HPG'ê nasnameya 11 gerîlayan eşkere kir

HPG'ê nasnameya gerîlayên di operasyonên li qadên Şehîd Serxwebûn û Şehîd Remzî yên li herêma Amed û Çewlikê jiyana xwe ji dest dan, eşkere kir.

Der barê mijarê de Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, Dewleta Tirk, ji bo vê pêvajoya dîrokî ya têkoşîna mezin a gelê Kurd berevajî bike, li ser bingeha Înkar û tinekirina hemû Kurdan şerekî qirêj dimeşîne. Di mehên zivistanê de propaganda kir ku wê gerîla biqedîne û ji gundekî biçûk heta qadeke berfireh operasyonên mezin meşand."

Di dewama daxuaniyê de hat gotin: "Medya jî bi rengekî çalak bi kar anî û van operasyonên xwe bi rengekî dubare nîşan da. Di mehên zivistanê de ji her demê bêhtir operasyon hatin meşandin. Bi van operasyonanr e gerîla neqediya, lê dewleta Tirk hewl da encamên rast ên operasyonan ji raya giştî veşêre.

Me eşkere kiribûn ku em ê encamên operasyon û şerê qewimiye, ji her alî ve bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin. Di vê çarçoveyê de; Roja 20'ê Adarê, artêşa Tirk li herêma Şehîd Serxwebûn a navçeya Licê ya Amedê û herêma Şehîd Remzî ya navbera navçeyên Licê, Pasûr û Dara Hênê ya Çewlikê bi beşdariya bi hezaran leşkerî operasyoneke berfireh da meşandin. Me eşkere kiribû ku di vî şerî de 2 komên me yên gerîla şehîd bûne.

Ji ber şert û mercên giran ên şer, me karî îro hevalên xwe yên di koma duyemîn a şehîd bûne, eşkere bikin.

11 hevalên me, ku her yek ji wan di nava kenveşopiya berxwedanê ya gelê me de cih girtin, li ser şopa Egîdan, Zîlanan, Bêrîtanan, Azad û Çekdaran, di oxira armancên mezin de bûn nîşaneya sekna fedayî.

Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne bi vî rengî ye:

Nasnav: Aras Cûdî
Nav paşnav: Seyîthan Gunay
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Cemîle-Îsa
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Bahoz Êlih
Nav paşnav: Şefîk Kavak
Cihê jidayikbûnê: Êlih
Dayik-Bav: Huzna-Abdulkadîr
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Çekdar Andok
Nav paşnav: Velat Îlbey
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Ferfûr-Îlham
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Çiyager Amed
Nav paşnav: Ramazan Demîr
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Fîkriye-Şevkî
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Çiyager Amed
Nav paşnav: Rûbar Dogan
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Zerga-Beşîr
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Dijwar
Nav paşnav: -
Cihê jidayikbûnê: -
Dayik-Bav: -
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Gernas Jiyan
Nav paşnav: Dogan Gucu
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Remziye-Oral
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Hemîn Marefî
Nav paşnav: Emced Mûhammedinya
Cihê jidayikbûnê: Dîvandere
Dayik-Bav: Feraset-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Huseyîn Mahîr
Nav paşnav: Amed Çelîk
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Fîgen-Casim
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Mahsûm Agît
Nav paşnav: Hasan Saliş
Cihê jidayikbûnê: Edene
Dayik-Bav: Îslîm-Sadûn
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed

Nasnav: Zinar Serhat
Nav paşnav: Îhsan Toprak
Cihê jidayikbûnê: Bûrsa
Dayik-Bav: Azîze-Kemal
Dem û cihê şehadetê: 4-20'ê Adara 2017 / Amed"

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê gerîlayên bi navê Aras, Bahoz, Çekdar, Çiyager, Çiyager Amed, Dijwar, Gernas, Hemîn, Huseyîn, Mahsûm û Zinar bi rêzdarî bibîr anî û got, "Têkoşîna wan ku bi bawerî û dilsoziyeke mezin meşandin, wê soza me ya serketina meşa me be."