HPG'ê şehîdên Avaşînê bi bîr anî

HPG'ê 4 gerîlayên li Avaşînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir ku berxwedêrên Avaşînê bi berxwedana xwe rûpeleke nû di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de vekirin û xewn û xeyalên dijmin têk birin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên ku 8'ê Cotmehê li Avaşînê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"8'ê Cotmeha 2021'ê li qadên Dola Konferansê û Tabûra Ereban, di êrişên hewayî de ji milîtanên pêşeng ên Berxwedana Avaşînê hevrêyê me Avesta, Adîfe, Berxwedan û Cesûr şehîd bûn. Her çar hevrêyên me di afirandina rêbaza şerê bi rengê tîm ê Gerîlatiya Serdema Nû de bi rola pêşengiyê rabûn û derbên giran li dijmin xistin. Hevrêyên me yên leheng bi şervaniya xwe her tim pêşengî ji me hevrêyên xwe re kirin û şehadeta wan wê bibe hinceta me ya tolhildanê.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Avesta Cûdî
Nav paşnav: Esra Toglik
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fatîm-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Adîfe Kanîreş
Nav paşnav: Dîlan Harmanci
Cihê jidayikbûnê: Çewlik
Dayik-Bav: Makbûle-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Berxwedan Zagros
Nav paşnav: Metîn Ozturk
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Sidika-Emîn
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

Nasnav: Cesûr Axîn
Nav paşnav: Xebat Bozan
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Zehra-Mûhammed
Dem û cihê şehadetê: 8'ê Cotmeha 2021 / Avaşîn

AVESTA CÛDÎ

Hevrêya me Avesta li bajarê Şirnexê ji dayik bû ku gelê me yê li vê herêmê her tim xwedî li Têkoşîna Azadiyê derdikeve û di afirandina kevneşopiya serhildanê de xwedî roleke mezin e. Li nava malbatekê mezin bû ku nirxên xwe yên welatparêziyê gelekî xurt e û gelek milîtanên nemir da têkoşînê. Hevrêya me Avesta zû têkoşîna azadiyê nas kir. Di zarokatiyê de çav li gerîla ket û weke jineke Kurd a ciwan timî dixwest bibe gerîla. Sala 2014'an li ser bingeha artêşbûna jinê li Botanê tevlî nava refên gerîla bû û di demeke kurt de şareza bû, di asta pêşengiyê de tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû. Ji bo ku bi kûrbûna li ser xeta Rêber Apo bibe milîtaneke baş a PAJK'ê timî hewl dida. Hevrêya me Avesta bi keda xwe, xwe afirand û tiştên ku hîn dibû dida derdora xwe. Weke milîtaneke bi vî rengî ji aliyê hevrêyên xwe ve dihate hezkirin. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger li ser Avaşînê dest bi operasyona dagirkeriyê kir, tevî hevrêyên xwe derbên giran li dagirkeran xist û taktîkên gerîla yên serdema nû li qadê xiste meriyetê. Li herêma Avaşînê rêbaza şerê tîm ê gerîla xurt kir, pêşengî jê re kir û fermandariya demê ya YJA Starê bi rengekî serketî temsîl kir. Li her devera ku dagirker lê bûn, çalakiyên afirîner bi rêxistin dikir û cihê xwe di nava van çalakiyan hemûyan de digirt. Ji bo serketina çalakiyan jî bêsînor ked dida. Hevrêya me Avesta weke jineke Kurd a ciwan bi îradeya milîtaniya Apoyî bênavber têkoşiya û ji m hevrêyên xwe re xeta serketinê weke mîrate hişt. Xeta fedayî ya hevrêya me Avesta wê rêya me ronî bike.

ADÎFE KANÎREŞ

Hevrêya me Adîfe li Çewlikê ya ku bi nirxên Kurdistanî dilsoz e ji dayik bû û li nava malbateke welatparêz mezin bû. Di temenê ciwantî de Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir û weke jineke Kurd siyaseta qirêj a sîstemê ji nêz ve dît ku hewl dida ciwanên Kurd ji têkoşînê dûr bixîne. Li dijî vê yekê jî bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû. Demekê beşdarî karên ciwanan bû û weke jineke Kurd a bi rûmet timî weke armanc danî ber xwe ku tevlî nava refên gerîla bibe û armancên azadiyê yên gelê me pêk bîne. Hevrêya me ku bi samîmî, rûkenî û kedkariya xwe bêsînor tevlî nava jiyanê bû, di demeke kurt de bû gerîlayeke şareza, di xeta PKK û PAJK'ê de bû milîtaneke YJA Starê ya mînak. Demeke dirêj li cografya Zagrosan weke jineke Kurd têkoşiya, bû xwedî îradeyek ji pola û di şert û mercên herî giran de gerîlatî kir. Şeva 23'ê Nîsanê dema ku artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyona ji bo dagirkeriyê kir, weke fermandarekê berê xwe da çeperên şer û heta kêliya ku şehîd bikeve bênavber têkoşiya. Hevrêya me Adîfe ku di rêbaza gerîlatiya profesyonel a serdema nû de bû pispor, bi rêbaza şer ê bi tîm û taktîkên şareza derbên giran li dagirkeran xist, pêşengî ji gelek çalakiyan re kir. Tevî hevrêyên xwe bû bendek li pêşiya operasyona dagirkeriyê û pîlanên qirêj ên dagirkeran pûç kir. Bi sekna xwe ya li nava jiyan û şer wê her tim rêya me ronî bike.

BERXWEDAN ZAGROS

Hevrê Berxwedan li Sirûca Rihayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber zextên dijmin û polîtîkaya dijmin a ku dixwaze Kurdan ji Kurdistanê derxe, malbatê koçî Dîlokê kiriye. Hevrê Berxwedan dema ku hatiye temenê ciwantiyê hay ji van polîtîkayên dijmin çêbûye û li hemberî van polîtîkayan ketiye nav têkoşîneke çalak. Di nav xebatên ciwanan de dest bi çalakiyên şoreşgerî kiriye. Di van xebatan de bi helwesta xwe ya wêrek û qet tawîzê nade dijmin derketiye pêş û ciwanên Kurdistanê li dora xwe kom kiriye. Ji ber xebatên serkeftî hevrê Berxwedan dîl ketiye destê dijmin, piştî 4 salên di girtîgehê de, dema ji zindanên dijmin derketiye berê xwe daye çiyayên Kurdistanê. Dema ku hatiye çiyayên Kurdistanê di nava demeke kurt de bi jiyana çiyayan re bûye yek û ligel ku li çiyayan nû jî bûye gerîlayekî jêhatî. Bi tecrubeya jiyanî û danheviya teorîk di her warî de alîkarî daye hevrêyên xwe. Bi vî awayî xwedî li peywirên xwe yên pêşengtiyê derketiye. Hevrê Berxwedan her dem tolhildana ji dijmin di bîra wî de bû û her dem hewl dida di warê leşkerî de xwe bi pêş ve bibe. Tevlî gelek çalakiyan bûye û encama van çalakiyên xwe stendiye. Hevrê Berxwedan piştî sala 2017’an li qada Avaşînê maye û ketiye bin efsûna bedewiya Avaşînê.  Wî her kêlîka berxwedana ji bo Avaşînê hîs kiriye û bi Avaşînê re bûye yek. Ew yekser di nav berxwedana Avaşînê de cih girtiye û bûye parçeyekî kêlîkên dîrokî. Dema ku dijmin bi çekên kîmyewî û metodên dûrî mirovahiyê li tunelên şer êrişî hevrêyên wî kirine, hevrê Berxwedan û hevrê Berxwedan li qada berxwedanê bi tarza gerîlatiya gerok a ku yek ji taktîka şerê serdema nû ye, pêşengiya gelek çalakiyên xurt ên li hemberî dijmin kiriye. 

CESUR AXÎN

Hevrê Cesûr li Kobanê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz e û bandora Şoreşa Azadiyê ya Rojava bûne wesîle ku hevrê Cesûr Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas bike. Ji ber ku felsefeya azadiyê û keda Rêber Apo bûye havevynê Şoreşa Azadiya Rojava û li ser vî esasî ji mirovayetiyê re bûye bingeh, hevrê Cesûr Rêber Apo zêdetir nas kiriye. Hevrê Cesûr ji bo ku Rêber Apo fêm bike û bibe milîtanê fikrên wî biryar daye ku cihê herî rast çiyayên Kurdistanê ye û di sala 2017’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Piştî perwerdehiyeke demkurt hevrê Cesûr çûye qada Avaşînê, pratîka xwe ya gerîlatiyê li Avaşînê bihurandiye û bûye gerîlayekî jîr ê Zagrosê. Wî hemû tecrubeyên xurt ên gerîlatiyê li Zagrosan di nav şertên giran de jiyaye. Hevrê Cesûr rastiya dijmin cara pêşîn li qada Avaşînê nas kiriye û di çalakiyan de rastiya dijmin ji nêz ve dîtiye. Dewleta Tirk a dagirker piştî 23’ê Nîsanê dema êrişên dagirkerî û qirkirinê daye destpêkirin, hevrê Cesûr jî ketiye nav têkoşîneke çalak. Wekî pêşeng tevlî gelek çalakiyan bûye û xwestiye berxwedana hevrêyên xwe yên li tunelên şer bigihîne serfiraziyê. Ji bo vê şev û roj, fedakariyeke mezin nîşan daye. Heta ku bi awayekî fedaiyane şehîd bûye jî qet tawîz nedaye. 

Berxwedêrên Avaşînê yên ku bi berxwedana xwe di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de rûpelekî nû vekirine bi îradeya xwe ya milîtaniya Apoyî hemû xeyalên dijmin şikandin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Avesta, Adîfe, Berxwedan û Cesûr ên ku zincîra qirkirinê ya li ser gelê me parçe kirine, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin."