HPG’ê sê gerîla bi bîr anî yên ku li Xerzanê şehîd bûbûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 1’ê Gulanê de li qada Qelanîs a Hawêla Sêrtê di bomberdûmana artêşa Tirk de sê gerîla şehîd bûne û nasnameya gerîlayên şehîd eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker di 30’ê Nîsanê de li Qada Qelanîsê ya Hawêla Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin û di 1’ê Gulanê de di bomberdûmanê de 3 gerîla şehîd bûne.

Di daxuniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 12’ê Gulana 2019’an de me daxuyanî dabû ku artêşa Tirk a dagirker di 30’ê Nîsanê de li Qada Qelanîsê ya Hawêla Sêrtê operasyonek dabû destpêkirin û di 1’ê Gulanê de di bomberdûmanê de 3 gerîla şehîd bûne. Di vê êrîşê de hevala me Hêlîn Jiyan a ku di nav Fermandariya Eyaleta Xerzanê cih digire û rêhevalên me Argeş Malazgîrt û Harûm Simko şehîd bûne.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/helin_akide_small.jpg 

Navnav: Hêlîn Jiyan
Nav û Paşnav: Akîde Oztekîn
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayikê - Bav: Nizbet – Abdulhadî
Cih û Dîroka Şehîdbûnê:Sêrtê- 1’ê Gulana 2019

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/arges_serdar_small.jpg 

Navnav: Argeş Malazgirt
Nav û Paşnav: Serdar Demir
Cihê Jidayikbûnê: Mûş
Navê Dayikê - Bav: Perîhan – Seyfettîn
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrtê- 1’ê Gulana 2019

 

https://hezenparastin.info/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2019/harun_lokman_small.jpg 

Navnav: Harûn Simko
Nav û Paşnav: Lokman Nakdî
Cihê Jidayikbûnê: Dîvandere
Navê Dayikê - Bav: Mehzer – Sidik
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Sêrtê- 1’ê Gulana 2019

 

AKÎDE OZTEKÎN (HÊLÎN JIYAN)

Rêhevala me Hêlîn Jiyan di sala 1976’a de li Hezoya Êlihê ji dayîk bûye û bûye şahida qirkirina li ser gelê Kurd. Rêheval Hêlîn ev êrîş qebûl nekiriye û di sala 1999’an de tevlî nav refên Tevgera Azadiyê bûye. Li hemberî komploya li dijî Rêbertîya me tevlî nav refan bûye û bi helwesteke fedaîyane tevgeriyaye. Rêheval Hêlîn li Botan û Herêmên Parastinê yên Medyayê û herî dawîn jî li Eyaleta Xerzanê têkoşiyaye. Di artêşbûna jinan a YJA Starê de îddîa û hewldana wê ev bû ku gerîlatîya profesyonel ava bike. Wê helwest û biryardariya hevala me Hêlîn her dem ji me re bibe rêber.

SERDAR DEMÎR (ARGEŞ MALAZGÎRT)

Rêheval Argeş li Malazgîrta Mûşê ji dayîk bûye û di civakeke Kurdistanî de mezin bûye. Rêheval Argeş di temenekî biçûk de êrîşên li ser gelê Kurd dîtiye û di sala 2016’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Argeş li Eyaleta Xerzanê di nava demeke kurt de bûye gerîlayekî pratîk. Rêheval Argeş bi jîr û zanatîya xwe li qadên ku lê maye, peywirên girîng wergirtiye. Rêheval Argeş heta kêlîka ku şehîd bûye ji bo azadiya gelê Kurd şer kiriye.

LOKMAN HAKDÎ (HARÛN SIMKO)

Rêheval Harûn di sala 1992’an de li bajarê Dîvandereyê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di temenekî biçûk de polîtîkaya qirkirinê ya pergalê dîtiye. Rêheval Harûn di sala 2012’an de tevlî nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Harûn di tevlêbûna xwe ya fedakarî de peywir û berpirsyariyên xwe bi serkeftî pêk aniye.

Malbatên hêja yên rêhevalên me Hêlîn, Argeş û Harûn di serî de em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û em soza xwe dubare dikin ku em ê dahatûyeke azad ava bikin.”