HPG'ê li Serhedê dest bi Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî kir

Gerîlayên HPG'ê yên li herêma Serhedê, li dijî artêşa Tirk a dagirker dest bi Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya sala 2018'an kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, di çarçoveya pêngavê de li ser rêya Tabûra Suphanê ya li navçeya Bazîdê ya Agiriyê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa cemse çalakî hatiye kirin û di encamê de 7 leşker hatine kuştin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya li Serhedê wiha ye: "Gerîlayên me li gelemperiya Eyaleta Serhedê li dijî artêşa TC a dagirker dest bi Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî ya Sala 2018'an kirine. Li dijî operasyonên dagirkeriyê yên li tevahiya Kurdistanê tên kirin, gerîlayên me 31'ê Çileyê saet 13:50'î li ser rêya Tabûra Suphanê ya li navçeya Bazîd a Agiriyê li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa cemse çalakiyek kirin. Bi derbên xurt û giran, wesayita leşkerî ji rê derket û hate rûxandin. Hêzên me çûn ser wesayita hate rûxandin û cenazeyên 7 leşkeran. Her wiha dest danîn ser tivingeke G3 ya li ser leşkeran. Piştî çalakiyê qereqolên li herêmê bombe li derdora xwe barandin.

Hêzên me heman rojê li dijî qereqola Serêkaniyê ya li Bazîdê hin çalakiyên sûîqestê kirin. Di çalakiyan de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin."