HPG'ê sê gerîlayên sala 2018'an şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê du gerîlayên sala 2018'an li herêma Zapê ji ber êrîşa hewayî, gerîlayekî li Garzanê ji ber nexweşiyê şehîd bûn bi bîr anî.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Di 17'ê Gulana 2018'an û 17'ê Nîsana 2018'an de ji ber êrîşên hewayî yên balafirên şer ên artêşa TC a dagirker ên li herêma Zapê hevalên me Agît (Mehmet Can Sevîtek) û Xwînrej (Abdullah Karadûman) şehîd bûn. Agahiyên der barê sicîla hevalên me yên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Agît Amed

Nav paşnav: Mehmet Can Sevîtek

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Necla-Îhsan

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Gulana 2018'an / Zap

***

Nasnav: Xwînrej Tolhildan

Nav paşnav: Abdullah Karadûman

Cihê jidayikbûnê: Colemêrg

Dayik-Bav: Feleknaz-Abdulrezzak

Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2018'an / Zap

Hevrêyê me Agît ku li navçeya Sûr a Amedê ji dayik bû, sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Agît ku bi hişmendiyeke welatparêz mezin bû di emrekî ciwan de biryar da ku felsefeya Rêber Apo fêhm bike û xwe bigihîne wê felsefeyê. Bi gotina wî, xiyanet li xewn û xeyalên xwe yên zarokatiyê nekir û da ser şopa xeyalên xwe. Di şerê gerîla de ku têkoşîna rizgarkirin û parastina rûmeta xwe ye di emrê xwe yê ciwan de berpirsyariya xwe ya ji bo parastina xeta milîtaniya Apoyî fêhm kir, li her qadê xwe di çarçoveya vê pîvanê de bi rêxistin kir. Hevrê Agît ku xwe gihand rastiyê di heman demê de pratîkeke bi wate û berhemdar afirand. Li her qadê bi moral û bi coş bû, dihate hezkirin û bedewî li derdora xwe belav dikir. Lehengekî Kurdistanê bû ku her kêliya jiyana xwe watedar kir.

Hevrêyê me Xwînrej li Colemêrgê li nava qadeke welatparêz ji dayik bû. Di emrê ciwantiyê de Tevgera Azadiyê nas kir û bi çand û hişmendiya welatparêziyê zext û êşkenceya dijmin qebûl nekir û sala 2013'an tevlî nava refên têkoşînê bû. Felsefeya jiyanê ya Rêber Apo ji kûrahî ve fêhm kir û di vê oxirê de kedeke mezin afirand. Wezîfeyên xwe hemû bi dîsîplîneke bilind pêk anî û bi fedakariya xwe dihate naskirin. Hevrê Xwînrej ku di nava şert û mercên zehmet de li dijî dagirkeran têkoşîneke xurt meşand, bi sekna xwe ya bi moral û dilê xwe yê paqij ji hevrêyên xwe re bûye mînak.

Hevrêyê me Şervan (Cemalettîn Etîş) ku li Eyaleta Garzanê nexweş ket 24'ê Mijdara 2018'an şehîd bû. Agahiyên der barê sicîla hevrêyê me Şervan Koçer ê şehîd bû wiha ye:

Nasnav: Şervan Koçer

Nav paşnav: Cemalettîn Etîş

Cihê jidayikbûnê: Bedlîs

Dayik-Bav: Berfe-Şîbrî

Dem û cihê şehadetê: 24'ê Mijdara 2018'an / Garzan

Hevrêyê me Şervan sala 1990'î li navçeya Tetwan a Bedlîsê li nava derdoreke welatparêz ji dayik bû. Di emrê ciwantî de bala wî çû ser Tevgera Azadiyê ya Kurd û ji bo li dijî polîtîkayên komkujiyê yên dewleta TC a dagirker ên li dijî gelê Kurd têbikoşe sala 2014'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Şervan li devera lê ji dayik bû û mezin bû gerîlatî kir, wezîfe û berpirsyariyên xwe bi rengekî serketî pêk anî. Li qadên herî dijwar ên gerîlatiyê derbên giran li dijmin xist, bû semboleke berxwedaneke mezin a li dijî dijmin. Hevrê Şervan ji bo paşeroja azad a gelê Kurd mîrateyeke berxwedanê ya mezin ji me re hişt.

Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala têkoşînê ya hevrêyên xwe bi ser bixînin."