HPG’ê têkildarî çalakiya li Trabzonê daxuyaniyek da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku 11’ê Tebaxê li bejahiya navçeya Maçka ya Trabzonê li di çalakiya li dijî leşkerên Tirk lidar xistin de 1 jê Berbaz 5 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, têkildarî şerê li gundê Aydinlar ê girêdayî navçeya Maçka ya Trabzonê daxuyaniyek da û wiha got:

“11’ê Tebaxê hêzên me, li bejahiya Gundê Aydinlar ê navçeya Maçka ya Trabzonê yekîneyeke artêşa Tirk a dagirker xistibûn bin kontrolê. Saet 15:00’an hêzên me li vê yekîneyê xist û bi qasî hate zelalkirin 1 jê Berbaz 5 leşker hatine kuştin, leşkerek jî birîndar bûye. Piştî çalakiyê artêşa Tirk li herêmê dest bi operasyonekê kiriye.”