HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd ragihand

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên li Zap û Metîna şehîd bûne eşkere kir û got, “Ew bi helwesta xwe ya li dijî dijmin, bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Pêngava me ya Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê ku di xeta fedaî de hate pêşxistin, bi fedekariya mezin a hevrêyên me didome. Bi vê pêngavê re gelek planên dijmin hatin pûçkirin, derbên mezin li artêşa Tirk a dagirker hatin xistin. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Maraş ku bi ruhê Apoyî û şêwaza lêxistinê serwer e, bi saya sekna bi israr a hevrêyên me yên di xeta Apoyî de ji her demê bêhtir nêzî serkeftinê ye. Hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur ku parêzvanên bênavber ên xeta Fedaî ne, bi helwesta xwe ya li hemberî dijmin bûne nûnerên xeta Apoyî û bi têkoşîna xwe ruh dane xeta berxwedanê ya ji Metîna heta Avaşînê dirêj dibe.

Em soz didin ku em ê berxwedana ku van hevrêyên qehreman dewrî me kirine, ku li qada şer sekna xwe ya fedaî nîşan didin û bê dudilî li ser dijmin dimeşin, bi hişmendiya layiqê wan mezin bikin. Em sersaxiyê ji hemû gelê me yê welatparêz ê Kurdistanê re, di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên me Amargî, Zîn, Arjîn û Ozgur re ku hevrêyên fedaî ya Apoyî ne, dixwazin.

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên ku gihiştine şehadetê wiha ne:

Nasnav: Amargî Şervan Egîd
Nav paşnav: Bûşra Muhammed
Cihê Jidayikbûnê: Tirbespiye
Dayik-Bav: Ceyda - Abid
Dem û cihê şehadetê: 31 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Zîn Doga
Nav paşnav: Nur Hisên Silêman
Cihê Ji Dayikbûnê: Qamîşlo
Dayik- Bav: Resmiya- Hisên
Dem û cihê şehadetê: 29 Gulan 2022 / Zap

Nasnav: Arjîn Êrîş Eruh
Nav Paşnav: Burcu Durmuş
Cihê Jidayikbûnê: Mêrsîn
Dayik- Bav: Kiymet - Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 18 Tebax 2022 / Metîna

Nasnav: Ozgur Dîcle
Nav paşnav: Hasan Biter
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Dayik - Bav: Zeynep - Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 18’ê Tebax

AMARGÎ ŞERVAN EGÎD

Hevrêya me Amargî di malbateke welatparêz de li bajarê Tirbespiyê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bû. Hevrê Amargî ku bi Şoreşa Azadiyê ya Rojava dest bi naskirina Partiya me û felsefeya Rêber Apo kir, bû şahidê pêvajoya şoreşê û şansê dîtina guhertinên di civakê de bû. Bi taybetî ji ber rizgariya jinê û çalakiya wan a mezintir a li nava civakê, bi coş û kelecan bû. Gelên Rojava û Bakurê Sûriyeyê yên ku bi felsefeya Rêber Apo vegeriyan cewherê xwe û dest bi jiyana azad kirin, bandor li hevrê Amargî kir. Ji bo vê jî xwestiye felsefeya Rêbertiyê hîn bêhtir lêkolîn bike û fêm bike. Dîsa di Şoreşa Azadiyê ya Rojava de bi hezaran hevrêyên me bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn, ev yek hevrêya me Amargî ber bi lêgerîneke kûr ve bir. Hevrêya me Amargî bi berpirsyariya xwe ya ciwan haydar bû, xwest van erkan bi cih bîne. Ji ber hevrêyê xwe yê zarokatiyê tevlî nava refên gerîla bû, ew jî biryar da ku were çiyayên azadiya Kurdistanê û di sala 2017'an de tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrê Amargî ku bi îdîa û biryardariyek mezin derbasî çiyayên Kurdistanê yê bi heybet bû, li hemberî xweşikbûna xwezayê Kurdistanê mest bûye û vê yekê bi hevrêyên xwe re jî par ve kiriye. Ji bo vê jî xwe bi temamî bi jiyana çiya û gerîlatiyê ve girê da û di kesayeta xwe de di demeke kurt de guhertinên girîng çêkir. Piştî ku perwerdeya şervanên nû bi awayekî serkeftî bi dawî kir, vê carê weke fermandarekî tîmê tevlî nava xebatên Şervanên nû bû û bi perwerdekirina hevrêyên xwe yên ku nû tevlî nava refên gerîla bûn re mijûl bû. Ji perwerdehiya jiyanî bigire heta perwerdehiya bîrdozî û leşkerî di gelek qadan de hevrêyên xwe perwerde kir û hişt ku bibin gerîlayên jêhatî û bi xwezaya bi heybet a çiyayên Kurdistanê re bikin yek. Hevrêya me Amargî ku di destpêka jiyana xwe ya gerîlatiyê de fermandarî kir, bi sadebûn û rastbûna xwe ya hevrêtiyê, bi dilsoziya xwe ya bênavber a bi Rêber Apo û xeta şehîdan re, ev erka xwe bi awayekî serketî bi cih anî. Lê her tim israr kiriye biçe eniyên şer lê germ û li ser vî esasî di sala 2018’an de derbasî Heftanînê bû. Hevrê Amargî ku li Akademiya Operasyonê ya Rojîn Gewda bi hevrêyên xwe yên jin li qada Heftanî perwerdeya leşkerî dît, ne tenê di taktîk û şêwaza leşkerî ya serdema nû de xwe pêş xist, di heman demê de firsend dît ku hêz û potansiyela xwe jî bibîne. Piştî ku ev pêvajoya perwerdeyê bi serkeftî bi dawî kir, cihê xwe di nava yekîneyên leşkerî de girt. Di yekîneyan de tevî hevrêyên xwe nîqaş li ser çalakiyên dijberî dijmin meşand û bi ezmûna ku ji perwerdehiyê bi dest xistiye, kir yek. Di vê wateyê de weke gerîlayekî YJA Starê yê xwedî tecrûbe û jêhatî, daxwaza xwe ya tevlîbûna çalakiyê ji hevrêyên xwe re ragihand û ev pêşniyar hate qebûlkirin. Hevrê Amargî ku li qada Heftenîn di gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt, bi cesaret û tevlêbûna xwe ya wêrek bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wê, ew mînak bigirin.  Ji bo di çalakiyan de derbên dijwar li dijmin bixe, li ser taktîkên gerîla yên serdema nû lêhurbûneke kûr kir û bû xwedî sekneke mîna mîsyona pêşeng a YJA Starê. Hevrêya me Amargî ku li Heftanînê li gelek herêman gerîlatî kir, ezmûna xwe ya leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir û di sala 2019’an de dema operasyonên dijmin dest pê kir, bi hevrêyên xwe re derbên giran li dijmin xist. Li herêma Heftenînê ku destanên dîrokî û bi dehan çîrokên lehengiyê lê tên jiyîn, fedaîbûna gelek hevrêyên wê yên li hemberî dijmin û şehadeta wan bû sedem ku hevrê Amargî zêdetir li hemberî dijmin şer bike. Li ser vê bingehê di demên dawî de bi tîmên bi tevger re beşdarî gelek çalakiyên li qada Heftanînê bû û xwest tola van hevrêyan hilîne. Her çiqas di van çalakiyan de bi ser ketibe jî vê yekê têr nedidît û difikirî ku divê têkoşîna xwe hîn berfirehtir bike. Berxwedana hevrêyên wê ya li hemberî dijmin bi awayeke fedaî, bandor li hevrêya me Amargî kiriye, pê bawer bû ku bi tevlîbûna li nava xebatên Hêzên Taybet re wê hem dilsoziya xwe ya bi şehîdan re bi cih bîne, hem jî bi vî rengî têkoşîna xwe hê bêhtir mezin bike. Hevrê Amargî ku bi vê lêhurbûnê di nava xebatên Hêzên Taybet de cih girt, bi perwerdeya ku dît, di xeta fermandara me ya fedaî Zîlan de xwe kûr kir. Bi qasî di perwerdeyê de tevlî jiyanê bû û bi vî rengî anî ziman ku xwe bêhtir nêzî Rêbertî û hevrêyên xwe yên şehîd hîs kiriye.

Weke gerîlayeke YJA Starê ya fedaî di şert û mercên herî dijwar de perwerdeya xwe ya têkoşînê hembêz kir û di van perwerdeyan de dema dem û cih hat di qada şer de serkeftina xwe nîşan da. Hevrêya me Amargî ku fikir, gotin û pratîka wî yek e, di nava tîmên yekemîn de bû ku li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê bersiv da û derbên giran li dijmin xist. Hevrêya me Amargî ku di nava tîmên ku demeke dirêj nehiştin dijmin dakeve qadên berxwedanê bû, tevî hemû êrîşên dijwar ên dijmin kêliyekê jî dudilî nebû û heta nefesa xwe ya dawî bi fedaî şer kir û gihîşt şehadetê. Hevrêya me Amargî ku yek ji milîtanên pêşeng ên xwerêveberiyê yên gerîlayên serdema nû ye, bi pakî, durustî û tevlîbûna xwe ya di xeta fermandara me ya fedayî Zîlan de wê her tim di têkoşîna me de bijî. Hevrêya me Amargî ku yek ji pêşengên pêngava serdema nû yên gerîla ye, bi pakî, durustî û tevlîbûna xwe ya di xeta fermandara me ya fedayî Zîlan de wê her tim di têkoşîna me de bijî.

ZÎN DOGA

Qamişlo bajarê berxwedanê yê Rojavayê Kurdistanê, bi hezaran zarokên xwe yên leheng û bi sekna xwe ya serî hildêr, serî li ber dijmin nedanî, îro jî vê erkê bi cih tîne. Dîsa bi tevlîbûna bi sedan zarokên xwe di nava refên azadiyê de erka xwe ya welatparêziyê bi cih tîne. Hevrêya me Zîn di malbateke welatparêz de li bajarê Qamişlo ku ev rastiya civakî lê serdest e, hatiye dinê. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû, partiya me PKK’ê di zarokatiya xwe de nas kir. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava re hevrêya me Zîn cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt û weke jineke ciwan a Kurd berpirsyariyên xwe bi cih anî. Di sala 2015’an de dema ku li dijî çeteyan şerekî dijwar hate meşandin, tevlî nava refên YPJ’ê bû ku destanên lehengiyê nivîsandine.

Hevrê Zîn ku bi gelek pêngavan derb li çeteyan xist, di dema şer de bi wêrekiya xwe ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê. Tevî ku di vî şerî de gelek caran birîndar bû jî bêyî ku îrade û biryardariya xwe winda bike tevlîbûna xwe ya têkoşînê domand. Hevrêya me Zîn xwe di warê leşkerî de heta astek perwerde kir û di pêngavên ku di nav de cih girtiye ezmûna xwe zêde kiriye, ji bo di felsefeya mîmarê Şoreşa Azadiyê ya Rojava Rêber Apo baştir were fêmkirin û kûrtir bibe beşdarî perwerdeyên bîrdozî bû. Di pêvajoya perwerdeyê de bi taybetî bal kişand ser Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêbertiya me û hewl da rewşa koledariyê ya ku ji aliyê zîhniyeta serdest a mêr ve li ser jinê hatiye ferzkirin baştir fêm bike. Dema rastiya jinê ya dîrokî û rewşa îro tê de dan ber hev, gelekî hêrs bû û vê hêrsê hevrêya me Zîn kir ku zêdetir têbikoşe. Di heman demê de bandora zihniyeta serdest a mêr ku berhema hezar salan e, li ser kesayeta xwe jî girt dest û ketiye lêgerîna derbaskirina kêmasiyên xwe. Di vê wateyê de li ser serpêhatî û rastiya têkoşînê ya Bêrîtan, Zîlan û Sarayan ku di nava refên PKK’ê de mîlîtanên jin ên mînak in, rawestiyaye û bi dersên ku ji jiyana van hevrêyên me derxistiye, sekna xwe ya jiyan û têkoşînê diyar kiriye. Di van pêvajoyên perwerdeyê de sekna xwe ya li hemberî rastiya Rêbertî û şehîdan lêpirsîn kir û xwe netemam û deyndarê vê rastiyê dît. Ji bo vê jî ketiye nava lêgerînên kûr û her tim xwestiye zêdetir têbikoşe. Piştî perwerdeya ku dît, tevlî xebatên wekî çapemenî û ragihandinê bû ku pêbawerî û kesayetek bi disîplîn lazim bû û bi serkeftina xwe ya di van xebatan de ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêya me Zîn a ku di demên ku van xebatan dimeşîne de lêhurbûna xwe berdewam kir, di derbarê rêbaza têkoşînê de xwest gavên hîn zelaltir biavêje.

Li ser vê bingehê hevrêya me Zîn a ku berê xwe da çiyayên Kurdistanê, bi tevlîbûna xwe ya bi coş û kelecan di demeke kin de xwe bi çiya û jiyana gerîlatiyê re adapte kir; di nav çend mehan de ezmûna gelek salan bi dest xist. Piştî derbasî çiyê bû, di demeke kin de beşdarî xebatên Hêzên Taybet bû. Lêhurbûna kûr ku di nava Hêzên Taybet de jî berdewam kir, fikirî ku dikare veguherîne têkoşînek bi kalîte. Hevrêya me Zîn a ku ji bo vê fikrê bi cih bîne kedeke mezin daye, di her xebata ku daye destpêkirin de bi baweriya xwe ya bi xwe re bi ser ketiye. Di her xebatên ku di nav de cih girt bi azwerî û însiyatîfa xwe bû pêşeng û mîsyona xwe ya gerîlaya YJA Starê bi cih anî.

Hevrêya me Zîn a ku di hemû şert û mercên dijwar de serketinê weke armanca sereke destnîşan kiriye, dema êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dest pê kir, di nava tîmên gerîla yên yekemîn de bû, bersiv da dijmin. Hevrêya me Zîn a ku bi taktîka gerîlla bawere, li dijî dagirkerên ku dixwestin li qadên berxwedanê bi cih bibin, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û gihişt şehadetê. Em soz didin ku em ê têkoşîna hevrê Zîn a ku dilê wê bi qasî îdiaya wî mezin e, bi berpirsyariya ku di şexsê wê de layiqî hemû hevrêyên xwe yên şehîd bin û armanca wan bigihînin serkeftinê.

ARJÎN ÊRÎŞ ERUH

Hevrêya me Arjîn di malbateke welatparêz de ku bi welatparêziya xwe ya kûr tê naskirin û ji navçeya Dihê ya Sertê ye ku fîşeka destpêkê li mêtingeriyê hate xistin û ji ber zexta dijmin neçar ma koçî Mersînê bike, ji dayik bû û mezin bû. Tevî ku li metropolên Tirkiyeyê mezin bû jî, ji çand û nirxên Kurdistanî yên ku wê afirandine qet qut nebû û ji nasnameya xwe ya civakî û rastiya gel dûr neket. Ji nêz ve şahidî ji polîtîkayên asîmîlasyon û parçekirinê yên dewleta Tirk a mêtînger, qirker di şexsê jin û ciwanan de li ser gelê Kurd daye meşandin. Ji ber ku malbat û xizmên wê di nava têkoşînê de cih digirtin û di zindanan de hatine girtin, di temenê xwe yê biçûk de bû şahidê zilm û zordariya dewleta Tirk a faşîst. Hevrêya me Arjîn kevneşopiya têkoşînê ya kevnar a xaka ku lê bû berdewam kir û li dijî van hemû polîtîka û zextan li ber xwe da. Hevrêya me Arjîn ku piştî çeteyên barbar ên DAÎŞ'ê bi desteka dewleta Tirk a qirker êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û komkujiyên herî hovane li ser gelê me kir, bandorên têkoşîn û şehadeta ciwanên Kurd ên qehreman di civaka me de dît û di demeke kurt de gihişt asta hişmeniyek kûr. Hevrêya me Arjîn dît ku bersiva herî mezin a ku dikare li dijî polîtîkayên bêhişkirinê yên ku dewleta Tirk a faşîst, qirker dixwaze li ser jin û ciwanan pêk bîne û barbariya çeteyên DAÎŞ'ê ya li hember jinê ew bû ku mîna her mirovekî Kurd ê bi rûmet şer bike û li dijî hovîtiya DAÎŞ'ê çû Rojavayê Kurdistanê

Hevrêya me Arjîn di nava berxwedana Kobanê ya ku berxwedana rûmeta mirovahiyê ye, ji roja ewil tevlî bû, bi hêzeke bêdawî berê xwe daye çeperên şer û bi gelek hevrêyên xwe re di serketina vê berxwedanê de kedeke mezin daye. Li aliyekî hevrêya me Arjîn berxwedana herî bi heybet a dîrokê bi hevrêyên xwe berdewam kir, li aliyê din jî, ji aliyê îdeolojîk ve xwe îhmal nekir. Li ser Îdeolojiya Azadiya Jinê ya Rêber Apo rawestiya û bi qasî hîn bû hewl da bike pratîkê.

Di xeta Arîn û Zehrayan de di nava têkoşîna şer û jiyanê de bûye. Hevrêya me Arjîn a ku qirêjî û hînbûnên pergala ku jê dihat ferzkirin bi awayekî vekirî bi hevrêyên xwe re parve kir, ji bo ji holê rakirina van taybetmendiyên pergalê vîn û hewldaneke mezin nîşan da. Zelaliya hevrêya me Arjîn bandor li hemû hevrêyên xwe kir û bi vê taybetmendiya xwe ve bû hevrêyekî rêzdar. Hevrêya me Arjîn a ku giraniya nekarîbû alîkariya hevrêyên xwe yên di çeperên şer de birîndar bikira, di beşa tenduristiyê de perwerde dîbû ku bikaribe zêdetir alîkariya hevrêyên xwe bike. Hevrêya me Arjîn li ser vê bingehê hem weke fermandarekî jêhatî hem jî weke doktorekî di gelek qadên têkoşînê de roleke girîng lîstiye. Hevrêya me Arjîn di serketinên li dijî DAIŞ'ê de kedeke girîng da û piştî ku wezîfeyên xwe bi cih anî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê ku xeyala wê ya ciwantî bû. 

Hevrêya me Arjîn bi fedekariyeke mezin tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a ku li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker li Metîna dabû destpêkirin, bû. Hevrêya me Arjîn ku şervanek a YJA Starê ya jêhatî bû, xwe ji parvekirina ezmûnên xwe yên şer bi hevrêyên xwe re paşve neda. Hevrêya me Arjîn a ku bi zekaya xwe ya pratîkî ji hînbûnê re amade bû û ji pêşketinê re vekirî bû, xwedî kesayetiyekê bû ku bêyî ku karekê ji hevrêyên xwe re bihêle, bi xwe diçû serê, fêr dibû û dikir. Ji ber vê yekê dihat zanîn ku her erka hevrêya me Arjîn wê bi serketî bi dawî bibûya. Hevrê Arjîn ku di jiyana xwe ya şoreşgerî de ji bilî serketinê ti pîvan qebûl nedikir, bi vê helwesta xwe ya ku bawerî dida hevrêyên li kêleka xwe, di demeke kurt de hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêya me Arjîn ku bi kesayeta xwe ya kedkar di her qadên ku lê dima de dihat naskirin, bi venêrîna li hevrêyên xwe yên birîndar ya bi fedekariyeke mezin, di dilê hemû hevalên xwe de cih girt. 

Hevrêya me Arjîn jî weke doktorekî şer û şervaneke jêhatî ya YJA Starê, di gelek çalakiyên li herêma Metîna ku derbên giran li dagirkeran hatin xistin de rol lîst û û bi xwebexşî û fedekariyeke mezin li hevalên xwe yên birîndar xwedî derket. Hevrêya me Arjîn a ku ji roja ku tevlî bûye û heta roja ku gihîştiye şehadetê ji kesayeta xwe ya kedkar û fedakar tawîz nedaye, yek ji hevalên me ye ku di şer de bi şêwazekî encamgir li dagirkeran xistiye. Em weke şopdarên wê soz didin ku em ê mîrateya berxwedanê ya ku hevrêya me Arjîn ji me re hiştiye bidomînin û di şexsê hevrêya xwe de em ê xeyalên hemû şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin. 

OZGUR DÎCLE

Hevrêyê me Ozgur li bajarê serhildan û berxwedanê bajarê Cizîra Botanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Di zarokatiya xwe de, ji ber ku li hawîrdor û malbateke welatparêz de jiyabû, Partiya me nas kir. Gelê me yê Cizîrî ku hema bêje her roj rastî zextên dijmin tên, ti carî van polîtîkayên zext û tirsandinê qebûl nekirine û her tim bi sekneke serhildanê helwesta pêwîst ji dijmin re nîşan daye. Ev yek ne tenê ji bo pêkanînên rojane yên dijmin ên li Cizîrê dikir, di heman demê de li her cihê ku gelê me di bin zilmê de bûya, gelê me yê Cizîrî bi ruhekî netewî li dijî dijmin derdiket. 

Nayê hizirkirin ku hevrêyê me Ozgur ê ku di nava hawîrdoreke wiha welatparêzî de mezin bûye, jê bandor nebûbe. Dema gihîşt temenê xwe yê ciwaniyê ji nêz ve şahidiya zilm û zordariya li ser gelê me dike û bi vê yekê dizane ku divê weke ciwanekî Kurd ê welatparêz bi berpirsyariya xwe rabe. Li ser vê bingehê di nava xebatên ciwanan de cih girt û bû yek ji pêşengên ciwanên Cizîrê. Di çalakiyên hişyarkirina gelê me û ciwanên me yên li Cizîrê de cih girt û di avakirina hişmendiya xweparastinê ya li hemberî dijmin de roleke girîng lîst. Di çalakiyên li dijî Komploya Navdewletî ya ku li dijî Rêbertiya me hat pêşxistin û di rastiyê de qirkirina gelê me armanc dike cih digire û di lêdana li dijmin de roleke girîng lîstiye. Ji ber vê yekê dîl ket destê dijmin û nêzî 13 mehan di zindanê de ma. Hevrêyê me Ozgur ku di demeke kin de pê hesiya ku dijmin ji bo gelê me bitirsîne û ji têkoşînê dûr bixîne zindan dîzayn kiriye, li dijî van polîtîkayên li ser xeta berxwedanê ya Partiya me li ber xwe da û polîtîkayên dijmin pûç kir. Hevrêyê me yê ku piştî derketina ji zindanê gavekê jî ji helwesta xwe ya şoreşgerî paşve neavêt, li hemberî dijmin hîn bêhtir radîkal bû. Di sala 2009’an de dema ji bo pîrozbahiya rojbûna Rêbertiya me çû gundê Amara, hevrêyê me Ozgur ku di nava gelê me yê ku di bin êrîşên dijmin de bû, li vir şahidiya şehadeta du hevrêyên xwe kir û hê bêhtir li dijmin hêrs bû. Bi vê boneyê beşdarî serhildanên li Cizîrê ku bi rojan dom kir bû û soza hilanîna tola hevrêyên xwe da. Hevalê me Ozgur ê ku mixabin piştî çalakiyan ji aliyê dijmin ve hate girtin, nêzî 2 salên din di zindanê de ma. Di vê pêvajoya zindanê de firsenda ku xwe di aliyê îdeolojîk de hîn kûrtir bike peyda kir û di pîvanên Apoyî de dest bi avakirina kesayeta xwe kir. Hevrêyê me Ozgur ku xwe ji têkoşîneke dijwartir re amade kiribû, dema ji zindanê derket, bera xwe da çiyayên Kurdistanê û di sala 2011’an de tevlî nava refên gerîla bû. 

Hevrêyê me Ozgur ku piştî tevlîbûna nava refên gerîla li qada Metîna yekem perwerdeya xwe dît, ezmûna xwe ya yekemîn a pratîkî jî di vê qadê de qezenc kir. Jiyana çiya û gerîla ji bo xwe weke destpêkek nû nirxand û karî xwe ji bo jiyana nû ya ku dest pê kiriye feda bike. Hevrêyê me Ozgur ku xwe spart hewaya azadker a çiyê û roj bi roj xwe ji bandorên pergalê rizgar kir, felsefeya Apoyî ya ku bi teorîk dizanibû kir bingeha jiyana xwe. Hevrêyê me Ozgur ku di pratîka xwe ya nêzî du salan a li Metîna de di warê îdeolojîk û leşkerî de xwe jêhatî kiribû, li dijî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li ser gelê me, xwest bi gelê me re li çeperên berxwedanê cih bigire û li ser vê bingehê tevlê şerê li dijî DAÎŞ’ê bû. Di şer de bi wêrekiya xwe bû mîlîtanekî mînak û di gelek çalakiyan de cih girt û hesabê komkujiyên li ser gelê me kirinî ji çeteyan pirsî. Hevrêyê me Ozgur ku di şerê dijwar de ti carî xwe paşve nekişand, 2 caran birîndar bû, lê ji bo gelê me di zûtirîn dem de azadiya xwe bi dest bixe û çeteyan ji asta hêmanê gefêbûyînê derxîne, demildest birînên xwe pêçat û dîsa cihê xwe di nava refan de girt. Hevrêyê me Ozgur ku di şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi sekna xwe ya fedakar û wêrek bû mîlîtaneke mînak, dema ku li Bakurê Kurdistanê Berxwedana Xwerêveberiyê dest pê kir berê xwe da xaka Botanê ku lê ji dayik bûbû û bi gelê me re di berxwedanê de cîh girt. Hevrêyê me Ozgur piştî demeke kin di nava vê pêvajoya berxwedanê de ma, dîsa berê xwe da Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Akademiya Hakî Karer beşdarî perwerdeyê bû û firsend dît ku pratîka şer binirxîne. Hevrêyê me Ozgur ku derfet dît ku tevlîbûna xwe ya di pêvajoya şer de bi berfirehî binirxîne û lêbipirsîn bike, dersên pêwîst girt û ji bo kêmasiyên xwe temam bike bi her awayî xwe perwerde kir. Di wê baweriyê de bû ku ji bo bikaribe bersivê bide kêliyên dîrokî yên tê de derbas dibin, divê destpêkê di felsefeya Apoyî de kûr bibe. Hevrêyê me Ozgur ku di wê baweriyê de bû ku şerê me bi şêwazê milîtaniya Apoyî encax dikare encam bigire, di taktîk û şêwaza şer a serdema nû de jî xwe nû kir. Ji şêwazê tevgerê ya gerîlayên serdema nû bigire heta şêwaz û cureyên çalakiyê, di gelek waran de xwe pêş xist û israr kir ku careke din biçe qadên pratîk. Li ser vê bingehê hevrêyê me Ozgur ku derbasî qada Metîna bû, derfetê pratîkkirina danehevên ku di perwerdeyan de bi dest xistiye peyda kir. Bi taybetî ji bo pêkanîna dewlemend a taktîkên gerîla yên serdema nû xebat û têkoşîn kir. Li hemberî êrîşên dijmin ên li hemberî gelê me û operasyonên dagirkeriyê yên li hemberî qadên gerîla pêwîstiya çalakiyan zanîbû û di vî warî de hewl da. Di gelek çalakiyên li dijî dijmin ên li herêma Metîna hate lidarxistin de, li eniya pêş bû û derbên giran li dijmin xist. Her carê bi rêbaz û taktîkên cuda li hemberî dijmin çalakî pêş xistiye û taktîkên gerîla yên serdema nû pêk aniye. 

Hevrêyê me Ozgur ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê her tim di nava çalakiyan de bû, ji Zendûra heta Girê Hakkarî li gelek qadan ma û li dijî dijmin di nava çalakiyan de bû. Bi taybetî jî di êrîşên dagirkeriyê yên dijmin ên li dijî herêma Girê Hakkarî de, di nava têkoşîneke bê hempa de cih girt. Hevrêyê me Ozgur ku bi dilsoziya xwe ya ji bo hevrêyên xwe her tim li pêş bû, ji bo tevkariyê li hevalên xwe yên di tunelên berxwedanê de bike, her tim bi tîmên bi tevger re çalakî kir û derbên giran li êrîşên dagirkeriyê yên dijmin xist. Hevrêyê me Ozgur ku di hevrêtiya xwe de bi sadebûn, durustî û jiyana xwe ya dilnizm karîbû bibe milîtanekî Apoyî yê mînak, wê her tim di têkoşîna me de bijî.”