HPG'ê li Bedlîs û Colemêrgê li artêşa Tirk xist

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla yên li Bedlîs û Colemêrgê dijî artêşa Tirk hatin kirin daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, li Bedlîsê leşkerek hatiye kuştin, yek jî birîndar bûye. Hejmara leşkerên li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin kuştin nehate zelalkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Roja 22'ê Adarê artêşa TC a dagirker li mintiqeyên Mêrgelo, Siser, Kember û Sêguza yên herêma Şêx Cuma ya Bedlîsê dest bi operasyonê kir. Heman rojê saet 07:00 hêzên me li cihekî nêzî girê Radar li dijî yekîneyeke operasyonê çalakiya sabotajê kirin. Hejmara leşkerên di encamê de hatin kuştin û birîndar bûn nehate tespîtkirin. Saet 15'an ê heman rojê jî hêzên me li dijî hêzên dagirker ên li ser girê Sêgurza çalakiyeke sabotajê kirin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkoptera bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir. Operasyon roja 23'ê Adarê bi regnekî bê encam qediya.

23'ê Adarê saet 12:30'î hêzên me li dijî artêşa TC a dagirker ku ji girê Şundirê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê diçû geliyê Deştanê çalakiyeke sabotajê kir. Hejmare leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate tespîtkirin.

BALAFIRÊN ŞER BOMBE LI HEFTANÎNÊ BARANDIN

25'ê Adarê saet 14:50'î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qadên Kato Sule û Çemê Xabûrê yên li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin."