HPG’ê li Gabarê çalakî kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlan li herêma Gabar a Şirnexê li dijî wesayîtek bi tîpa trasît a artêşa Tirk çalakî kirine.

HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî da: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar de 27’ê Tîrmehê saet derdorî 10:00’an li ser rêya di nevbera qereqola Guvenlik û Zvingê ya herêma Gabar a Şirnexê de li dijî wesayîteke transît a artêşa TC’ê çalakiyek kirin. Di vê çalakiyê de ku xurtî hate kirin û wesayîtê derb xwar, hejmara leşkerên hatine cezakirin û birîndarbûn nehate zelalkirin.

29’ê Tîrmehê saet 17:00’an balafirên şer ên Tirk bombe li devera Şehîd Dîren a herêma Avaşîn a Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Di vê bomberdûmanê de tiştek bi hevalên me nehatine.”