HPG'ê nasnameya şehîdên Bestayê eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 9 gerîlayên di navbera 8-11'ê Hezîranê de li herêma Besta ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 9 gerîlayên di navbera 8-11'ê Hezîranê de li herêma Besta ya Şirnexê di şer de şehîd bûn eşkere kir.
Daxuyanî li ser malpera înternetê ya HPG'ê hate weşandin û ev agahî hatin dayin:
"11'ê Hezîrana 2018'an li herêma Besta ya Şirnexê ji ber operasyona artêşa TC a dagirker, di navbera hêzên me yên gerîla û hêzên dijmin de şerekî dijwar qewimî.
Di vî şerî de dijmin 3 rojan ji hewayê bomberdûmaneke giran kir. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin ku 1 jê serpel, yek jî polîsê tîmên taybet bûn. Dagirkerên ku li pêşberî berxwedana mezin a gerîla dîn û har bûn, hewldan bi rêya teknîka ji hewa û bejahî ve bi kar dianîn encamê bigirin. Di şer de 9 gerîlayên me yên bi lehengî şer kirin, şehîd bûn."
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:
Nasnav: Avent Andok |
Nasnav: Azad Xirbekê Bestê |
Nasnav: Cigerxwîn Nêçirvan |
Nasnav: Erdal Heştanîn |
Nasnav: Rojhat Zelal |
Nasnav: Şervan Gabar |
Nasnav: Têkoşer Cûdî |
Nasnav: Zinar Çiya |
Nasnav: Zinar Bagok |