HPG'ê 6 şehîd bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 6 gerîlayên sala 2018'an li herêmên cuda şehîd bûn eşkere kir û ew bi rêzdarî bi bîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser nasnameya 6 gerîlayên sala 2018'an li herêmên cuda şehîd bûn daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Sala 2018'an li dijî faşîzma AKP-MHP'ê li gelemperiya Kurdistanê bû saleke girîng a berxwedanê. Li dijî dagirkeriya ku xwest Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bi rengekî topyekûn tasfiye bike, ciwanên Kurdistanê bi lehengiyeke mezin destanên berxwedanê nivîsandin û rê nedan faşîzmê. Têkoşîn, lehengî û fedakariyên bêhempa yên di vê oxirê de hatin dayin, di dil û mejiyê gelê me de cih girtin. Ewladên leheng ên gelê me her dijîn.

Di vê têkoşîna berxwedanê de, hevalên me Adil, Cûdî, Kemal, Kûrtay, Rizgar û Zanîn di demên cuda yên sala 2018'an û herêmên cuda şehîd bûn. Em hevalên xwe bi rêzdarî bi bîr tînin.

Her 6 hevrêyên me bi armanca azadiya Rêber Apo û gelê Kurdistanê ketin ser rêya şoreşê û di vê oxirê de ji bo li Bakurê Kurdistanê hesab ji dijmin bipirsin dest bi têkoşînê kirin. Van hevrêyên me yên hêja di asta herî bilind de fêhm kirin ku ji bo azadiyê pêwîstî bi berdêlên mezin û fedakariyê heye û di nava têkoşîna xwe de her tim hewl dan bibin hevrêyên rast ên Rêber Apo û bi vî rengî bi erka xwe rabûn. Em van şehîdên xwe yên leheng careke din bi rêzdarî bi bîr tînin ku mînakên herî bedew û leheng ên nifşê ku bi têkoşîna PKK'ê re ji dayik bûn û mezin bûn. Em soz didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe bigihînin serketinê. Di şexsê malbatên xwe yên hêja de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin."

NASNAMEYA ŞEHÎDAN

Li gorî daxuyaniyê nasnameya her 6 şehîdan wiha ye:

Nasnav: Adil Zîlan
Nav paşnav: Osman Îşler
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Akgul-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 6'ê Hezîrana 2018'an / Agirî

Nasnav: Cûdî Aşkîta
Nav paşnav: Serhat Aycil
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hinar-Lezgîn
Dem û cihê şehadetê: Mijdara 2018'an / Wan

Nasnav: Kemal Bagok
Nav paşnav: Lokman Genç
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Raîfe-Nûrettîn
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Cotmeha 2018'an / Şirnex

Nasnav: Kûrtay Sîpîrîz
Nav paşnav: Ûmût Mevdût
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Vahîde-Hamza
Dem û cihê şehadetê: 26'ê Adara 2018'an / Colemêrg

Nasnav: Rizgar Bêgirî
Nav paşnav: Şaban Karagulle
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Şerîfe-Osman
Dem û cihê şehadetê: 22'ê Gulana 2018'an / Qers

Nasnav: Zanîn Rûbar
Nav paşnav: Mûhammed Îbrahîm Osman
Cihê jidayikbûnê: Lubnan
Dayik-Bav: Renda-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 20'ê Adara 2018'an / Gabar