HPG’ê nasnameya 3 şehîdên Şirnexê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 3 gerîlayan eşkere kir yên ku 28’ê Tîrmeha 2018’an li Şirnexê şehîd bûbûn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyniyeke nivîskî nasnameya 3 gerîlayên di şerê 28’ê Tîrmehê li Şirnexê şehîd bûbûn, eşkere kir.

HPG’ê ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 28’ê Tîrmehê seat 17:50’an de li dijî tabûra Gundikê Melê yê Şirnexê çalakiyek hatibû lidarxistin û di vê çalakiyê de gelek leşkerên dewleta Tirk hatibûn kuştin, me ji raya giştî re ragihandibû.

Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi desteka hewayî operasyonek berfireh dabû destpêkirin. Di vê operasyonê de di navbera hêzên me û dijmin de şer derketibû. Di vî şerî de hêzên dijmin herêma şer ji hewayê ve bombebaran kir û xwest encam bigire. Di encama bombebaranê de rêhevalên me Şîndar, Zenda û Brûsk bi qehremanî şer kirin û şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniya HPG'ê nasnameay şehîdan wiha ne;

Nasnav: Brûsk Amed
Nav û Paşnav: Omer Bîrsen
Cihê Jidayikbûnê: Amed
Navê Dayik - Bav:  Munîre - Yilmaz
Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an

Brûsk – Omer Bîrsen

Nasnav: Şîndar Cûdî
Nav û Paşnav: Delîla Akdenîz
Cihê Jidayikbûnê: Şirnex
Navê Dayik - Bav: Ayşe - Hasan
Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an

Şîndar – Delîla Akdenîz

Nasnav: Zenda Çelê
Nav û Paşnav: Sozdar Ayar
Cihê Jidayikbûnê: Colemêrg
Navê Dayik - Bav: Zeynep - Kerem
Cih û Demê Şehadetê: Şirnex / 28’ê Tîrmeha 2018’an

Zenda – Sozdar Ayar