HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd eşkere kir û got “Em soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna ku şehîdên me yên qehreman ji me re hiştine û peywirên xwe yên şoreşê bi cih bînin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd ev daxuyanî da:

 “Ji roja ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîş daye destpêkirin hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber tevlî nav berxwedana destanî bû û bi fedakariyeke mezin xeyalên dagirkeriyê yên dijmin pûç kirin. Hevrêyên me li hemberî dijmin bi fedaî şer kirin û şehîd bûn. Ev hevalên me ji roja destpêkê ya berxwedanê ve, ji bo ku dijmin têk biçe, tevlî nav xebatên cihê bûn, him jî binesaziya berxwedanê ava kirin û dema ku wexta wê hat jî tevlî vê berxwedana aktîf bûn. Hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber ên bi fedekariyeke mezin û bi azweriya azadiyê tevlî berxwedana dîrokî bûn, wekî fermandarên pêşeng ên Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş mîrateyeke mezin a berxwedanê li pey xwe hiştin. Em soz didin ku em ê erkên têkoşîn û şoreşgerî yên van şehîdên qehreman ji me re hiştine bi berpirsyariya ku em ê layiqî wan bin, pêk bînin.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wisa ye:

  Nasnav: Xelef Tolhildan

  Nav û paşnav: Serhat Erdogan

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav: Sabriye - Kamîl

  Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Şahîn Botan

  Nav û paşnav: Serdar Salgûcak

  Cihê jidayikbûnê: Şirnex

  Navê dê û bav:Xezal – Derwêş

 Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav: Rênas Dêrik

  Nav û paşnav: Cemîl Akar

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Fatîme - Hamdûllah

 Dem û cihê şehadetê: 25’ê Mijdara 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

 

  Nasnav:Rêncber Rêbaz

  Nav û paşnav: Mihemed Osman

  Cihê jidayikbûnê: Kobanê

  Navê dê û bav: Şemsê - Mahmûd

 Dem û cihê şehadetê: 26’ê Îlona 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

XELEF TOLHILDAN

Cizîra Botan bi çanda xwe ya berxwedanê û bi israra xwe ya di jiyana azad de bûye navendeke girîng a berxwedanê. Gelê me yê Cizîra Botan di dîroka Kurdistanê de ti carî li hemberî zilmê stûyê xwe xwar nekir û bi vê taybetmendiya xwe bûye yek ji pêşengên welatparêziya Kurdistanê. Dîsa gelê me yê Cizîra Botan ku hema hema di her serdema dîrokê de li ser wê êrîş û qetlîam hate kirin jî, bi serhildanan bersiv da van hemûyan. Ev gelê me yê qehreman li hemberî hemû êrîşan ji bo jiyana azad zarokên xwe yên qehreman feda kirine û li hember êrîşên herî giran ên gelê me bi mezinkirina mîrateya berxwedanê bûne layiqên qehremaniya gelê me. Hevrêyê me Xelef li Cizîra Botan, di malbateke dilsozê çanda welatparêziyê de ji dayik bû û weke yek ji lawên leheng ên gelê me mezin bû. Hevrêyê me Xelef ji zarokatiya xwe ve bûye şahidê êrîş û qetlîamên dewleta Tirk a faşîst û mêtinger. Ji ber ku di nava hawîrdoreke welatparêzî de mezin bû û şahidiya serhildan û ruhê berxwedanê yê gelê Cizîrê kir, van tiştan di kesayeta hevrêyê me Xelef de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Xelef weke her ciwanê Kurd ê bi rûmet divê li hemberî komkujiya li ser gelê Kurd berpirsyariya xwe bi cih anî û ew jî li rêya têkoşînê geriya. Êşkence û hewldanên jehrîkirinê yên ku dewleta Tirk a faşîst a li hemberî Rêbertiya me dikir, ji bo Hevrêyê me Xelef û her wiha ji bo ciwanên Kurd veguherî hinceteke mezin a tolhildanê. Li ser vî esasî hevrêyê me biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrê Xelef ku di sala 2015'an de ji axa ku ji dayik bûye, tevlî nava refên gerîla bû. Ji bo perwerdehiya xwe ya nû ya şervaniyê bi dawî bike derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Xelef ku di pêvajoya perwerdeyê de kîn û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin derxistiye holê, hem bi kesayeta xwe ya kedkar û hem jî bi pêşketina xwe ya îdeolojîk re, adapteyî jiyana gerîla bûye. Hevrêyê me Xelef li qadên Metîna û Zapê di serî de xebatên binesaziyê hemû peywirên xwe bi serkeftî bi cih aniye û ji ber vê taybetmendiya xwe hevalên wî jê hez dikirin. Hevrê Xelef ji ber ku kesekî rûken bû û her dem moral dida hevalên xwe, li her qadê jê dihat hezkirin. Hevrêyê me Xelef ku bê hesap û bi hewldan beşdarî jiyanê bû, dema ku ked dida bextewar dibû û dema ku bextewar dibû xwedî li jiyan û hevrêyên xwe derdiket. Hevrêyê me Xelef ku ji tevlîbûn û çalakiya fermandara me ya pêşeng Hevrê Şehîd Zîlan û encamên çalakiya wî bandor bûye, ji bo xwe zêdetir di xeta Zîlan de perwerde bike, tevlî xebatên Hêzên Taybet bû. Hevrê Xelef ku li ser xeta fedaî, erkên hevrêtiyê, berpirsyarî û erkên şoreşgerî kûr bû.  Hevrê Xelef ku gotina Rêbertî ya “Zehmetî kesayetên xurt diafirîne” ji xwe re esas girt û bi vî awayî tevlî nav xebatên Hêzên Taybet bû. Wî li hemberî rewşên zehmet tu carî dev ji têkoşîna xwe berneda û roj bi roj di warê îrade, fikir û leşkerî de geşedaneke mezin jiyaye.

Hevrêyê me Xelef çawa di warê leşkerî û bîrdozî de xwe bi pêş ve bir, di sekna xwe ya li hemberî dijmin de jî helwesteke zelal, bi biryar û bi israr nîşan da. Ji ber ku dijmin bi awayekî sîstematîk çekên kîmyewî bi kar anî, ev êrîş bûne sedem ku hêrsa hevalê me Xelef jî zêde bibe. Hevrêyê me Xelef ê ku di Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûr a Şehîd Savaş Mereşê de cih girtibû, hewl da ku erkên xwe  bi awayekî herî baş bi cih bîne. Hevrêyê me Xelef ku ji roja ewil heta roja ku şehîd bûye li ser şopa hevrêyên me yên şehîd meşiyaye, mîrateyek mezin a têkoşînê ji me re hiştiye.

ŞAHÎN BOTAN

Hevrêyê me Şahîn di malbateke welatparêz de li Şirnexê ji dayik bû. Bi taybetmendiyên berxwedêr ên Botanê ku çand û kevneşopiya kevnar a Kurdistanê lê tê jiyîn, mezin bû. Kesayetiya hevrêyê me Şahîn bi xwedîderketina li taybetmendiyên Botanê yên fedakar, kedkar, wêrek û hestiyar ava bûye. Ji ber ku malbata wî welatparêz bû û di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de cih girt, wî jî di temenekî biçûk de derfeta naskirina Partiya me peyda kir. Bi berxwedaniya destanî û bîranînên fermandar û şervanên pêşeng ên di nava Tevgera Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne, mezin bû. Hevrêyê me Şahîn ji kevneşopiyeke bi vî rengî ya kûr hatiye, tevî tiştên ku li gelê me hatine kirin jî bûye ciwanekî hestiyar. Hevrêyê me Şahîn bûye şahidê gelek zilm, komkujî û êşkenceyên ku dagirkeran li ser bavê wî kiriye. Her roja ku derbas dibû kîn û hêrsa wî ya li hemberî dagirkeran zêde bû û dixwest vê bike sedema tolhildanê. Wî diyar dikir ku divê hesabê her zilm û qetlîamê were pirsîn. Hevrê Şahîn dema ku wexteke guncav peyda kir, tevlî nav refên azadiyê bû. Wî berê xwe daye qada Besta ya ku dilê Botanê ye. Heta demekê li qadên Besta û Cûdiyê maye. Jiyana gerîla û hevrêtiya PKK’ê gelek bandor li ser wî kiriye. Ji bo ku xwe bi pêş ve bibe û karibe bibe gerîlayekî profesyonel derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bûye.

Hevrêyê me Şahîn ê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê perwerdeya xwe ya bingehîn dît, hîn bêhtir bi zanebûn tevlî bû. Hevrêyê me Şahîn ku bi coş û moraleke mezin dest bi pratîka xwe kir, bi lez û bez xwe pêş xist.Hevrê Şahîn hê di sala pêşîn de tevlî nav xebatên kûryeyê bûye ku ji bo vê xebatê divê li ser qadê serwer be, fedakar û hestiyar be. Hevrê Şahîn her kêlîkê xwe bi pêş ve biriye û hewl daye layiqî Rêbertî û şehîdên me be. Ji bo ku ew kûrbûna xwe mezintir bike û bibe milîtanekî fedaî tevlî nav rêxistina Hêzên Taybet bûye û bi perwerdehiya ku stendiye wî rastiya Rêbertî ji kûr ve hîn bûye û girêdana xwe ya bi Rêber Apo, welat û gel zêdetir kiriye. Bi tevlêbûna xwe ya paqij û sade, di dilê hevrêyên xwe de cihekî mezin girt. Li her cihê ku lê bû rengê xwe nîşan da û ji bo hevrêyên xwe bû çavkaniya moral. Weke milîtanekî azad, li ser rêya fermandara me ya pêşeng Zîlan gavên xurt avêt. Hevrêyê me Şahîn ku girîngiya perwerdeyê baş dizane û bi vê yekê dizane ku heta ku bingehên saxlem deyne dikare xwe bigihîne Rêbertiyê, bi vîna xwe û bi hewldana xwe ya ku di her perwerdehiya xwe de kûr kiriye gihiştiye asteke serkeftî. Wî ji gotina Rêber Apo ya ku dibêje “Mirovê ku bi wate û hestê hatiye afirandin, mirovê herî mezin e” dest pê kir, ji bo ku Rêber Apo baştir fêm bike û hîs bike, her dem hewl daye. Hevrêyê me Şahîn ji roja yekemîn a tevlîbûna xwe heta roja ku gihiştiye şehadetê her tim di pirsa “Ez çawa dikarim baştir beşdar bibim û layiqî Rêber Apo, şehîd û erkên wan bibim” ji xwe dikir. Hevrêyê me Şahîn ku bi erk û berpirsyariyên xwe haydar bû, bi şêwe û taktîkên Gerîlaya Modernîteya Demokratîk a di warê leşkerî de jêhatî bû û ew bû fermandarekî pêşeng.

Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a faşîst û dagirker, ku dixwaze tevgera me tasfiye bike û armancên xwe yên mêtingeriyê pêk bîne, hevrêyê me Şahîn bi rengekî çalak tevlî Pêngava Cenga Heftanînê û Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû. Di pêvajoya van pêngavan de cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt. Bû yek ji wan hevrêyan ku ji bo pêşîgirtina li dagirkeriyê bi rola sereke rabûn. Di herdu pêngavan de jî gelek caran birîndar bû, lê belê ti carî ji eniya şer dûr neket. Her tim xwe ji bo wezîfeyên zehmet pêşniyar kir. Li hemberî van êrîşên dagirkeriyê tevî hevrêyên xwe kêlî bi kêlî bi moraleke mezin têkoşiya. Milîtanê Apoyî yê fedaî hevrêyê me Şahîn bi biryardariyeke mezin û daxwazeke xurt li dijî dagirkeran bi lehengî şer kir. Bi wêrekiya xwe ya li nava şer, bû hêz û piştgiriyeke xurt ji hevrêyên xwe re. Bi sekneke fedaî berpirsyariyên xwe bi cih anî û heta nefesa xwe ya dawî di nava her şert û mercî de li ser xeta Apoyî israr kir. Ji bo dagirker ji qadên dagirkirî bêne derxistin, bi rengê Adil, Kerîm, Bêrîtan tevlî operasyonên şoreşgerî bû, heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Şehadeta wî bandoreke giran li hevrêyên wî kir, lê di heman demê de di şexsê wî de em soza xwe ya ku dane şehîdên xwe yên şoreşê dubare dikin, em ê azadiya fîzîkî ya Rêberê xwe teqez misoger bikin. Bîranîn û têkoşîna wan ji bo rêya me meşaleyeke ronahiyê ye.

RÊNAS DÊRIK

Partiya me PKK ku hêviya azadiyê ya gelê me ya li ber tunebûnê bû ji nû ve şîn kir, di demeke kurt de li nava gelê me yê welatparêz bi serhildanan hate silavkirin û xwedî lê hate derketin. Navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ku di tevahiya dîrokê de bi xwedîderketina xurt a li xeta welatparêziyê û têkoşîna li dijî dagirkeran tê naskirin, bû yek ji qadên destpêkê ku partiya me PKK lê girseyî bû. Dêrik ku yek ji navendên berxwedanê ye ku ji bo afirandina kevneşopiya serhildanê bi rola pêşengiyê rabû, tevî hemû êrîşên dewleta Tirk a mêtinger jî rê neda dagirkerî û dagirkeran û ev sekna xwe heta vê serdemê jî dewam kiriye. Ciwanên xwe yên herî leheng û hêja tevlî nava refên gerîla kir û têkoşîn her tim geş kir. Hevrêyê me Rênas jî li vê xaka berxwedanê ya pîroz li nava malbateke me ya welatparêz a li Dêrikê ji dayik bû. Ji ber ku ji derdora lê dima tevlîbûn li nava têkoşîna me hebû û xwedî li têkoşînê derdiket, hevrêyê me jî di temenekî gelekî ciwan de têkiliyeke xurt bi Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê re danî. Bala hevrêyê me Rênas hîn di zarokatiyê de çû ser gerîla ku bi têkoşîna xwe di nava gelê me de bû efsane û hêviya azadiyê. Timî li benda wê rojê ma ku tevlî nava refên têkoşînê bibe û her ku êrîşên dagirkeran ên li ser gelê me didît, bêhtir hêrs dibû. Hewldanên ji bo tunekirina Şoreşa Azadiyê ya gelê me ku li Rojava bi îradeya azad hate afirandin û êrîşên il Şengalê yên ji bo qirkirina gelê me yê Êzidî ji bo hevrêyê me Rênas bû nuqteya dawî. Hevrêyê me Rênas bi êrîşên şênber dît ku gelê me bêyî xeta xweparastinê ya xurt a bi pêşengiya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nikare hebûna xwe biparêze, azadiya xwe misoger bike û sala 2015'an ku êrîşên dagirkeriyê hingî lê giran bû tevlî nava refên têkoşînê bû, cihê xwe di nava berxwedana çalak de girt.

Hevrêyê me ku li hemberî dagirkeran xwedî hêrseke gelekî mezin bû, ji xwe re kir esas ku xwe bi felsefeya Rêber Apo xurt bike. Baweriya xwe bi wê yekê anî ku heta mirov xwedî hişmendiyeke xurt a dîrokê nebe nikare paşerojeke azad jî ava bikin, lewma bi kûrbûna li ser felsefeya Rêber Apo xwe gihand asteke girîng. Bi qasî qada îdeolojîk, di qada leşkerî de jî xwe bi pêş ve bir, di Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk de xwe kir pispor û di gelek taktîkên cuda yên gerîla de bû profesyonel. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û dilnizm di demeke kurt de li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê, li her qada ku lê ma xwedî li xeta partiyê derket û ji xwe re kir esas ku bêteredût tevlî nava jiyana gerîlatiya pîroz bibe. Hevrêyê me Rênas li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a mêtinger hewl da li her qadê cihê xwe di nava şerê giran de bigire û bi vê biryardarî li her qadê derbên giran li dagirkeran xist. Bi rengekî çalak tevlî Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû, pêşengî ji berxwedana dîrokî ya li nava çeperên şer re kir. Ji bo şerê tîm ê bi tevger bi pêş ve bibe gelekî hewl da, cihê xwe di gelek çalakiyan de girt ku li dijî dagirkeran hate kirin û kûrbûna xwe ya li qada leşkerî bi rengekî bi bandor derbasî pratîkê kir. Hevrêyê me gerîlatiya serdema nû di kesayetiya xwe de şênber kir, bi rêbaza afirîner taktîkên gerîlatiyê di nava hev de bi serketî bi kar anî û bû yek ji fermandarên me yên pêşeng. Hevrêyê me Rênas ku di nava jiyan û şer de ji xeta tevlîbûnê ya fedaî tawîz neda, mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hişt. Mîrateya têkoşînê ya ku bi kedeke mezin li pey xwe hişt wê teqez bi ser bê xistin.

RÊNCBER RÊBAZ

Dewleta Tirk a faşîst ku dijminê Kurdan e û hebûna xwe li ser tunebûna gelê me ava kiriye, di herikîna dîrokê de li her derê polîtîkayên qirkirinê li dijî gelê me meşand, ji bo gelê me qir bike çi ji dest hat, kir. Dewleta Tirk a qirker ku bi rêya çeteyên xwe xwest van polîtîkayên xwe dewam bike, bi berxwedana herî bi heybet a dîrokê li Kobanê hate rawestandin. Kobanê ku gelek milîtanên Apoyî û welatparêzên Kobanî lê şer kirin, faşîzma DAÎŞ'ê û dewleta Tirk a mêtinger têk birin, bû qibleya rûmetê ji mirovahiyê re. Hevrêyê me Rêncber jî weke ewladekî vî gelê bi rengekî fedaî li ber xwe da, li Kobanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û mezin bû. Li nava eşîra Kêtikî bi kevneşopiya welatparêziya xurt mezin bû ku vê eşîrê di berdêla azadiyê de ewladên xwe yên herî leheng tevlî nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir. Lewma hevrêyê me Rêncber partiya me PKK zû nas kir. Hevrêyê me Rêncber ku bi van hestên xurt ên welatparêziyê mezin bû, li pêşberî têkoşîna azadiyê ay gelê me hîn di ciwantiyê de xwe berpirsyar dît. Dema ku dijminê mirovahiyê DAÎŞ'ê bi piştgiriya dewleta Tirk a faşîst qirker êrîşî Rojavayê Kurdistanê kir û xwest komkujiyê bîne serê gelê Kurd, milîtanên Apoyî bi rengekî fedaî li ber xwe dan û vê berxwedanê bandoreke mezin li hevrêyê me Rêncber kir. Fêhm kir ku divê ew bi xwe jî di nava vê berxwedana dîrokî de be, biryara tevlîbûnê da û rêya jiyaneke bi rûmet nîşanî ciwanên Kurd da.

Hevrêyê me Rêncber ku sala 2013'an tevlî nava karên ciwanan bû, bi enerjî û coşa xwe ya li nava vî karî bû cihê baldarî û hezkirinê. Piştî ku demekê li nava karên ciwanan ma, hevrêyê me Rêncber derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û perwerdeya şervanên nû bi serketî qedand. Hevrêyê me Rêncber bi rêya perwerdeyê hişmendiya xwe ya welatparêziyê bi hişmendiya rêxistinê re kir yek, bi vî rengî gava destpêkê avêt û bi qasî aliyê îdeolojîk hewl da aliyê xwe yê leşkerî jî bi pêş ve bibe û têbikoşe. Hevrêyê me Rêncber piştî pêvajoya serketî ya perwerdeyê, pratîka xwe ya ewilî li qada zehmet li Zapê meşand. Hevrêyê me Rêncber li Zapê bi ked û fedakariyeke mezin tevlî her karî bû. Bi tevlîbûna xwe ya li nava jiyanê bû çavkaniya moral û motîvasyonê ji hevrêyên xwe re, bi vê taybetmendiyên xwe ji aliyê hevrêyên xwe ve hate hezkirin û bû cihê hurmetê. Hevrêyê me Rêncber piştre li Avaşînê dest bi pratîkê kir û dît ku Zagrosê ji aliylê fîzîkî ve ew gelekî bi pêş ve biriye, her wiha bi bedewiya xwe jî bi xwe ve girêdaye. Dema li Zagrosan bû hemû wezîfeyên xwe bi cidiyeteke mezin bi cih anî, bi vê taybetmendiya xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re. Mîna her milîtaneke/î PKK'î hevrêyê me Rêncber jî ji dilsoziya bi Rêbertî û dîtina wî, divê taybetmendiyên milîtan ên Apoyî û sekna leşkerî ya xurt di kesayetiya xwe de biafirîne û kete nava têkoşîna vê yekê. Hevrêyê me Rêncber ji bo van taybetmendiyan di kesayetiya xwe de biafirîne tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Rêncber ji bo di vî karî de bersiva herî xurt bide dijmin, bibe bersiv û tola şehîdên me yên leheng hilîne, hewl da xwe bêhtir perwerde bike. Piştî ku operasyonên ji bo dagirkirinê destpê kirin, li dijî van operasyonan tevlî nava Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê bû. Hevrêyê me Rêncber bi helwesta xwe her tim nîşan dida ku li her derê ji her wezîfeyê re amade ye û bi vî rengî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Ji roja ku tevlîbû û pê ve hewl da bibe xwedî sekneke rêxistinî bi sekna xwe ya di nava şer û jiyanê de wê ji bo me bibe hinceta parastin û mezinkirina jiyana PKK'ê ya pîroz ku şehîdan ji me re hiştine.

Hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber bi sekna xwe ya fedaî ya li nava jiyanê, di şerê me Yê azadiyê de pêşengî ji hevrêyên xwe re kirin. Bila serê malbatên hêja yên hevrêyên me Xelef, Şahîn, Rênas û Rêncber, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin."