HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Derya Reş eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li navçeya Kutun a Gumuşhaneyê di şerê 20'ê Tebaxê de du gerîla şehîd bûne.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Herêma Behra Reş ku gerîlayên azadiya Kurdistanê lê bi cih bûne, bûye yek ji devera wiha ku kezeba dijmin jê diqete. Tecrûbeya şer a bi salan a gerîlayên PKK'ê li qada Behra Reş hêzên dagirker şaş dike û çalakiyên gerîlayan ên li vê qadê tirseke mezin dixe dilê dijmin. Dijmin bi vê tirsê, van sê salên dawî li vê qadê, li cihê ku gerîla lê tevdigere carinan bi tevlêbûna 5-6 hezar leşker û tîmên taybet operasyonê dike, carinan jî bi tevlêbûna ji 10 hezarî zêdetir leşker. Desthilata faşîst a AKP-MHP'ê her çendî hejmara kuştiyên xwe yên leşkeran veşêre di her pêvajoya operasyonê de hêzên me yên gerîla derbê li yekîneyên dijmin dixin û gelek leşker têne kuştin.

Di vê pêvajoya şerê giran de hin şehadetên gerîla jî çêdibin. 20'ê Tebaxa 2018'an li navçeya Kurtunê ya Gumuşhaneyê, di navbeyna yekîneyeke me ya  gerîla û hêzên dagirker de şer derkert. Şer bi saetan dewam kir û di vî şerî de endamê Rêveberiya me ya Eyaleta Behra Reş hevalê me Tarik Artvîn û Şoreş Dalaho heta bi guleya xwe ya dawî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên nasnameyê yên hevalên me yên şehîd wiha ne:

Nasnav: Tarik Artvîn
Nav û Paşnav: Bariş Oner
Cihê Jidayikbûnê: Artvîn
Navê Dê û Bav: Nurten - Îsmet
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20 Tebax 2018 / Gumuşhane

Nasnav: Şoreş Dalaho
Nav û Paşnav: Star Muhammedî
Cihê Jidayikbûnê: Sîne
Navê Dê û Bav: Fatma Rahmanî - Mahmud
Dem û Cihê Şehîdbûnê: 20 Tebax 2018 / Gumuşhane

TARIK ARTVÎN

Hevalê me Tarik Artvîn, 1978’an li navçeya Şavşatê ya Artvînê jidayik bûye. Salên ciwantiyê têkilî derdorên çepgir, sosyalîst bûye û ketiye nav lêgerîna şoreşgeriyê. Dema ku zanîngehê dixwîne ciwanên Kurd nas dike. Hevalê me Tarik ku lêgerîna xwe ya çepgirî û sosyalîzmê, jiyana şoreşgerî bi PKK’ê re dibîne, gotina hevrêyê me Kemal Pîr, 'Rizgariya gelê Tirk, bi rizgariya gelê Kurd pêkan e' ji  xwe re dike perspektîfa sereke û li ser vê bingehê biryar dide ku tevlî nav têkoşînê bibe. Di têkoşîna şoreşê de têkoşîna gerîla bi rengê qada herî aktîf dîtiye û 1999'an berê xwe dide çiyayên Kurdistanê û di nav refên gerîla de cihê xwe dibîne.

Hevalê me Tarik ku bi perspektîfa têkoşîna hevpar a gelan û li ser hîmê enternasyonali tevlî nav refên gerîla bûyî, ji dema ku hatî nav refên gerîla ve, bi fedekariyeke mezin xwe tevlî nav xebatan kiriye, ji her hêlê ve hewl daye ku xwe bi pêş ve bibe, di demeke kurt de bûye gerîlayekî zîrek. Hemû peywirên ku hatine ber wî, bi dîsîplenkê pêk aniye, her demê li qadên pratîk maye, lê geriyaye ku têkoşînê geştir bike û bîne asteke bilindtir.

Hevalê me Tarik, di têkoşîna şoreşgerî de rola jiyanî ya pêşengiyê pir baş fêhm kiriye, bi vê çarçoweyê ji bo ku berpirsyariya xwe bi cih bîne her demê bûye xwedî ked û hewldaneke mezin. Li hemû qadên ku lê dima, bi helwesta xwe ya xwerû û dilnizm cihê xwe di dilê hevalên xwe de çêkiriye, bi hezkirina hevrêtiyê û coşa şoreşgerî li hemû qadên ku xebat lê dikir, bê sekn û rawest tim bi pêş ve çûye.

Hevalê me Tarik ku bi salan piştî li qada Kelareşê mayî, li çiyayên Zagrosê gerîlatî kiriye, 2014’an çûye Dersimê û ji wir jî berê xwe daye çiyayên Behra Reş. Hevalê me Tarik, li xakên ku ew lê jidayik bûyî, bi azweriyeke mezin têkoşiyaye, bi pratîka xwe ya li vir, kedeke mezin daye gerîlatiya Behra Reş, ku gerîlayên Behra Reş di dilê dijmin de bûye tirs û xofeke mezin. Hevalê me Tarik ku bi giyanê fedayî yê Apoyî xwe zexm kirî, heta kêliya şehîdbûnê jî ji yek gava  meşa şoreşê nemaye û bûye yek ji hevalê me yê enternasyonal ê qehreman ku di Têkoşîna Azadiya Kurd de navê xwe nivîsî.

ŞOREŞ DALAHO

Hevalê me Şoreş Dalaho, 1987’an li Kamyaran a Rojhilatê Kurdistanê, di nav malbateke welatparêz û kedkar e jidayik dibe. Hevalê me Şoreş ku di nav çandeke Kurdistanî de, ku nirxê xwe parastî, mezin bûyî, di derdoreke wiha de ku hişmendiya netewî lê geş e, bi teşe dibe. Hevalê me Şoreş ku hê zû cîhana kedê nas dike, bi ciwantiya xwe re meyla wî diçe ser siyasetê. Zext û siyaseta înkarê ya rejîma Îranê ya li ser gelê Kurd qebûl nekiriye û biryar daye ku ji bo azadiya Kurdan şer bike. Hevalê me Şoreş, piştî ku 2008’an hîmê yekîtiya netewî ya Kurd PKK’ê nas dike tevlî nav refên gerîla dibe, li nav gerîla, hewl dide ku di nav rihê hevpar ê çar parçeyên Kurdistanê de bibe gerîlayekî têr û tije. Hevalê me Şoreş ku nêzî 3 salan li qadên parastinê yên medyayê xwe perwerde dike û di gerîlatiyê de têr û tije dibe, 2012’an diçe Dersimê û ji wir diçe Behra Reş. Hevalê me Şoreş ku bûye xwedî meşa ji Rojhilatê Kurdistanê heta bi Behra Reş, li Behra Reş, gelek caran dema ku derb li dagirkeran hatî xistin, ew hazir bûye. Hevalê me Şoreş heta ku şehîd bûyî jî gavekê jî nerawestiyaye, di rêya şoreşê de têkoşiyaye û her demê wê di têkoşîna me de were bibîranîn.

Ji ber şehîdbûna bûne hevalên me Tarik û Şoreş ku di avakirina gerîlatiya Behra Reş de bûne xwedî kedeke mezin, ku gerîlatiya Behra Reş hê jî bi rengekî xurt didome, di serî de malbatên wan ên hêja, serê hemû gelê me yê welatparêz sax be û em soz didin, em ê tola şehîdên xwe hilînin û bi teqezî em ê îdealên wan pêk bînin."