HPG'ê fermandar Dr. Savaş Botan bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, Endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Dr. Savaş Botan ê par li Şirnexê şehîd bû bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, Dr. Savaş Botan (Menafî Beyazit) bi bîr anî ku 27'ê Tîrmeha 2017'an li Şirnexê şehîd bû. Di daxuyaniyê de li ser jiyan û têkoşîna fermandar Savaş Botan agahî hatin dayin.

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Dewleta TC a qirker faşîst, şerê xwe yê ji bo dagirkirin û tinekirina gelê Kurd van sê salên dawî girantir kiriye. Di nava vê demê de gel û gerîlayên Kurd bi berxwedaneke dîrokî bersiv dan û hemû êrîşên dijmin şikandin. Bi saya vê berxwedanê planên dijmin bi cih nehatin. Bêguman xwediyê vê berxwedanê şehîdên me yên leheng in. Li dijî êrîş û operasyonên dagirkeriyê, gelek hevalên me heta kêliya dawî şer kirin û nîşanî dijmin dan ku gelê Kurd ti carî naqede û teslîm nabe. Yek ji şehîdên me yên leheng, 27'ê Tîrmeha 2017'an li qada Kato Marînos a Botanê di dema operasyonan de şehîd bû. Dijminê ku jê nehat ku ji bejahî ve bi pêş ve biçe, bi balafirên şer hewl da encamê bigire. Ji ber van êrîşan endamê Konseya Leşkerî HPG'ê hevalê me Dr. Savaş Botan şehîd bû.

Nasnameya hevalê me yê şehîd bûye:

Nasnav: Savaş Botan
Nav paşnav: Menafî Beyazit
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Emîne-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 27'ê Tîrmeha 2017'an / Şirnex

Hevalê me Dr. Savaş Botan sala 1971'ê li navçeya Çermûk a Amedê ji dayik bû. Di demekê de ku tevgera azadiyê li Kurdistanê di nava gel de bi pêş ket û serhildanên gel zêde bûn, xwe nêzî têkoşîna me kir. Sala 1991'ê dema karê ciwanan dikir ji aliyê dijmin ve hate girtin û piştî ku 5 mehan li zindanê ma, dest ji têkoşînê berneda û sala 1993'an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Li dijî TC a faşîst qirker cihê xwe di nava şerê çalak de girt.

Hevalê me Dr. Savaş li Botanê dest bi gerîlatiyê kir û piştre li Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kelareşê ma û bû xwedî tecrûbeyên mezin. Tevlî karên leşkerî, îdeolojîk û civakî bû û bi fedakariyeke mezin bi erk û wezîfeya xwe rabû. Di demên herî giran ên şer de weke şervanekî şareza û fermandarekî xwedî tecrûbe tevlî gelek çalakiyan bû. Her wextê bi erk û berpirsyariya têkoşînê rabû û bi fedakariyeke mezin tevlî kar bû. Ji aliyê bîrdoziyê ve şareza bû û bi têgihiştineke xurt bû milîtanekî dilsoz ê Rêber Apo û têkoşînê.

Hevalê me Dr. Savaş tecrûbeya xwe ya 24 salan a gerîlatiyê timî bi hevalên xwe re parve kir û li her cihê lê ma hewl da hevalên xwe perwerde bike. Di nava têkoşînê de sekn lê nedibû û gelekî qedr û qîmet dida kedê. Hevalê me Dr. Savaş bi gelek berpirsyariyan rabû û herî dawî bi wezîfeya endametiya Konseya Fermandaran a HPG'ê ji bo têkoşîna li dijî şerê qirkirinê yê desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê berê xwe da herêma Botanê. Li djiî êrîşên dijmin ên ji bo teslîmgirtina îradeya gelê me, heta kêliya awî li ber xwe da û wê weke hevalekî mînak ê di dîroka me ya têkoşînê de bê bîranîn.

Ji ber êşa giran a ji ber vê şehadetê, em ji malbata hêja ya Beyazit û gelê xwe yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Em careke din soz didin, heta gelê xwe azad bikin ku xewn û xeyala şehîdên me ye, em ê têbikoşin."