HPG'ê li herêma Serhedê li konvoya wesayitên zirxî xist

Gerîlayên HPG/YJA Starê, li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke ji wesayitên zirxî ya artêşa Tirk xistin. Di çalakiyê de derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî hatin xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de ku li eyaleta Serhedê didome, hêzên me 13'ê Nîsanê (doh) saet 10:00 li ser rêya Bazîd-Îdirê li konvoyeke ji 5 wesayitên zirxî ya artêşa TC a mêtinger xistin. Di dema çalakiyê de hin wesayitên di nava konvoyê de ji cihê çalakiyê reviyan, wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî jî ji ber derbên giran ên lê ketin li cihê çalakiyê ma. Ji ber derbên hêzên me xisareke mezin li wesayita zirxî bû. 3 saet piştî vê çalakiyê hêzên dijmin hatin cihê çalakiyê û enqazê çalakiyê û leşkerên xwe yên mirî û birîndar rakirin. Hêzên dijmin piştî vê çalakiya bi bandor, bi çekên giran bombe li derdora cihê çalakiyê barandin. Hejmara mirî û birîndarên dijmin nehate zelalkirin. Di çalakiyê de ti zerar negihişt hêzên me.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

13'ê Nîsanê (doh) balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Li gorî vê yekê;

Doh saet 09:30'î qada Basya ya Avaşînê, saet navbera 11:00-11:30 qada Karox a Qendîlê, qada Şikefta Birîndara ya Zê, Girê Şehîd Hêmîn ê Xakurkê, saet navbera 16:00-16:30'î Girê Şehîd Dîren ê Avaşînê, qada Aris-Faris û Mam Reş bombe kirin.

Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me."