HPG’ê têkildarî operasyona li dijî Zapê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyona leşkerî ya ku Zap kir hedef daxuyaniyek da. HPG’ê diyar kir ku li Xeregol û Qela Marganişê 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapmeniyê ya HPG’ê, têkildarî operasyona ku Herêma Zapê kire hedef û çalakiyên gerîla ev daxuyanî da:

“Hêzên me di qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bedran Gundikremo û Nalîn Mûş de 18’ê Cotmehê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî leşkerên artêşa Tirk çalakî lidar xistine.

Hêzên me saet 12:00’an, li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker a li devera Qela Merganiş bi cih bibûn çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayekî xurt li çeperên dijmin hate xistin de 2 çeper hatin rûxanedin, bi qasî hate zelalkirin jî 2 leşker hatin kuştin.

Hêzên me di heman rojê de saet derdorî 12:00-13:00’an li dijî çeperên dijmin ên li Girê Koordîne çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya bi awayeke bi xurtî hate lêxistin de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatin zanîn.

Hêzên artêşa Tirk piştî çalakiyê bi obus û hewanan qad ketober bombe kirin.

LI ZAPÊ ÇALAKÎ

Operasyona dagirkirinê ya artêşa Tirk a 16’ê Cotmehê li herêma Zapê dabû destpêkirin hê jî dewam dike. Hêzên me li dijî yekîneyên operasyonê, çalakî li dar dixin. Di vê çarçoveyê de; 18’ê Cotmehê saet 11:00’an hêzên me li Girê 82 yê girêdayî Xeregolê li dijî yekîneyên dijmin çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin. Piştî çalakiyê û şûnde balafirên şer Xeregol bombe kirin.

Dîsa heman rojê saet derdorî 15:30’an, hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya ku xwest bikeve mitiqeya Mergeşînê ya girêdayî devera Xeregolê kirin hedef. Di encama lêxistina xurt a hêzên me de ev yekîne neçar maye paşve biçe û bi qasî hate zelalkirin leşkerek hatiye kuştin.

19’ê Cotmehê saet derdorî 08:30’an hêzên me, li girê 82’an du caran li yekîneyên dijmin xistine. Di encama lêxistina xurt a hêzên me de bi qasî hate zelalkirin leşkerek hate kuştin.

LI DERSIMÊ ŞER

17’ê Cotmehê hêzên me yên gerîla li nêzî Pira Leskan a girêdayî navçeya Pulur a Dersimê rastî leşkerên artêşa Tirk hatine, li vir bi hêzên dijmin re şer qewimiye. Di şerê li vir de, helîkopterên bi tîpa Kobra qad bombe kiriye, hêzên dagirker li herêmê dest bi operasyonekê kirine. Operasyon heman rojê saet 18:00’an bê ku encamekê bigire vekişiyane.”