HPG'ê bîlançoya şer a Cotmehê eşkere kir: 205 dagirker hatin cezakirin

HPG'ê bîlançoya şer a meha Cotmehê eşkere kir. Di 278 çalakiyan de 205 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin. Di şer de 12 gerîla şehîd bûn.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Polîtîkaya dewleta Tirk a sedsala derbasbûyî ku bi rêya Tirkkirinê xwest Kurdan û hemû gelên li Tirkiyeyê tasfiye bike, piştre jî li ser vê mîrateya bi xwîn dewleta neteweya Tirk ava bike, eşkere ye ku bi ser neketiye. Yên ku her roj dem û emr ji gelê Kurd, têkoşînê û gerîla re diyar dikin, di sedsala nû de jî li her qadê bi rastiya gel ê berxwedêr û têkoşîna gerîla re rû bi rû ne. Heta kud ewleta Tirk mafê jiyana azad û hebûnê yê gelê Kurd nas neke û di polîtîkaya qirkirinê de israr bike wê ev têkoşîn jî bênavber dewam bike û teqez bi ser bikeve. Berxwedana Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ya sala dawî û meha Cotmehê nîşaneya şênber a vê yekê ye."

BERXWEDANA DESTANÎ YA BI RUHÊ FEDAÎ YÊ APOYÎ

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

Meha Cotmehê weke meheke welê cihê xwe di dîrokê de girt ku gelê me li dijî sîstema mêtinger qirker û Komploya Navneteweyî her roj û li her qadê têkoşiya. Têkoşîna gelê me ya ji bo bidawîkirina polîtîkaya tecrîdê ya li hemû zindanan, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me, berxwedana li dijî zextên dijmin, têkbirina planên dagirkeriyê û avakirina jiyana azad li ser bingeha Stratejiya Şerê Gel ê Şoreşgerî roj bi roj mezin dibe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî bi berxwedana xwe ya destanî ku bi ruhê fedaî yê Apoyî dimeşîne, di vê têkoşînê de hewl dide bi rola xwe rabe.

Milîtanên fedaî yên Tabûra Nemiran hevrêyên me Rojhat Zîlan û Erdal Şahîn 1'ê Cotmehê li Enqereyê bi çalakiya xwe ya dîrokî têkoşîna meha Cotmehê dan destpêkirin. Sîstema dewleta Tirk a qirker mêtinger û rejîma faşîst ji bingehê ve hejand û derseke gelekî bi wate da. Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya xwe ya di asta profesyoneliyê de ruhê fedaî yê Apoyî gihandin asta herî bilind, pêl bi pêl li Kurdistanê belav kirin û encamên gelekî girîng afirandin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî ev ruhê bilind, wêrekî, pîvana fedaîtiyê, profesyonelî û pêşengiya demê ji xwe re kirin mînak û ji Serhedê heta Amed û Mêrdînê, ji Metînayê heta Zap, Avaşîn û Xakurkê her roj çalakî kirin û derbên giran li dijmin xistin. Li Bakur û Herêmên Parastinê yên Medyayê di serî de çalakiya gerîla ya koordîneyî rêbazên serdegirtin, kemîndanîn, êrîş, sabotaj, sekvanî û çekên giran di nava hev de xistin meriyetê û asteke girîng a şer û berxwedanê afirandin. Ev çalakiyên hêzên me yên bi performanseke bilind hatin kirin, planên dijmin ê dagirker pûç kir û bêencam hişt. Dewleta Tirk a dagirker, rejîma wê ya faşîst û medya wê ya şerê taybet hewl dan ku rastiya şerê li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastinê yên Medyayê, encamên vî şerî ji civaka Tirkiyeyê, ji raya giştî veşêrin. Rastiya şer ku bi çalakiya mezin a hevrê Rojhat û Erdal di asteke girîng de kete rojeva Tirkiyeyê, meha Cotmehê bênavber dewam kir. Encamên rojane yên vî şerî û dîmenên çalakiyan pêşkêşî gelê me û raya giştî hate kirin û bi vî rengî rastî hate nîşandan.

12 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Ev encam bi saya têkoşîna hevrêyên me yên şehîd hatin afirandin ku bi kedeke mezin û ruhê fedaî têkoşiyan. Di meha Cotmehê de hevrêyên me Rojhat Zîlan (Özkan Şahin), Erdal Şahîn (Hasan Oğuz), Îbrahîm Tolhildan (Bilal Şahîn), Nûrhak Dêrik (Ramazan Temel), Jîndar Rûmet Meyaser (Berjîn Arşimet), Zagros Besta (Ahmed Çorto), Huseyîn Pîran (Cahit Aktay), Rûken Zîlan (Zeynep Sevim), Cudî Çekdar (Kıymet Özmen), Bedran Merdan (Nazım Hikmet Ülgen), Ciwan Amed (Onur Kamiloğlu), Seyit Brûsk (Muhammed Gönyeli) bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

DEWLETA TIRK DI PLANA DAGIRKIRINA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DE PDK'Ê WEKE CERDEVANEKÎ XWE BI KAR TÎNE

Dewleta Tirk planên xwe yên dagirkeriyê xist pratîkê û hebûna gerîla ya li qadê timî xist rojevê û bi vî rengî hewl da armanca xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê veşêre. Lê belê êrîşa dagirkeriyê ya ku 7'ê Cotmehê li herêma Barzanê destpê kir û hîn jî dewam dike, planên qirêj ên mêtingeran raxist pêş çavan. Artêşa Tirk li kûrahiya herêma Barzanê û herêmên bilind bi cih bû û bi vî rengî armanca xwe ya dagirkirina hemû qadên stratejîk ên Başûrê Kurdistanê bi şênberî nîşan da. Tevî ku li herêma Barzanê hebûna gerîla ya mayinde nîne jî PDK vê dagirkeriyê qet naxe rojeva xwe, li ber ranabe ku ev yek asta wê ya nokerî û teslîmiyetê radixe pêş çavan. Weke ku hin saziyên medyayê yên cuda yên li Başûrê Kurdistanê bi belgeyên şênber nîşan dan; hêzên PDK'ê li xeta Girê Amediyê û Metînayê leşkerên Tirk li kêleka çeperên xwe bi cih kirin; piştgiriya lojîstîk dan, rê jê re çêkirin û bi vî rengî leşkerên dagirker parastin, xizmet ji armanca dagirkeriyê ya dewleta Tirk re kirin. Bûyerên ku di nava meha dawî de qewimîn nîşan dan ku dewleta Tirk PDK ji xwe re kiriye cerdevan û di plana xwe ya dagirkirina Başûrê Kurdistanê de weke leşkerekî li ber destê xwe bi kar tîne.

Bîlançoya şer a meha Cotmehê bi vî rengî ye:

ÊRÎŞÊN ARTÊŞA DEWLETA TIRK

Êrîşa bi balafirên şer: 201
Êrîşa bi çekên kîmyewî: 39
Êrîşa bi teqemeniyên qedexekirî: 137
Êrîşa bi droneyên bombebarkirî: 197

HEVRÊYÊN ME YÊN ŞEHÎD

Hevrêyên me yên şehîd bûn: 12

ÇALAKIYÊN GERÎLA

Bi giştî çalakiyên gerîla: 278
Kemîn: 1
Serdegirtin: 1
Êrîş: 1
Sabotaj: 6
Çalakiya gerîla ya koordîneyî: 18
Sekvanî: 56
Şer, lêdana derbê, destwerdan: 83
Çekên giran: 112

KUŞTIYÊN DIJMIN

Hejmara giştî ya dagirkerên hatin cezakirin: 205
Dagirkerên payebilind ên hatin cezakirin: 3
Dagirkerên birîndar bûn: 38

AMÛRÊN HATIN ÎMHAKIRIN

Trafo: 1
Radar: 2
Drone: 6
Çeper: 10
Sîstema kamera ya mobesse: 13
Kon: 17

YÊN DERB LI WAN HATE XISTIN

Helîkoptera Skorsky: 2
Wesayita zirxî ya bi tîpa Kîrpî: 1
Kepçe: 3
Bombeavêj: 1
Çeper: 55"