HPG’ê têkildarî hewldana êrîşa dagirkirina sînorê Başûr daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî hewldana dagirkirinê ya artêşa Tirk a li ser Herêma Barzan a Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin, daxuyaniyek nivîskî da.

HPG’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Şemzînan 12, li Gever jî 3 leşkerên Tirk hatine kuşitn. Dîsa nasnameya 3 gerîlayên li Colemêrgê di encama bomberdûmanê de şehîd bibûn jî eşkere kir.

HPG’ê, di derbarê operasyonên artêşa Tirk de yên li gelek deveran dabûn destpêkirin jî agahî parvekir.

HPG’ê, destnîşan kir ku şerê piştî hewldana artêşa Tirk a sînorê Başûrê Kurdistanê dayî destpêkirin dewam dike, têkildarî mijarê ev agahî da:

“Artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker di 27’ê Îlonê de derbasî Başûrê Kurdistanê bûye û li derdora Tepê Xwedê ya li herêma Barzanê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên me bersiva vê operasyonê daye û şerê li vê derê gurtir bûye. Kitekitên vî şerî wisa ye;

GERÎLAYAN MUDAXELEYÎ LEŞKERAN KIRIN

Artêşa dagirker bi obus û hawanan li Tepê Xwedê dane û ji helîkopteran leşkeran xwe bera vê derê dane. Di 27’ê Îlonê di destê sibehê de hêzên dagirker xwestine ber bi Girê Bayrakê ve biçin.

Saet di 05.00’an de gerîlayên me yên li wê derê mudaxeleyî leşkerên dijmin kirine û li qadê şerekî dijwar dest pê kiriye.

LEŞKERÊN KUŞTÎ Û BIRÎNDAR HENE

Yekîneyeke din a operasyonê jî xwestiye ji Girê Koordîneyê xwe bera jêr bide. Hêzên me li vê yekîneya operasyonê jî dane. Di heman rojê de saet di 18.00’an de hêzên me yekîneya dijmin a li nêzî Girê Bayrakê kirine hedef. Hêzên me ji nêz ve li vê yekîneyê dane û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê yekîneyê tam nehatiye zelalkirin.

Hêzên dijmin bi koordîneya Firfirokên hewayî yên bêmirov qada operasyonê û gundê Adil Beg bi balefirên şer, helîkopter, obus û hawanan bomberdûman dike.

LI ŞEMZÎNANÊ 12 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya qonaxa duyemîn a Pêngava Şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Çelê û Şemzînanê li dijî artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker çalakî lidar xistine.

Di 25’ê Îlonê de saet di 01.30’an de konvoyeke wesayîtên zirxî yên artêşa Komara Tirkiyeyê ya dagirker dema ji Çelê diçûn Colemêrgê li qada Kesrokê bûne hedefa hêzên me. Di vê çalakiyê de 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin. Di çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin ji 12’an zêdetir leşkerên dijmin hatine kuştin û 6 leşkerên dijmin jî bi giranî birîndar bûne.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker li qadê operasyonek dane destpêkirin.

DI BOMBERDÛMANÊ DE 3 GERÎLA ŞEHÎD BÛNE

Hêzên dagirker rêya di navbera Colemêrg û Çelê girtine û di 26’ê Îlonê de heta saet 11.30’an bi helîkopter, obus û hawanan li qadê dane. Di vê bomberdûmanê de 3 rêhevalên me gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ne;

Nasnav: Şahan Masîro
Nav û Paşnav: Suphan Bal
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayikê - Bav: Behîce - Cemîl
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /26’ê Îlona 2017

 

Nasnav: Şiyar Yilmaz
Nav û Paşnav: Ridvan Balta
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Navê Dayikê - Bav: Şefkînaz – Mehmet Nûrî
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /26’ê Îlona 2017

 

Nasnav: TolhildanTekoşîn
Nav û Paşnav: Salîha Karahan
Cihê Jidayikbûnê: Şinex
Navê Dayikê - Bav: Husniye – Mehmet Selîm
Cih û Dîroka Şehadetê: Colemêrg /26’ê Îlona 2017

LI GEVERÊ 3 LEŞKER HATINE KUŞTIN

26’ê Îlonê saet 15:20’an û 27’ê Îlonê saet 09:30’an, hêzên em li dijî leşkerên artêşa Tirk ên dagirker ên li Girê Bayê yê girêdayî navçeya Gever a Colemêrgê çalakî lidar xistin. Di her du çalakiyên de çeperên dijmin ên ji du baskan ve hatin lêxistin. Di vê çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk piştî çalakiyê qad bi obus û hewanan bombe kirin.

27’ê Îlonê saet 18:30’an, hêzên me li dijî leşkerên artêşa Tirk ên mêtînger ên li Girê Kurê Mizgeftê yê girêdayî naçeya Şemzînan a Colemrêgê bi cih bibûn çalakiyeke sekvaniyê lidar xistin. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

OPERASYONÊN ARTÊŞA TIRK

25’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li deverên Şehîdgeha Bagok, Xirabê Mişkan, Bazîdê û Bederê ya girêdayî devera Bagok a Mardînê dest bi operasyonekê kiribû, ev operasyon 26’ê Îlonê saet 05:00’an bê ku encamek bigire vekişiyane.

26’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li gundên Arinc, Balvanis, Xalika, Madalan, Sind, Xancinan, Xoxe ên devera Qelanis a girêdayî navçeya Hewlê a Sêrtê, bi beşdariya cerdevanên Hewêl û Êlihê û 2 hezar leşkeran ve li herêmê dest bi operasyoneke berfireh kiribûn. Operasyon 27’ê Îlonê di saetên şevê de bê ku encamek bi dest bixin vekişiyane.

26’ê Îlonê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Şehîd Firat a girêdayî Erzinganê dest bi operasyonekê kiribû. Di saet navbera 15:00-17:30’an de bi desteka balafirên keşfê yên bê mirov (ÎHA) bi hewan û obusan desti bomberdûmanê kirin, saet derdorî 23:00’an operasyon hete berfirehkirin.

27’ê Îlonê saet 04:00’an hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê li qontara Kajerî ya li Geliyê Şehîd Firat e çalakiyek lidar xistin. Di vê çalakiya ji nêz ve li leşkeran hate xistin de, têkildarî hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk ên di saetên sibê de bi desteka helîkopterên Skorsky kuştî û birîndarên xwe ji qadê rakirin, bi helîkopterên Kobra qad bombe kirin.

Operasyona ku bi qismî vekişiyayî bi yekîneyên veşartî bi xebatên kemîn û keşfê dewam dike.

LI BEDLÎSÊ KONTRAYEK HATE KUŞTIN

Li herêma Bedlîsê 27’ê Îlonê saet 09:00’an li dijî kontrayên ku pêşengtî ji operasyonên artêşa Tirk re dikirin çalakiyek hatiye lidarxistin. Di çalakiya li dijî kontrayên li herêmê nêzî gundê Xaçîna ya girêdayî navçeya Mûtkî ya Bedlîsê xebatên kemînan birêve dibir hate lidarxistin de, kontarayek hate kuştin.

27’ê Îlonê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker Girê Korka yê girêdayî Hermêa Metîna ya bi ser Hermên Parastinê yên Medyayê û Girê Heft Tebax ê girêdayî Herêma Garê bomberdûman kirine.