HPG'ê nasnameya 5 gerîlayên li Amedê şehîd bûn eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, 5 gerîlayên 20'ê Cotmehê li herêma Şehîd Remzî ya li navçeya Licê ya Amedê şehîd bûn bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, daxuyaniyek li ser malpera xwe ya înternetê weşand û li ser mijarê ev agahî da:

"Artêşa TC a dagirker roja 20'ê Cotmehê li herêma Şehîd Remzî ya ser bi navçeya Licê ya Amedê dest bi operasyonê kir. Di operasyonê de ku bi teknîkeke xurt a leşkerî dest pê kir, di navbera hêzên me û leşkerên dagirker de şerekî giran qewimî. Di encama berxwedana mezin a vî şerî de dijmin gelek kuştî da. Di şer de 5 hevrêyên me yên bi lehengî li ber xwe dan gihîştin şehadetê.

Em hevrêyên xwe Berçem Cîlo, Sabrî Tolhildan, Amed Avaşîn, Agît Koçer û Şevger Amed ên di vî şerî de şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin û sersaxiyê ji malbatên wan ên hêja û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên leheng ên şehîd bûn wiha ne:

Nasnav: Berçem Cîlo
Nav paşnav: Nûrsel Oktay
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Selma-Alî
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Sabrî Tolhildan
Nav paşnav: Huseyîn Gozubuyuk
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Ayşe-Şêxo
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Amed Avaşîn
Nav paşnav: Ûgûrcan Soybellî
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Meral-Bekîr
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Agît Koçer
Nav paşnav: Ahmet Gozun
Cihê jidayikbûnê: Semsûr
Dayik-Bav: Lalîhan-Tayyîp
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2017 / Amed

Nasnav: Şevger Amed
Nav paşnav: Yûsûf Mûtlû
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Rindê-Koçero
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Cotmeha 2017 / Amed"