HPG'ê 7 gerîlayên şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 7 gerîlayên 9, 10 û 12'ê Nîsanê ji ber bomberdûmana artêşa TC a dagirker li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser nasnameya gerîlayên ji ber bomberdûmana artêşa Tirk şehîd bûn daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta TC a dagirker ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê yên li Kurdistanê ji destpêka sala 2019'an ve giran kiriye, bi bomberdûmana qadên gerîla didomîne. Ji ber bomberdûmana artêşa TC a dagirker a 9, 10 û 12'ê Nîsanê, 7 hevalên me li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn.

Hevalên me Çiyager Hayrî Cûdî, Fîraz Xerzan, Agir Pîzot, Karker Întîkam, Mûnzûr Erek, Şoreş Çiyayêreş û Şoreş Kurdistan, di demekê de ku têkoşîna me ya azadiyê li dijî êrîşên dagirker, komkujî û qirkirinê berxwedana xwe mezin kir, bi ruhê seferberiyê tevlî nava refên têkoşînê bûn. Bi biryardariyeke mezin dest bi têkoşînê kirin.

Her 7 hevalên me ku li çiyayên Kurdistanê bi fedakarî tevgeriyan, hewl dan bi pîvanên milîtaniya Apoyî bijîn û bi ruhekî fedayî li her qada têkoşînê cih bigirin. Hevalên şehîd bûn bi perwerdeya ku wergirtin û bi danheviya gerîlatiya profesyonel a demê, li qadên ku lê bûn wezîfeya pratîkî ya serdemê hewl dan bi rengê herî baş bi cih bînin.

Li ser bingeha dilsoziya bi bîranîna hevalên me yên şehîd bûne ku sekneke bi biryar a têkoşînê nîşan dan, em soz didin ku em ê di xeta têkoşînê ya serdema nû de bi ser bikevin. Di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Çiyager Hayrî Cûdî
Nav paşnav: Hebûn Atli
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Mûhsîne-Faysal
Dem û cihê şehadetê: 9'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Fîraz Xerzan
Nav paşnav: Ferhat Gokmen
Cihê jidayikbûnê: Bedlîs
Dayik-Bav: Hediye-Nevzat
Dem û cihê şehadetê: 10'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Agir Pîzot
Nav paşnav: Mehmet Arslan
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mûhbet-Fettah
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Karker Întîkam
Nav paşnav: Orhan Ozden
Cihê jidayikbûnê: Agirî
Dayik-Bav: Gulcan-Bûrhan
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Mûnzûr Erek
Nav paşnav: Buyamîn Dûman
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Mîran-Abdullah
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Şoreş Çiyayêreş
Nav paşnav: Azad Yilmaz
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Adîle-Yakûp
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê

***

Nasnav: Şoreş Kurdistan
Nav paşnav: Mehmet Açikalin
Cihê jidayikbûnê: Mûş
Dayik-Bav: Munasîp-Çerkez
Dem û cihê şehadetê: 12'ê Nîsana 2019'an / Herêmên Parastinê yên Medyayê