HPG'ê 6 gerîlayên li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 6 gerîlayên sala 2018'an li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 6 gerîlayên sala 2018'an li Avaşîn û Çarçellayê şehîd bûn eşkere kir.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand, 1'ê Îlonê û 17'ê Hezîrana 2018'an 6 gerîlayên wan şehîd bûne.
HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir: "Gelê Kurdistanê gelek e ku di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, dagirkerî û bênasnamehiştinê li ber xwe daye. Li dijî hêzên dijmin ên ku dixwestin wan tine bikin, di her serdemê de têkoşiya ye. Bi saya lehengên ku ji nava xwe derxistiye, hebûna xwe parastiye. Lê belê bi PKK'ê re li Kurdistanê pênaseya lehengiyê, canbexşandinê û qehremaniyê ji nû ve hatiye kirin û nifşekî nû yê milîtan afiriye ku rê nade dijmin.
Hevrêyên me Bawer (Mazlûm Oznûr), Rojda (Seda Endakçi), Serfiraz (Osman Çîtak), Dilgeş (Abdulvahap Ogûz), Mervan (Mesût Olgûn) û Zîlan (Fatma Taş) ji nûnerên vî nifşê nû ne. Em van hevrêyên xwe bi bîr tînin.
Hevalên me Bawer, Rojda û Serfiraz, 1'ê Îlona 2018'an li qada Çarçellayê ku dijminê mêtinger ji bo dagirkeriya xwe ya li Kurdistanê mayinde bike sefer pêk anî, di şerê ji ber operasyonê de bi lehengî şer kirin û tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Dilgeş, Mervan û Zîlan jî, 17'ê Hezîrana 2018'an ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa TC a dagirker li herêma Avaşînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê tevlî karwanê şehîdan bûn.
Hevrêyên me Bawer, Rojda, Serfiraz, Dilgeş, Mervan û Zîlan bi jiyan, sekn û baweriya xwe ya bi serketinê di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de ji bo me hemûyan bûn mînak. Di şexsê van hevrêyên xwe de em şehîdên leheng bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Her yek ji van hevrêyên me ku ji bo bidawîbûna dîlgirtina Rêber Apo û azadiya gelê Kurdistanê tevlî têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî, fedakarî, sekna xwe ya qewîn û daxwaza têkoşîna li refên herî pêş, wezîfeyên xwe yên serdemê bi cih anîn. Ev hevrêyên me yên hêja ku dixwestin di îdeolojiya jiyana azad a Rêber Apo de xwe şareza bikin û di asta herî bilind de ji bo vê yekê hewl dan, berpirsyariyên girîng ji me re hiştine. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ku tevgereke tolhildanê ye, wê tola van hevrêyên me yên hêja hilîne û hesabê her şehîdekî bipirse.
Li ser vê bingehê, di şexsê malbatên hêja yên şehîdan de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin û soz didin ku em ê şerê azadiyê yê şehîdên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna şehîdan derkevin.
Nasnav: Bawer Serhat |
Bawer – Mazlum Oznur
Nasnav: Rojda Serhildan |
Rojda – Seda Endakçi
Nasnav: Serfîraz Amed |
Serfîraz – Osman Çîtak
Nasnav: Dilgeş Koçer |
Dilgeş – Abdulvahap Ogûz
Nasnav: Mervan Xwînrej |
Mervan – Mesût Olgûn
Nasnav: Zîlan Guven |
Zîlan – Fatma Taş