HPG'ê li Cûdî çalakî kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li herêma çiyayê Cûdî di 28'ê Nîsanê de li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakiyek hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me 28'ê Nîsanê saet 15:50'î li herêma navbera girên Bêspin û Çelê Xwişk û Bira yên çiyayê Cûdî li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin."

Li ser çalakiyê ev agahî hatin dayin: "Di vê çalakiyê de ku derbên giran li kozik û stargehên dijmin hate xistin, hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û bombe kir. Piştre bi helîkopterên bi tîpa Skorsky leşkerên xwe yên mirî û birîndar ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serketî li baregehên xwe vegeriya."

Di heman daxuyaniyê de li ser êrişên hewayî yên balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ev agahî hatin dayin:

"27'ê Nîsanê saet 15:30'î balafirên şer bombe li qada Xantûr a herêma Heftanînê û qada Yekmalê ya herêma Metînayê barandin.

Balafirên şer 28'ê Nîsanê saet 16:30'î bombe li qada Deşta Nehlê ya herêma Gabarê, qada Mervanos a herêma Avaşînê û qadên Goşine û Berbizina yên herêma Xakurkê barandin.

JI BER ÊRIŞA HEWAYÎ 2 SIVÎLAN JIYANA XWE JI DEST DAN

Ji ber bombardûmanê tiştek bi hêzên me nehat. Lê belê li herêma Xakurkê ya li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê 2 sivîlên bi navê Reşîd Miroyî û Taxir Tazevard ji aliyê artêşa TC a mêtinger faşîst ve hatin qetilkirin. Artêşa Tirk a dagirker di vê êrişê de bi zanebûn sivîl kir hedef û 2 welatiyên meyên sivîl qetil kir. Em sersaxiyê ji malbatên welatiyên xwe yên sivîl ên hatin qetilkirin û tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."