HPG’ê nasnameya gerîlayên li Oremarê şehîd bûbûn eşkere kirin

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Oremarê şehîd bûbûn eşkere kir. HPG’ê got; “Hevrêyên me Çiyager Êrîş, Devrîm Firat, Devrîm Roj û Êrîş Andok rê nedane dagirkeran, heta fîşeka xwe ya dawî şer kirine û şehîd bûne.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyeke nivîskî nasnameya 4 gerîlayan eşkere kir yên ku 14’ê Gulanê li herêma Oremar a navçeya Gever ya Colemêrgê şehîd bûbûn.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye;

“Di daxuyaniya me ya 24’ê Gulana 2019’an de; me ragihandibû ku roja 12’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Oremar ya navçeya Gever a Colemêrgê operasyon dabû destpêkirin. Di pêvajoya vê operasyona ku bi desteka teknîka giran pêkhatî de hêzên me li dijî dagirkeran çalakî li dar xistibûn û şer qewimîbû. Hêzên me ku di operasyonê de derbeyek giran li dagirkeran xist bi berxwedana dîrokî bersiv dan dagirkeran. Artêşa TC’ê ya dagirker ku bi hemû îmkanên di destê xwe de êrîşî hêzên me kirin, bi çalakiyên hêzên me pêşxistî têk çûn. Hevrêyên me Çiyager Êrîş, Devrîm Firat, Devrîm Roj û Êrîş Andok ku bi ruhê fedayî parastina xaka Kurdistanê kir rê nedane dagirkeran û heta fîşeka xwe ya dawî şer kirine û şehîd bûn.

Nasnameyên hevrêyên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav:  Çiyager Erîş
Nav û Paşnav: Abdullah Cesûr
Cihê Jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê Dayik - Bav: Nesîbe - Saît
Cih û Demê Şehadetê: Oremar / 14’ê Gulana 2019’an

Çiyager – Abdullah Cesûr

Nasnav:  Devrîm Firat
Nav û Paşnav: Ronî Demîrbaş
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Navê Dayik - Bav: Fehîme - Yakûp
Cih û Demê Şehadetê: Oremar / 14’ê Gulana 2019’an

Devrîm – Ronî Demîrbaş

Nasnav:  Devrîm Roj
Nav û Paşnav: Kadîr Demîr
Cihê Jidayikbûnê: Wan
Navê Dayik - Bav: Îpek - Erol
Cih û Demê Şehadetê: Oremar / 14’ê Gulana 2019’an

Devrîm – Kadîr Demîr

Nasnav:  Erîş Andok
Nav û Paşnav: Îsmaîl Yasûka
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav: Turkan - Nezîr
Cih û Demê Şehadetê: Oremar / 14’ê Gulana 2019’an

Erîş – Îsmaîl Yasûka

 

Her çar hevrêyên me ku di temenê ciwan de ji nêz ve tevgera azadiyê nas kirinr û ji kelehên berxwedanê yên Kurdistanê di dîrokên cûda, bi çanda welatparêziyê ya li derdor qezenç kirin û polîtîkayên zilim û zextê yên dijmin qebûl nekirin beşdarî nava refên gerîla bûn. Hevrêyên me ku di dema tevlîbûnê de di felseeya jiyanê ya Rêber Apo û xeta şer a Egîdan de xwe pêş xistin û bi fedakariyên xwe bûn hevrêyên ku dihatin hezkirin. Hevrêyên me bi dîsîplînekî bilind erkên demê yê tevgerê bêyî kêmahî bi cih anîne. Herî dawî hevrêyên me ku li Oremarê bi erka xwe radibûn li dijî artêşa TC’êya dagirker bi qehremanî şer kirin û derbên giran li dijmin xistin. Tevahiya operasyonê hevrêyên me Çiyager Êrîş, Devrîm Firat, Devrîm Roj û Êrîş Andok ku berxwedanekî dîrokî nîşan dan heta nefesa xwe ya dawiyê girêdayî Rêbertî, Şehîd û têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn û şehîd bûn.

Em di serî de ji malbatên hevrêyên me yên şehîd û hemû gelê welatparêz ên Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza bilindkirina alaya têkoşînê ya hevrêyên me dubare dikin.”