HPG'ê bersiv da êrîşan: Dagirkerek hate cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên li Çemçoyê. Di bersiva gerîla de dagirkerek hate cezakirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê de hate gotin, "Artêşa Tirk a dagirker êrîşên dagirkeriyê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike."

Li ser detayên êrîşan jî ev agahî hatin dayin:

"Li herêma Zapê;

9'ê Adarê saet di 06:30'î de dagirkeran êrîş birin ser çeperên me yên berxwedanê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bersiv dan û di encamê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, bi droneyên bombebarkirî êrîş li ser hêzên me hate kirin.

9'ê Adarê li qada Girê Ortê ya Metînayê, Girê Amediyê, Girê Bahar û Çemçoyê çeperên me yên berxwedanê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

9'ê Adarê li Qada Girê Ortê ya Metîna û qadên Çemço û Sîdayê çeperên me yên berxwedanê 37 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."