HPG’ê li Zendûrayê li artêşa Tirk a dagirker da

Gerîlayan li Qada Zendûra ya Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker da. Ji ber berxwedana gerîlayan dagirker neçar man ku vekişin.

Navenda Çapemeniyê û Ragihandinê ya HPGê derbarê êrîşên dagirker û berxwedana gerîlayan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 5’ê Hezîranê de saet di 10.30’na de dagirkeran tevî kûçikekî ku kamera li serê wî gerandibûn xwestin têkevin çeperên şer ên li qada Zendûra ya Metînayê. Di vê çalakiyê de li dagirkeran hate xistin û dagirker neçar man ku vegerin.

Bi helîkopterên êrîşê herêmên Zap û Avaşînê hatine bomberdûmankirin û bi helîkopteran dagirkerên li Avaşînê guherandine.

Di 4’ê Hezîranê de saet di navbera 23.10 û 00.20’an de dagirkerên li qadên Mam Reşo û Mervanosê ya Avşaînê bi helîkopteran hatine guherandin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.300’an de bi helîkopterên li qada Herfa T a Zapê dane.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”