HPG'ê nasnameya şehîdên Zînî Wertê par ve kir

HPG'ê nasnameya şehîdên Zînî Wertê ragihand û got,''Em sond dixwin ku alaya azadiyê ya ku şehîdên me hilgirtine hildin cihê herî jor.''

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

''Di daxuyaniya xwe de ya 16'ê Nîsana 2020'an me bi raya giştî re par ve kiribû, 15'ê Nîsanê nîvrokî artêşa TC'ê ya dagirker êrîşa hewayî aniye ser qada Zînî Wertê ya li herêma Qendîlê ya Qadên Parastinê yên Medyayê û 3 hevalên me şehîd bûne. Agahiyên nasnameyê yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng wiha ne:

Nasnav: Xeyrî Garzan
Nav û Paşnav: Tekmîl Dalmış
Cihê Bûyinê: Êlih
Navê Dê û Bav: Feryaz – Salih
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15'ê Nîsana 2020'an/ Qendîl

Nasnav: Agirî Qendîl
Nav û Paşnav: Hekîm Xuncahan
Cihê Bûyinê: Merîvan
Navê Dê û Bav: Zeynep – Selîm
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15'ê Nîsana 2020'an/ Qendîl

Nasnav: Sîpan Şahîn
Nav û Paşnav: Xebat Casim
Cihê Bûyinê: Serêkaniyê
Navê Dê û Bav: Findiq - Casim
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 15'ê Nîsana 2020'an/ Qendîl

HEVRÊYÊ ME XEYRÎ HER DEMÊ WÊ RÊ NÎŞANÎ ME BIDE

Hevrêyê me Xeyrî 1976'an li Hezo ya Êlihê li nav malbateke welatparêz hatiye dinê û hê zû rastiya Kurdistanê û dijmin nas kiriye. Di demeke wiha de ku hîsên welatparêziyê û bîreweriya welatparêziyê xurt bûye tevlî nav Têkoşîna Azadiyê dibe. Hevrê Xeyrî ku 2008'an tevlî nav refên gerîla dibe  piştî ku tevlî nav têkoşînê dibe bi coşî, dilsozî û fedakariyeke mezin bi hemû giyanê xwe li peywirên xwe xwedî derdikeve. Hevrê Xeyrî li Qadên Parastinê yên Medyayê li gelek qadan bi çalakî tevlî nav xebatan dibe, di meşa azadiyê de bi bawerî û îdîayeke mezin di rêya heqîqetê de bi pêş ve diçe. Herî dawî li qada Qendîlê ku lê dima bi rengekî serkeftî peywirên xwe bi cih aniye. Hevrê Xeyrî xwe di hêla îdeolojîk, siyasî, leşkerî û rêxistinî de bi pêş ve dibe û li ser vê hîmê li hemû qadên ku peywira xwe bi cih tîne bûye hêza çaresriyê û fermandarekî pêşeng ê gerîla. Bi kesayatiya xwe ya dilnizm di dilê hevrêyên xwe de cih digire, ji bo hevrêyên li derdora xwe dibe kaneke mezin a moralê. Hevrê Xeyrî ku di tevahiya jiyana xwe ya têkoşînê de bi wêrekiyeke mezin û bi fedekarî peywirên şoreşê bi cih tîne, bi enerjiya xwe ya ku dawî lê nayê heq ji hemû zordariyan derdikeve û bi coşiyeke mezin her demê bûye encamgir. Têkoşîna tije jiyan a hevrêyê me Xeyrî her demê wê rê nîşanî me bide û bibe ronkahiya şoreşa me.

HEVRÊ AGIRÎ BI KESAYETIYA XWE YA FEDAYÎ HER TIM LI PÊŞ BÛ

Hevrêyê me Agirî li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû, di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Hevrê Agirî ku di temenê ciwantiyê de Têkoşîna Azadiyê nas kir, bi çanda Kurdîtiya kûr a Rojhilatê Kurdistanê ji bo li dijî dagirkeran têbikoşe sala 2017'an tevlî nava refên gerîla bû. Li gelek herêman karkir û li her devera lê ma bi kesayetiya xwe ya fedayî her tim li pêş bû. Hevrê Agirî ku qet randiwestiya, rêbaza gerîlatiya 24 saetan bi cih anî, bi kedkarî û sekna xwe ya fedakar berpirsyariya mezin a wezîfeyên demê da ser milê xwe û bi rengê herî baş pêk anî. Hevalê me Agirî heta kêliya ku şehîd bibe qet nesekinî û heta dawiyê ji bo azadiya gel têkoşiya, tevlî nava karwanê şehîdan bû.

HEVRÊ SÎPAN DI DILÊ HEVRÊYÊN XWE DE XWEDÎ CIHEKÎ MEZIN E

Hevrê Sîpan di sala 1992'an de li bajarê Serêkaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Di ciwantiya xwe de têkoşîn nas kir û tevlî karê civakî bû. Komkujiyên ku dijmin li gelê Kurd dikir qebûl nekir û xwest têkoşîna xwe mezintir bike. Bi vê armancê sala 2012'an tevlî nava refên gerîla bû. Ji kêliya ku tevlî bû Û pê ve bi hişmendiyeke mezin, bi fedakarî tevlî kar bû û di demeke kurt de veguherî gerîlayekî şareza. Her tim dixwest li refên herî pêş li dijî dijmin têbikoşe û bi vê daxwazê ked dida. Heta kêliya ku şehîd bibe bi fedakarî tevlî bû. Hevrê Sîpan bi dilsoziya xwe ya bi Rêbertî û kesayetiya xwe ya têkoşer cihekî mezin di dilê hevrêyên xwe de girt.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûn em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên me bigihînin asta herî bilind."