HPG’ê li Şirnex, Amed û Bedlîsê li dijmin da

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku yekîneyên gerîla li Şirnex, Amed û Bedlîsê li dijî hêzên artêşa Tirk rêze çalakî kirine û di van çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Li gorî daxyaniya HPG’ê di çalakiya sekvaniyê ya li Gaberê de leşkerek , di şerê li Çiravê rûdayî de jî 4 leşker û 2 kontra htin kuştin. HPG’ê diyar kir ku di şer de 3 gerîla şehîd bûne. HPG’ê destnîşan kir ku li Licê di şerê li dijî nuqteyên tevgerên taybet de hejmara kuştiyan nehate zelalkirin. Dîsa HPG’ê yekîneyeke ya operasyonê li Tetwanê xistin di bin kontrola xwe de û lê dane. HPG’ê li ser êrîşên hewayî yên li Xaxûrk û Zapê jî agahî da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

LI GABARÊ ÇALAKIYA SEKVANIYÊ

“Roja 30’ê Gulanê saetên sibê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Findikê ya herêma Gabar a Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me demekê yekîneyek a operasyonê xistin bin kontrola xwe û piştre di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Rizgar û Şehîd Medya Mawa ya li qadê hatibû destpêkirin, heman rojê saet 12:00’an li dijî yekîneya dijmin çalakiya sekvanî lidarxist. Di vê çalakiyê de leşkerek hate kuştin.

LI ÇIRVÊ ŞER: 6 DAGIRKER HATIN KUŞTIN

Roja 17’ê Gulanê artêşa TC’ê ya dagirker li herêma Çirav a Gabarê operasyon dabû destpêkirin. Hêzên me bi yekîneyekî dijmin a operasyonê re hate pêşberî hev û li vir şer qewimî. Di şerê giran ê li herêmê de 4 leşker û 2 kontra hatin kuştin. 3 hevrêyên me yên ku bi qehremantî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker bi rêya medyaya şerê taybet nûçeya derew ku di vî şerî de hevrêyê me Rojbîn Gever şehîd bûye ji raya giştî re ragihand. Hevrêya me li ser erka xwe ye. Divê gelê me bawerî bi van nûçeyên şerê pîskolojîk a hêzên dagiker neîne. Agahiyên têkildarî nasnameyên 3 hevrêyên me yên şehîd wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.

LI DIJÎ NUQTEYÊN TAYBET ÊN LICÊ ÇALAKÎ

Hêzên me roja 28’ê Gulanê saet 01:30’an li li dijî nuqeteyên kontrolê yên POH (Tevgera Taybet a Polîsan) a li navenda navçeya Lice ya Amedê çalakiyek lidar xist. Di çalakiyê de ji du baskan ve li klubeya polîsan hate xistin û kulubeye bi temamî hate rûxandin û gelek endamên POH’ê hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC’ê ya dagirker bi wesayîtên zirxî kuştî û birîndarên xwe ji herêmê dûrxist. Artêşa TC’ê bi temamî nuqteyên kontrolê hiştin. Yekîneya me ya ku çalakî lidarxist bi saxlemî gihiştine baregehên xwe.

LI TETWANÊ LI YEKÎNEYÊN OPERASYONÊ HATE XISTIN

24’ê Gulanê artêşa Tirk a dagirker li devera Geliyê Keşan a girêdayî navçeya Tetwan a Bedlîsê dest bi operasyonekê kiribû û li qadê kemîn danîbûn. Yekîneyên me heman rojê yekîneyên kemîn danîbûn xistin di bin kontrola xwe de û saet derdorî 16:30’î li dijî vê yekîneyê çalakiyek kirin. Di vê çalakiya bi xurtî li dijmin hate xistin de li ser hejmara kuştî û birîndaran agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Artêşa Tirk piştî çalakiyê saet derdorî 22:30’î bi helîkopter û balafirên şer devera operasyonê bomberdûman kiriye. Di vê bomberdûmanê de ti bi gerîlayên me nehatine. Artêşa Tirk nûçeyên direw ên di vê operasyonê de gerîlayên me şehîd bûne belav dikin.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ LI DIJÎÎ XAXÛRKÊ Û ZAPÊ

30’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirkker saet navbera 06:00-06:30’î geliyê Çil û Çar a girêdayî Herêma Xaxûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 08:30’î jî derdora Ava Zapê ya girêdayî Herêma Zapê bombe kiriye. Di vê bomberdûmanê de jî ti windahiyên hêzên me pêk nehatine.”