê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê kiribûn. Ev bomberdûmana ku zerara dabû gelek gundên sivîlan, ji aliyê hêzên me ve hatibû pûçkirin û ti windahiyek hêzên me çênebû bû. 2 hevalên me yên bi erka xwe radibûn, di vê bomberdûmanê de birîndar bûbûn û tevî hemû hewldanan jî nekarî bên rizgarkirin. Hevalên Dijwar (Adem Aydogan) û Zafer (Çekdar Kûlûman), roja 25'ê Adarê tevlî karwanê şehîdan bûn.

Nasnameya her du hevalên me yên şehîd bûn, bi vî rengî ye:

Nasnav: Dijwar Cîgerxwîn
Nav paşnav: Adem Aydogan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Heyîfhan-Amed
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Adara 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zafer Cûdî
Nav paşnav: Çekdar Kûlûman
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Ekrîme-Betaîl
Dem û cihê şehadetê: 25'ê Adara 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê"

Li ser çalakiyên gerîla yên 1'ê Nîsanê li navçeya Çelê ya Colemêrgê jî ev agahî hatin dayîn:

"Hêzên me, roja 1'ê Nîsanê saet di 14:30 de bi hawanan li dijî leşkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakî pêk anîn. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.

Heman rojê sat di 16:00 de, hêzên me li girikê Banê yê ser bi girê Koordîneyê çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiyê de konteynirek bi çeka RPG-7 hat rûxandin. Di heman demê de bi çekên giran derb li leşkerên li ser girê Koordîne hat xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin."