HPG'ê nasnameya şehîdekî eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayekî di 22'ê Adarê de li Mêrdînê şehîd bû eşkere kir.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 1'ê Nîsana 2020'an de me ragiahndibûn ku 22'ê Adarê li herêma Omerya ya Mêrdînê di navbera artêşa TC a dagirker û hêzên me de şer qewimiye, di encamê de hevalekî me şehîd bûye. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me yê leheng ê şehîd bûye wiha ne:

Nasnav: Rênas Argeş

Nav paşnav: Kûtbettîn Saltan

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Turkî-Şehmûz

Dem û cihê şehadetê: 22'ê Adara 2020'an / Mêrdîn

Hevrêyê me Rênas sala 1988'an li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û di temenekî ciwan de Tevgera Azadiyê nas kir. Hevrêyê me Rênas têgihîşt ku hêvî û azadiya gelê Kurd li çiyê pêkane û biryar da di vê rêyê de bimeşe. Sala 2011'an tevlî nava refên PKK'ê bû. Li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo û gelê Kurd re hewl da xwe ji nû ve biafirîne û di her kêliyê de xwe bi pêş xist û kir şervanekî xwedî tecrûbe. Hevrê Rênas bi hesta tolhildana ji zilm û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin, bû milîtanek ku xwe fedayî azadiya gelê xwe kir û cihê xwe di mejiyê hevrêyên xwe de girt. Hevrê Rênas ku fermandarekî pêşeng û xwedî tecrûbe bû bi şervanî û taybetmendiya xwe ya çalakgeriyê li pêş bû. Di nava her şert û mercî de her tim bi cidiyet, biryardariyeke mezin nêzî wezîfeyên xwe yên şoreşgerî bû. Heta kêliya dawî wezîfeyên xwe bi rengekî serketî pêk anî û tevlî karwanê şehîdên nemir bû.Di serî de malbata hevrêyê me Rênas ê şehîd bû em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê ala wan a azadiyê bi ser bixînin."