HPG'ê têkildarî ajanê bi navê Cotyar Mûhsîn Hisên agahî da

HPG'ê têkildarî ajanê bi navê Cotyar Mûhsîn Hisên agahî da, ku ji ber cihê herêma ji dewleta Tirk re ragihandiye û bûye sedem ku balafirên şer bombeyan li herêmê bibarînin, hate girtin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Şexsê bi navê Cotyar Mûhsîn, ji ber sûcdariyên ku sîxurî kiriye, koordînatên herêmên hêzên me yên gerîla dane ku balafirên şer bombeyan lê bibarînin, ji aliyê hêzên me ve hate girtin. Em; hêzên PKK'ê fedayiyên gelê Kurdistanê ne ku ji bo parastina azadî, demokrasî, edalet û nirxên bingehîn têdikoşin. Bila gelê me yê hêja yê Başûrê Kurdistanê baş bi vê zanibe ku em kesî bi neheqî nagirin û belasebep zerara me nagihêje kesî. Nêzîkatiya me her tim li gorî nirxên em pê ve dilsozin û rastiya gelê Kurd e.

Lê belê kesên lawaz ên mîna Cotyar Mûhsîn ku didin pey çend qurişan û piştî destê xwe dixin xwîna gerîla mîtîngê lidar dixin û rastiyan berevajî dikin. Yên ku berpirsyarê vê rewşa Cotyar Mûhsîn in ew kes in ku zexta sîxuriyê lê kirine û xistine nava vî karê qirêj. Di serî de malbata Cotyar, derdora wî û gelê em yê Behdînanê yê hêja ku ji vê rewşa Cotyar aciz e, divê hesab ji kesên ku Cotyar xistine vê rewşê hesab bipirsin û bi sînga wan bigirin. Şexsê bi navê Cotyar ji eşîra Berwarî ye. Bi salan e em û eşîra Berwarî di nava hev de ne û me ji wan ti carî nebaşî nedît. Lê belê hin kesên ku bi MÎT a Tirk re dixebitin tên hin ciwanan dikin sîxur. Gelê me yê hêja û welatparêz ê Behdînanê û eşîra Berwarî divê bi van kesan nexapin û xwedî li ciwanên xwe derkevin. Ew nêçirvanên mirovan di berdêla pereyan de destê xwe dixin xwîna ciwanên Kurd. Gelê me yê Behdînanê ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de berdêlên xwe yên gelekî giran heye, divê hay ji van kesan hebe û zarokên xwe bi destê wan ve bernede.

Gelê me yê hêja yê Başûrê Kurdistanê li dijî van kesên bi dijminê komkujer, qirker û mêtinger re hevkariyê dikin, îstîxbaratê didin wan, di berdêla pere de xwe difiroşin û ewladên vî gelî îxbar dikin û Kurdan bi Kurdan didin kuştin, xwedî helwest be."