HPG'ê fermandar Denîz Pîr bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê Saît Ergul (Denîz Pîr) bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Em ê bi rengekî rast xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Denîz derkevin û wezîfeya şoreşê ya ku radestî me kiriye, teqez bi cih bînin."

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

Hevrêyê me Denîz Pîr ku salên dûr û dirêj di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de bi durustî, pakbûn, dilsoziya bi nirxên azadiyê û baweriya ku da hevrêyên xwe fermandarekî fedaî yê Apoyî bû, di 21'ê Gulana 2021'ê de li Qendîlê bi bêşensî ji zinarekî kete xwarê û şehîd bû. Hevrêyê me Denîz bi sekna xwe ya bi biryar û tevlîbûna xwe ya bi rêbaza fedaî ya li nava têkoşînê bû mînak ji hevrêyên xwe re. Zor û zehmetî hemû ji pêşiya xwe rakir û bû xwedî meşeke şoreşgerî ya bêhesab. Berxwedana ku li qada zindanê li dijî mêtingeriyê meşand gihand çiyayên Kurdistanê, li çar aliyên welatê me têkoşiya, di her kêliya têkoşînê de ji bo hêjayî Rêberê me û hevrêyên şehîd bibe bi berpirsyariyeke giran tevgeriya. Em weke hevrêyên wî, diyar dikin ku serbilind û bi rûmet in ji ber ku di bin fermandariya milîtanekî bi vî rengî yê fedaî yê hêja de şer kirin. Em soz didin ku bîranîna wî bi serxistina têkoşîna xwe tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Denîz Pîr wiha ne:

Nasnav: Denîz Pîr
Nav paşnav: Saît Ergul
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Xezal-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 21'ê Gulana 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Bazîd ku ji Îhsan Nûrî Paşa heta bi roja îro yek ji qadên girîng ên berxwedana Kurdîtiya azad e, ev mîsyona xwe bi ewladên xwe yên hêja yên tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kir û bi sekna xwe ay bi rûmet a serî li ber dijmin natewîne hîn jî dewam dike. Hevrêyê me Denîz li gundekî li quntarê Araratê ji dayik bû, bi destanên wan lehengan mezin bû ku ji bo azadiya gelê xwe şer kirin û di vê oxirê de berdêlên giran dan. Van destanên lehengiyê yên ji klam û çîrokan bihîst, hîn di zarokatiyê de bandor li hevrêyê me Denîz kir. Berdêlên ku gelê me ji bo azadiyê bi dehan salan da û têkoşiya kêlî bi kêlî li mejiyê wî neqişiyan, weke ciwanekî Kurd ê bi rûmet xwest ku bibe şopdarê vê mîrateya berxwedanê. Hevrêyê me Denîz heta 15 salî li gundê lê ji dayik bû li gel malbata xwe ma. Di vê pêvajoyê de ji malbata xwe çand û exlaqê kevneşop ê xelkê Serhedê wergirt. Dema ku li gund bû, bi kesayetiya xwe ya kedkar her li pêş bû, di nava hevalên xwe de yekî mînak bû. Piştre ji bo alîkariyê bi debara malbata xwe bike berê xwe da metropolên Tirkiyeyê ku kar bike. Hevrêyê me Denîz ku heta biçe metropolên Tirk heta astekê xwedî hişmendiya Kurdîtiyê bû, haya xwe ji têkoşîna hêza pêşeng a gelê me PKK'ê hebû, li cihê ku lê ma û kar kir ji ber nêzîkatiyên nijadperestî yên li gelê me, kete nava lêpirsîneke kûr. Vê lêpirsînê kir ku hevrêyê me Denîz têkoşîna me ya azadiyê hîn bêhtir ji nêz ve nas bike. Gava ku ji neçarî leşkerî dikir jî bi wê rastiyê hesiya ku ev nêzîkatiyên nijadperest ên li hemberî gelê me, polîtîkayeke dewletê ye. Lewma hîn di dema leşkeriyê de li hemberî dewleta Tirk a qirker gelekî bi hês bû û xwest tevlî nava refên gerîla bibe. Xwest ku tevî komek ji hevalên xwe ji leşkeriyê bireve û tevlî nava refên gerîla bibe, lê belê ji ber sedemên cuda nekarî vê armanca xwe pêk bîne. Hevrêyê me Denîz ku bi dilsoziya bi armanca xwe piştre bû milîtanekî pêşeng, li hemberî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê me hate kirin û li hemberî komkujiyên ku li her derê li ser gelê me tê kirn, 15'ê Tebaxa 1999'an li Dersimê tevlî nava refên gerîla bû.

Di rojên destpêkê yên gerîlatiyê de ku bi fermana Rêberê me ji Dersimê ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê bi rê ket, di vê pêvajoyê de di encama êrîşa artêşa Tirk a dagirker de tevî komek ji hevrêyên xwe dîl kete destê dijmin. Di pêvajoyeke welê de ku hîn ê nû dest bi gerîlatiyê kiribû û ji bo xwe weke jinûve vejînê pênase dikir, dîlketina destê dijmin gelekî bi zora hevrêyê me Denîz çû. Lê belê ev yek ji bo xwe kir hinceta mezinkirina têkoşînê. Qada zindanê ku 5 salan lê hate girtin, ji bo xwe kir akademiya destpêkê ya perwerdeyê, rastiya Rêber Apo û PKK'ê yekemcar li zindanê bi kûrahî hîn bû. Gava ku li zindanê bû, xwe ji bo jiyana gerîla ya têr û tijî amade kir. Ji bo her kêliyê bi rengê gerîla bijî kete nava hewldanan, ked da. Hevrêyê me Denîz xwe ji aliyê îdeolojîk û teorîk ve şareza kir, bi sebreke mezin li benda wê rojê ma ku careke din tevlî nava refên gerîla bibe.

Sala 2005'an piştî ku ji zindanê derket careke din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo bersiveke bi wate bide dijmin bi taybetî li benda roja 15'ê Sibatê sekinî, roja ku Rêberê me bi komployeke navneteweyî dîl kete destê dijmin, beşdarî nava refên gerîla bû. Piştî ku tevlî nava gerîla bû demeke dirêj li qada Kelareşê gerîlatî kir. Ji ber ku qada destpêkê ya pratîkê bû, hevrêyên li vê derê bandoreke mezin lê kir, gelek hevrêyên hêja nas kir ku di meşa şoreşgerî de ji xwe re bike mînak û bi wan re kar kir. Piştre tevlî perwerdeya Ocaxa PKK'ê bû, li vê derê derfet dît ku hem pratîka xwe ya demdirêj a li zindanê û gerîla binirxîne hem jî di çarçoveya vê lêpirsînê de rastiya Rêbertî û Partiyê baştir fêhm bike. Di perwerdeya Ocaxa PKK'ê de li ser rastiya şehadetê kûr bû, têgihişt ku xwedîderketina li bîranîna hevrêyên şehîd bûne bi mezinkirina têkoşînê dibe. Piştre demekê li Herêmên Parastinê yên Medyayê kar kir û dûre sala 2012'an derbasî herêma Amanosê bû. Di demekê de ku şerê me yê gel ê şoreşgerî gihîşt asta herî bilind, il Amanosê gerîlatî kir. Ev yek ji bo hevrêyê me Denîz gelekî bi wate bû. Bi taybetî hêrsa ku bi salan li hemberî dewleta Tirk a mêtinger di kesayetiya xwe de kom kir, xwest li Amanosê bixe meriyetê. Di pratîka Amanosê ya 6 salan de mohra xwe danî binê gelek serketinan, li vê derê tevlî gelek çalakiyan bû. Hevrêyê me Denîz ku bi girîngiya Amanosan a ji bo dijmin zanî bû, ji bo karibe di her kêliyê de têkoşînê mezin bike, ked da. Bi vî rengî bi roleke girîng rabû ku Amanos bibe yek ji navendên girîng ên gerîlayên Kurdistanê. Hevrêyê me Denîz li vê derê tevî gelek hevrêyên xwe demên gelekî hêja û bi wate derbas kir. Ji ber şehadeta hin ji van hevrêyan gelekî bi bandor bû. Bîranîna her hevrêyekî li dilê xwe neqişand, gava ku qala van hevrêyan dikir hesretea di dilê wî de ji çavên wî xuya dikir.

Hevrêyê me Denîz piştî pratîka serketî ya li Amanosan vegeriya Herêmên Parastinê yên Medyayê, bi saya pratîka xwe ya serketî, sekna milîtanî û dilsoziya bi xeta şehîdan û Rêbertî, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê baweriyê, weke kadroyekî girîng ê PKK'ê tevlî gelek karên krîtîk ên bi hesasiyet û berpirsyariyeke mezin bû. Di her karî de bîranîna hevrêyên şehîd û felsefeya Rêber Apo ji xwe re kir rêber, têkoşîna şoreşgerî bi dilnizmiya derwêşî û pakbûna xwe bi rengekî serketî dewam kir. Di demekê de ku gelê me gelekî nêzî azadiyê bûye, ji xwe re kir armanca esasî ku her karî bi serketî bi cih bîne. Dema ku li ser vê bingehê wezîfeya xwe dikir, di 21'ê Gulana 2021'ê de bi rengekî bêşend şehîd bû û tevlî nava karwanê şehîdan bû ku ji bo wan digot PKK'iyên rastîn.

Bi navê hevrêyên wî em dibêjin ku bi rengekî rast em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Denîz derkevin, wezîfeya şoreşê ya ku radestî me kiriye teqez bi ser bixînin. Di serî de malbata wî ya hêja bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be."