HPG’ê têkildarî Nûrcan Karakaya û pitika wê daxuyanî da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî mirina Nûrcan Karakaya û pitika wê ya di dawiya meha Tîrmehê de daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku roja 31’ê Tîrmehê ku tê îdîakirin li Geverê teqînek pêk hatiye, li herêma ku teqîn pêk hatiye qadekî şer e û li ev der ‘Herêmekî şer e’.

HPG’ê bal kişand ku ti carî di çalakiyên xwe de sivîl nekirine hedef û got, çapemeniya Tirk çima behsa kuştina 27 leşkeran a li heman herêmê nake. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di teqînê de hê nehatiye zelalkirin ku sivîl mirine an ne, dibe qezayek ne li bendê be.

ÇIMA BEHSA KUŞTINA 27 LEŞKERAN NAYÊ KIRIN?

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:

“31’ê Tîrmehê jina bi navê Nûrcan Karakaya li gel pitika xwe di encama teqîna li herêma Şuşatkê ya girêdayî herêmê qedexe yên leşkerî ku girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê de jiyana xwe ji dest dabûn. Ev bûyer bi rojan e ku ji aliyê rayedarên TC’ê ve tê parvekirin. Herêma ku bûyer lê qewimiye yek ji herêmên ku tim şer lê geş in. Roja ku tê îdîa kirin ku jin û pitika wê ya ku jiyana xwe ji dest dane, di şerê qewimî de 27 leşker hatine kuştin. Di şerê me yê ev nêzî 30 sal in dom dike de ti carî me welatiyên sivîl nekiriye hedef û îro jî nakin hedef. Di bûyera ku dayik û pitika ku jiyana xwe ji dest dane de, ev kes nebûne hedefa gerîlayên me. Eger ku bûyerekî wiha qewimî be jî, bi temamî bûyerekî di encama şaştiyekê de bûye.

DIBE QEZA BE

Li qadekî ku ewqas leşker lê hatiye kuştin de ‘Eger rast jî’ be, bûyereke ku bi qeza qewimî be evqas ji aliyê medyaya Tirk ve tê kirina rojev, nebehskirina leşkerên ku hatine kuştin û vê bûyerê di çarçoveya şerê pîskolojîk de girtina dest, dixwaze li ser civakê rewşên cuda bide famkirin, divê ev yek ji aliyê her kesê ve baş bê zanîn. Faşîzma AKP-MHP’ê ya ku li ser propaganda şerê pîskolojîk a evqas li ser bûyerekê diçe, dixwazin qetlîamên li Kurdistanê dikin, meşrû û rewa bikin û divê her kes li dijî van her cûre şerê taybet bi hestyar û hişyar bin."