HPG’ê encama çalakiyên li Şemzînanê eşkere kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li Şemzînan û Geverê derbên giran li artêşa Tirk xistine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li dijî leşkerên Tirk ên derketine operasyonê çalakiyên berfireh li dar xistine.

Di daxuyaniyê de têkildarî çalakiya sûîkastê ya li qada Çarçellayê jî agahî hate dayîn.

Daxuyaniya malpera HPG’ê wisa ye:

LI ŞEMZÎNANÊ LEŞKERÊN DI OPERASYONÊ DE HATIN LÊDAN

“Di çarçoveya pêngava şoreşger a Şehîd Bedran Gundikremo û Şehîd Nalîn Mûş de hêzên me li Şemzînan û Geverê ya bi ser Colemêrgê li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê çalakî li dar xistine.

Di 1’ê Tebaxê de saet di 05.30’an de hêzên me li dijî qereqola Çemê Kurkê ya Şemzînanê çalakiyek li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin hatiye kuştin û 3 leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Hêzên me di heman wextê de li dijî qereqola Bêgijnê jî çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê bi obus û hawanan li derdora çalakiyê dane.

Di 31’ê Tîrmehê saet di 12.00’an de hêzên me li dijî leşkerên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li girê Bayê ya Çarçellayê ya bi ser Geverê çalakiyek li dar xistine. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerekî dijmin birîndar bûye. Di 1’ê Tebaxê di saet  07.00’an de hêzên me cara duduyan girê Bayê kirine hedef û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên vê çalakiyê nehatine tespîtkirin.

BI HELÎKOPTERAN LEŞKERÊN MIRÎ JI QADÊ DERXISTIN

Di 30’ê Tîrmehê de saet di 17.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê di navbera gundên Şapatan û Serero ya Şemzînanê ya Colemêrgê operasyonek daye destpêkirin. Hêzên dagirker bi qasî 2 saetan leşker anîne Bêtkarok, Şehîd Serhildan, Girê Koordîneyê, Xuro, qada Şehîd Zîlan û Soranserê. Di heman rojê de di saet 19.00’an de hêzên me li dijî yekîneyeke operasyonê ya li girê Bêtkarokê çalakiyeke sabotajê li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin leşkerek hatiye kuştin û leşkerek jî birîndar bûye.

Hêzên me di 31’ê Tîrmehê de li dijî yekîneyên operasyonê yên li Girê Şehîd Serhildan û Girê Koordîneyê çalakiyên sabotajê li dar xistine. Bi qasî ku hatiye tespîtkirin di van çalakiyan de 5 leşkerên dijmin hatine kuştin û gelek leşkerên dijmin jî birîndar bûne. Piştî çalakiyan saet di 19.00’an de artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê mirî û birîndarên xwe bi helîkopteran ji qadê derxistine.

Di 1’ê Tebaxê de hêzên me leşkerên derketine operasyonê kirine hedefa xwe. Di vê çalakiyê de hejmara leşkerên mirî û birîndar nehatine tespîtkirin. Piştî çalakiyê di saet 14.00’an de hêzên dagirker avêtine ser gundan, heqaret û îşkence li gundiyan kirine û hinek gundî xistine binçavan. Artêşa dagirker a ku di operasyonê de derbe xwariye di 2’ê Tebaxê saet di 02.00’an de bêyî ku encamê werbigire, xwe ji qadê vekişandiye.

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Di 1’ê Tebaxê de saet di 16.00’an de balefirên şer ên artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê derdora Çemê Zapê ya Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kiriye. Dîsa di heman rojê de saet di navbera 16.00-16.30’an de balefirên şer derdora gundê Bazê ya qada Metînayê bomberdûman kiriye. Di bomberdûmanê de di xaniyên li gundê Bazê de xisara maddî çêbûye.