HPG'ê nasnameya gerîlayekî şehîd eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayê li Metînayê şehîd ket eşkere kir û got, "Ji bo hêjayî meşa azadiyê ya hevrêyê xwe Egîd bibin ku li ser xeta fedaîtiyê meşiya, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 21'ê Mijdara 2023'an de me ragihandibûn ku 20'ê Mijdarê li herêma Metînayê hêzên me bi taktîka gerîla ya koordîneyî avêtin ser dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê û di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin, hevrêyê me Egîd ê bi wêrekiya bilind û ruhê fedaîtiyê bi ser dagirkeran ve meşiya şehîd bû.

Hevrêyê me Egîd ku milîtanekî Apoyî yê mînak bû, sekna fedaîtiyê ku nîşaneya jiyana gerîlatî û şoreşgeriyê ye bi serketina mezin a di vê çalakiyê de tacîdar kir û cihê xwe di nava têkoşîna me ya azadiyê de bi rengekî bi rûmet girt. Weke hevrêyên wî, ji bo hêjayî meşa azadiyê ya hevrêyê me Egîd bibin ku li ser xeta fedaîtiyê meşiya, em soz didin ku têkoşîna xwe hîn mezin bikin.

Di serî de malbata hêja ya hevrêyê me Egîd Kobanê em sersaxiyê ji tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Egîd Kobanê bi vî rengî ne:

Nasnav: Egîd Kobanê
Nav paşnav: Mahmûd Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Kobanê
Dayik-Bav: Medîha-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Mijdara 2023 / Metîna

Hevrêyê me Egîd ji malbateke ji eşîra Kêtikî ya welatparêz li Kobanê ji dayik bû. Bi terbiye û exlaqê civakî yê ji malbata xwe wergirtî mezin bû, hîn di zarokatiyê de ji aliyê derdora xwe ve hate hezkirin. Ji ber welatparêziya malbata wî, her wiha tevlîbûna li nava refên gerîla ya ji xizmên wî, bala hevrêyê me Egîd hîn di biçûkaniyê de çû ser partiya me PKK'ê, nas kir. Ji ber ku malbata wî tevlî nava karên şoreşê bû, baldariya wî ya li ser partiya me û gerîla roj bi roj hîn zêde bû. Bi destpêkirina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re bandora fikir û rastiya Rêber Apo ya li ser şoreşê hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, hîn bû. Bi taybetî kete bin bandora kesayetî û têkiliyên hevrêtiyê yên hevrêyên me ku xwe bi fikrê Rêber Apo perwerde kirin. Di heman demê de firsend dît ku analîzên Rêberê me bixwîne, bi vê bandora kûr biryar da ku beşdarî nava refên şoreşê bibe. Ji sala 2014'an û pê ve tevlî nava karên ciwanan bû, bi kesayetiya xwe ya enerjîk û bi xurtî beşdarî nava karên ciwanên şoreşger bû. Li hemberî êrîşên li ser Şoreşa Azadiyê ya Rojava, kete nava lêgerîna wê yekê ku têkoşîna xwe mezin bike. Di sala 2018'an de karên xwe weke şoreşgerekî profesyonel dewam kir. Li gelek herêmên Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê karên ciwanan kir, ji her gelî ciwan zane kir û kir ku beşdarî nava refên şoreşê bibin. Hevrêyê me Egîd li hemberî êrîşên dewleta Tirk a mêtinger qirker ên li ser destketiyên gelê me bû xwedî hêrseke mezin, ji bo hesabê komkujiyên li gelê me tê kirin bipirse biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezin bike. Gihîşt we baweriyê ku ev yek jî tenê bi beşdariya li nava refên gerîla yên li çiyayên Kurdistanê dibe, lewma berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Egîd ku armanca xwe ya zarokatiyê pêk anî, bi kelecan û daxwazeke mezin xwe gihand çiyayên Kurdistanê û zû hînî çiyê bû. Di demekê de ku şer giran bû, zû bi berpirsyariya xwe hesiya, bi lez hînî taktîkên gerîla bû. Di taktîkên gerîla yên serdema nû de xwe şareza kir ku derbên giran li dijmin dixin. Hîn bû ku gelek çekan bi kar bîne û xwe li gorî şert û mercên şer amade kir. Di heman demê de ji bo çêkirina tunelên şer kedeke mezin da, baweriya xwe ya bi taktîka şerê tunelan xist pratîkê. Hevrêyê me Egîd ku kete bin bandora heybetiya çiyayên Kurdistanê û hevrêtiya PKK'ê, bi têkiliyeke xurt bi jiyana PKK'ê ve ahte girêdan. Hevrêyê me Egîd xwest ku vê yekê veguherîne têkilî û girêdaneke hîn bi zanebûn, lewma ji xwe re kir esas ku xwe di paradîgmaya azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk a Rêber Apo de kûr bike ku ji bo tevahiya mirovahiyê formuleke nû ya jiyanê ye. Hevrêyê me bawer kir ku tenê bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo dikare wezîfe û berpirsyariyên xwe yên demê bi cih bîne, bi vê armancê xwe ji ti fedakariyê neda alî. Li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî mirovahiyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, bû xwedî hêrseke mezin û israr kir ku biçe qada şer. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku tenê bi lêdana derbên giran a li dijmin dikare tola hevrêyên xwe yên şehîd hilîne. Hevrêyê me Egîd kûrbûna xwe hemû di vê çarçoveyê de kir, beşdarî nava tîmên gerîla yên bi tevger bû. Li vê derê xwe ji çûyîna çalakiyê re amade kir û bû yek ji mînakên bijarte yên gerîlatiya serdema nû. Bi kesayetiya xwe ya têgihiştî, durust, tevlîbûna xwe ya fedakar û jiyana xwe ya dilnizm, pêkanîna Kurdistana azad ku armanca hevrêyên me yên şehîd bû, ji xwe re kir yek ji armancên mezin. Hevrêyê me Egîd ji bo vê jî ranewestiya, bi dînamîzma ciwantiyê tevlî gelek çalakiyan bû.

20'ê Mijdara 2023'an pêşengî ji wê çalakiya li Girê Ortê ya li Herêma Metînayê re kir ku li dijî leşkerên dijmin hate kirin û 12 dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Egîd bi rêbaza fedaî bi ser dijmin ve çû û derbeke bi bandor li dijmin xist. Di serketina vê çalakiyê de keda hevrêyê me Egîd mezin e. Weke şopdarên wî em ê bîranîna wî ji xwe re bikin hinceta têkoşînê û heta armanca wî pêk bîne, soz didin ku têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin."