HPG'ê 5 şehîd bi rêzdarî bi bîr anî

HPG'ê 5 gerîlayên ku sala 2021'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a qirker di çarçoveya êrîşên xwe de ku bi tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dixwaze hêviyên azadiyê yên gelê me bişikîne û siyaseta qirkirinê bi ser bixîne, sala 2021'ê di serî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê pêvajoyeke giran a şer da destpêkirin. Di vê pêvajoya şer de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji Avaşînê heta Zapê, ji Metînayê heta gelek qadên Bakurê Kurdistanê bi fedaîtî şer kirin û armancên pûç ên dijmin têk birin. Di vê pêvajoya giran a şer de hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana fedakariyeke mezin kirin, rê nedan dijmin û di encama êrîşên dijmin de di demên cuda de şehîd bûn.

Hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana ku ji çar aliyên Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bûn, cihê xwe di nava têkoşîna azadiyê ya gelê me de girtin, bi jiyana xwe ya ji têkoşîn û sekneke xurt a fedaî bûn mînak ji ciwanên Kurdistanê hemûyan re. Di serî de malbatên hêja yên şehîdan bila serê gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Eser Savaş
Nav paşnav: Cahîde Şahîn
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şîrîn-Huseyîn
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Şoreş Germiyanî
Nav paşnav: Mûhammed Kerîm
Cihê jidayikbûnê: Germiyan
Dayik-Bav: Zînet-Kerîm
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Raman Zagros
Nav paşnav: Fexreddîn Nîgmetî
Cihê jidayikbûê: Sine
Dayik-Bav: Hamîde-Nasir
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Dildar Rojava
Dayik-Bav: Seîd Îbrahîm
Cihê jidayikbûnê: Reqa
Dayik-Bav: BesêMihemed
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Nasnav: Zana Amed
Nav paşnav: Felat Seyfettîn Huseyîn
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Cîhan-Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

ESER SAVAŞ

Hevrêya me Eser li navçeya Kerboran a Mêrdînê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû, ku vê herêma me gelek ewladên xwe yên leheng tevlî têkoşîna me ya azadiyê kir û bi vî rengî derbasî nava dîroka gelê me bû. Ji ber ku ji xizmên xwe yên nêz tevlîbûn û şehadet hebû, her wiha ji ber welatparêziya herêma Kerboranê, hevrêya me Eser hîn biçûkanî partiya me PKK nas kir. Weke jineke Kurd a ciwan zext û êrîşên qirkirinê yên dijmin ên li ser gelê me ji kûrahî ve hîs kir û gihîşt wê baweriyê ku divê teqez li hemberî van êrîşan helwestê nîşan bide. Her wiha li hemberî statuya koletiyê ya li nava civakê li jinan tê ferzkirin, bû xwedî hêrseke mezin. Hevrêya me baş zanîbû ku rêya herî rast a li hemberî êrîşên dijmin û statuya koletiyê ya li jinê tê ferzkirin, bi têkoşînê dibe û di mijara şêweyê têkoşînê de demeke dirêj kûr bû û tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe weke pêwîstiyekê destnîşan kir. Hevrêya me ku tevlîbûna li nava gerîla bi zanebûn tercîh kir, di sala 2014'an de ji herêma Botanê tevlî nava refên me bû.

Piştî ku demeke kurt li herêma Botanê gerîlatî kir, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vê derê perwerdeya xwe ya destpêkê wergirt û zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Li ser rê û rêbazên meşa xwe ya şoreşê kûr bû, meşeke ji rêzê ti carî li xwe neanî. Hevrêya me jiyan û kesayetiya xwe li pêşberî rastiya Rêbertî nirxand, ji xwe re ev rêbaz timî kir esas, tempoya xwe jî li gorî rastiya Rêbertî û şehîdan diyar kir. Ji ber vê yekê ti carî xwe têr nedît, her tim xwest ku hîn bêhtir tevlî bibe. Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû, li hemberî êrîşên li ser gelê me yên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê dihatin kirin, derbasî Kobanê bû û li vê derê beşdarî nava Berxwedana Kobanê ya dîrokî bû. Hevrêya me beşdarî pêngavên ji bo avêtina çeteyên DAÎŞ'ê ji Kobanê û gundên derdorê bû, di şer de bi wêrekî û fedakariya xwe li pêş bû û bû mînak ji hevrêyên xwe re. Bêfikar tevlî pêvajoya şer bû û carekê ji lingê xwe birîdar bû. Lê belê di demeke kurt de xwe komî ser hev kir, cihê xwe ji nû ve di nava têkoşînê de girt û beşdarî nava karên perwerdeya şervanên nû bû. Di vî karî de bi perwerdeya hevrêyên me yên nû tevlî nava refên me yên partiyê bûn, mijûl bû û kedeke mezin da wan ji bo hînî têkoşîna gerîla bibin û bibin milîtanên Apoyî. Hevrêya me Eser di vî karî de ku weke 'çalakiya min a destpêkê' pênase dikir, hevrêyên nû tevlî nava refên gerîla bû perwerde kir û bi rengekî serketî tecrûbeyên xwe da wan. Di heman demê de weke karekî ku divê her tim bi wijdan be nirxand, baweriya xwe bi wê anî ku kesayet divê tiştên hînî hevrêyên xwe dike bi xwe jî pêk bîne û teorî û pratîk weke hev bin. Ji ber vê yekê jî dema ku hevrêyên xwe perwerde dikir, di heman demê de xwe jî perwerde dikir. Pêvajoya dîrokî, berpirsyariyên milîtanên Apoyî b kûrahî nirxand, bi rastiya Rêbertî re anî ber hev û weke gerîlayeke YJA Starê gihîşt wê encamê ku kêm maye. Hevrêya me ku di lêpirsîna xwe û asta xwe ya tevlîbûnê de gelekî dilnizm bû, bawaeriya xwe pê anî ku divê têkoşîna xwe meizntir bike, lewma jî beşdarî nava Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de bi kesayetiya xwe ya xwezayî, kedkarî, fedakarî û durustiya xwe li pêş bû, cihê xwe di dilê hevrêyên xwe hemûyan de girt. Hevrêya me Eser ku reng û moral da qada lê dima, bi van taybetmendiyên xwe rola pêşengiyê ya gerîlaya YJA Starê bi cih anî. Hevrêya me Eser bi van taybetmendiyên xwe fedaîtî weke şêweyekî jiyanê nirxand, her kêliya xwe li gorî vê yekê derbas kir. Di Mijdara 2021'ê de li herêma Zapê dema bi erka xwe radibû, di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em careke din soz didin hevrêya xwe Eser ku armanca wê ya misogerkirina azadiya Rêbertî teqez pêk bînin.

ŞOREŞ GERMIYANÎ

Hevrêyê me Şoreş li bajarê Kelarê yê herêma Germiyanê ya Başûrê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbata wî bi çanda welatparêziyê mezin bû û li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me li her çar aliyên Kurdistanê têne kirin, baldar bû. Ji ber vê jî bi hestên welatparêziyê ji bo berpirsyariyên xwe yên ji bo gelê me bi cih bîne, bû pêşmerge. Demeke dirêj pêşmergetî kir û di nava vê pêvajoyê de polîtîkayên li ser Kurdistanê, xeta teslîmkariyê ya hêzên ku li hemberî van polîtîkayan divê gelê me biparêze baştir fêhm kir. Dema ku çeteyên DAÎŞ'ê li ser gelê me dest bi komkujiyan kir, hêzên ku îdîa dikirin ku parêzvanên gelê me ye, gelê me bi êrîşan re rû bi rû hişt, ku ev yek ji bo hevrêyê me Şoreş bû sedema hêrseke mezin. Di heman demê de berxwedana partiya me PKK'ê ya ji Şengalê heta Mexmûrê, ji Kerkûkê heta Rojavayê Kurdistanê bala hevrêyê me Şoreş kişand. Lewma jî dest bi lêkolînkirina PKK'ê kir, her ku hîn bû fêhm kir ku hêviya azadiyê ya gelê me di nava PKK'ê û rastiya Rêber Apo de ye. Hevrêyê me Şoreş ku dilê wî ji bo bersivdana li daxwaza azadiyê ya gelê me lê dida, bi biryardariyek emezin û pêngaveke şoreşgerî biryar da tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me di sala 2014'an de beşdarî nava refên gerîla bû, bi girîngiya çiyayên Kurdistanê ya ji bo gelê me, zû hînî jiyana li çiyê û gerîla bû. Hevrêyê me Şoreş baş fêhm kir ku çiyayên Kurdistanê ji bo gelê me qada herî girîng a têkoşînê ye, têkoşîna azadiyê ya ku xwe nespêre çiyê nikare bi ser bikeve. Lewma bi perwerdeya li nava refên gerîla xwest li cewhera xwe vegere û ev yek bi ser xist, bû mînak ji ciwanên Kurd re. Hevrêyê me Şoreş ku ji aliyê leşkerî ve xwedî danhevî û tecrûbeyekê bû, bi perwerdeyê re hînî rêbaza şer a gerîla bû, bi daxwaz û baldariyeke mezin di gerîlatiyê de xwe kûr kir. Her wiha di felsefeya Rêbertî de xwe bi pêş ve bir, di rêya Kurdîtiya azad de gavên girîng bi pêş ve avêt. Piştî pêvajoya perwerdeyê derbasî herêma Xakurkê bû, piştî ku tecrûbeya xwe ya destpêkê ya pratîkê li vir wergirt, derbasî herêma Cîlo bû. Li herêma Cîlo 4 salan gerîlatî kir, di vê demê de bi tecrûbeyên leşkerî û jiyanî bû fermandarekî gerîla. Li herêma Cîlo li dijî êrîşên tunekirinê yên dewleta Tirk a mêtinger, her tim di nava çalakiyand e bû, bi çalakiyan derbên giran li hêzên dagirker xist. Li dû pratîka serketî ya li herêma Cûdî derbasî herêma Avaşînê bû, tempoya xwe ya têkoşînê bilindtir kir û bi rengekî rast nêzî wezîfeyên serdemê bû. Hevrêyê me Şoreş ku demeke kurt li herêma Avaşînê ma, piştre derbasî herêma Zapê bû. Tecrûbeyên xwe yên leşkerî bi hevrêyên xwe re parve kir, weke fermandarekî û hevrêyekî xwedî li wezîfeyên xwe derket. Hevrêyê me Şoreş kesayetiya pêşdîtî ji xwe re kir taybetmendiyek û xwe û hevrêyên xwe li hemberî êrîşeke gengaz a dagirkeriyê amade kir. Ji bo vê jî tedbîrên pêwîst wergirt, sala 2021'ê dema ku artêşa dewleta Tirk a dagirker dest bi êrîşê kir, bû yek ji wan hevrêyan ku li refên pêş bersiv da. Ji roja destpêkirina dagirkeriyê heta dema ku şehîd bû, bi wêrekî û biryardariyeke mezin bersiv da êrîşên dijmin, her ku firsend dît derb li dagirkeran xist û bû yek ji wan hevrêyan ku herêma Zapê kir keleha berxwedanê. Bi sadebûna hevrêtiya xwe, bi dilnizmiya xwe ya li nava jiyanê, bi fedaîtî û wêrekiya xwe ya li qada şer bû mînaka herî baş ji ciwanên Kurd re yên dixwazin bi rengekî bi rûmet bijîn. Weke hevrêyên wî em soz didin ku heta armanca Kurdistana azad a hevrêyê xwe Şoreş pêk bînin, em ê têkoşînê dewam bikin.

RAMAN ZAGROS

Hevrêyê me Raman li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber rewşa nebaş a aborî ya malbata xwe di temenekî biçûk de neçar bû di gelek karan de bixebite û ev yek bû sedem ku zû hînê hişmendiya kedê bibe. Fêrbûna pîroziya nirxên ku bi kedê afirandî di temenê xwe yê biçûk de bandor li jiyana wî kiriye û di afirandina xwe de bi hewldan bi ser ketiye. Hevrêyê me yê ku di temenê xwe yê biçûk de bi hesasiyeta li hemberî derdora xwe bi ser ketiye, ti carî mêtingeriya li dijî gelê me nepejirandiye. Difikirî ku gelê me jî wek hemû gelên cîhanê xwedî mafê jiyana azad li welatê xwe ye û hêrseke mezin li hemberî polîtîkayên mêtingerî û qirkirinê yên ku her roj pê re rû bi rû ma, xwedî kir. Ji ciwaniya xwe ve rewşa gelê me êdî tehemûl nekir û berê xwe da lêgerîna têkoşînê. Hevrêyê me yê ku gelek rêxistin û partiyên ku ji bo azadiya Kurdistanê têdikoşin nas dike, nêzîkatiyên parçebûyî û teng ên van rêxistin û partiyan qebûl nedikir û di wê baweriyê de bû ku gelê me ancax bi têkoşîna azadiya Kurdistanê dikare azad bibe. Hevrêyê me Raman ku bi têkoşîna li dijî faşîzma DAÎŞ'ê ya bi pêşengiya partiya me PKK'ê û hevrêyên me yên di vê têkoşînê de bi rengekî bêteredût li dijî dijmin gihîştin şehadetê bandor bû, pê bawer bû ku tenê bi PKK'ê re gelê me dikare bigihêje azadiya ku bi sedsalan xeyal dikir. Bi vê baweriyê zêdetir li ser Partiya me lêkolîn kir û bêtir bandor bû, biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe.

Hevrêyê me Raman ê di sala 2017’an de tevlî nava refên gerîla bû, yekemîn perwerdeya xwe li qada Qendîlê dît. Her çendî di destpêkê de li hemberî zehmetiyên jiyana gerîla rastî hin zehmetiyên fizîkî hatin jî, bi saya alîkariya hevrêyên xwe û biryardariya xwe van zehmetiyan derbas kir. Hevrêyê me Raman ku di gelek mijaran de bi taybetî jî di dîroka partiya me de bi perwerdeyên ku dîtine re ronakbûyîn dîtiye û di wateya fikrî de xwe gihandiye astekê. Hevrêyê me Raman, ji gelek hevrêyên xwe yên ku weke wî nû tevlî refên azadiyê bûne pêşengî û fermandarî kir. Hevrêyê me yê ku xwe li ser esasê roj bi roj xwe pêş xistinê disekine, bi taybetî girîngî û giranî daye perwerdeya leşkerî. Hevrêyê me yê ku di ferqa pêwîstiya bersivdayina êrîşên dijwar ên li ser gelê me û tevgera me tê meşandin de ye, bi tevlêbûneke bilind û bi tevlêbûneke bêhempa perwerdeya xwe ya leşkerî bi serkeftî bi dawî kiriye û bûye gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me ku 2 salan li qada Qendîlê gerîlatî kir, fikirî ku li pêşberî zêdebûna êrîşên dijmin roj bi roj û şehadeta hevrêyên me yên di van êrîşan de teqez divê di van çeperên berxwedanê de li kêleka hevrêyên xwe be. Ji bo vê jî gelek pêşniyar kirin û bi israr çû herêmên ku şer lê dijwar bû. Hevrêyê me yê ku di encama van israran de derbasî herêma Zapê bû, li gelek herêmên Zapê çalakiyên gerîla li dar xist û kedeke mezin da. Ji avakirina çeperên şer bigire heta hemû xebatên binesaziyê di gelek xebatan de cih girt û di hûnandina xeta berxwedanên dîrokî yên mijara destana ye de, kedek mezin da. Hevrê Raman, yek ji hevrêyên yekem ên ku bersiv da êrîşên di sala 2021'an de li dijî herêma Zapê ku gelek pêve girêdayî bû û bi salan ked da bû. Hevrêyê me beşdarî gelek çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû û di avakirina Zapê keleha berxwedanê de xwedî mîsyoneke girîng e. Hevrêyê me Raman ku bi cesareta xwe ya di çalakiyan de û bi şêwazê şerê fedaî ku pêşengî ji hemû hevrêyên xwe re dikir, bi tevlîbûna xwe ya fedakar, kedkar, rast û bi dilnizmî hem di jiyanê de hem jî di şerê xwe de bi ser ket û bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak.

DILDAR ROJAVA

Hevrêyê me Dildar li bajarê Reqayê yê Bakur-Rojhilatê Sûriyê, di malbateke ji eşîra Şêxî ya welatparêz de ji dayik bû. Malbat û xizmên hevrê Dildar ji salên 1990’î ve ji dema Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku di pêşengiya partiya me PKK’ê de pêş ket, di bin bandora têkoşîna me de ne û di nava refên Partiyê de tevlî têkoşînê bûne. Di destpêka salên 1990’î de zarokên mamê wî tevlî nava refên gerîla dibin û hevrêyê me Şehîd Salih di sala 1992’an de di nava refên ARGK’ê de şehîd dibe. Di malbat û derdoreke wiha welatparêz û hêja de mezinbûna hevrêyê me Dildar kir ku partiya me PKK’ê ji nêz ve nas bike. 

Hevrê Dildar ku 13 salan di dibistanên sîstemê de xwend û firsend dît ku di nava sîstemê de bi rihetî bijî, li hemberî komkujiyên çeteyên DAÎŞ'ê yên di dema êrîşa li ser Kobanê de li dijî gelê me pêk anîn, bi hêrsek mezin di çeperên berxwedanê de cih girt. Di şer de carekê ji çavê xwe birîndar bû, lê bi îrade û azweriyeke mezin a têkoşînê careke din cihê xwe di çeperan de girt û mil bi mil bi hevrêyên xwe re têkoşîna xwe domand. Di Berxwedana Serdemê ya Kobanê de ku ji bo gelê me û tevahî mirovahiyê pêvajoyeke dîrokî ye û tu carî di bîra mirovahiyê de nayê jibîrkirin, weke ciwanekî Kurd erk û berpirsyariyên xwe yên ji bo azadiya gelê me bi cih anî. Hevrêyê me Dildar ê ku piştî Berxwedana Kobanê ya dîrokî li gelek qadan xizmet kir, bûye xwedî şansek ku bi dehan şervanên Apoyî yên ku di têkoşîna azadiya gelê me de cih girtine nas bike. Ji bo bîranîna hemû şehîdên me yên şoreşê bi taybet van hevrêyên me û parastina nirxên ku di berdêla canê xwe de li ber xwe dane, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Dema ku tevlî nava refên gerîla bû, kete bin bandora jiyana gerîla ya pîroz ku bi zor û zehmetiyên mezin li çiyayên Kurdistanê hate afirandin. Her wiha sekna milîtaniyê ya xurt û têkiliyên hevrêtiyê yên vê jiyanê bala wî kişand, bû yek ji wan mijaran ku bandor lê kir. Hevrêyê me Dildar ji bo xwe bigihîne vê jiyana gerîla ya pîroz û têkiliyên wê yên hevrêtiyê, ji roja destpêkê ve bi fedakarî hewl da. Hevrêyê me ku ji aliyê leşkerî ve xwedî tecrûbeyên girîng bû, xwest ku şerê gerîla û taktîkên dema nû hîn bibe. Ji ber vê jî xwe da perwerdeyê, did emeke kurt de encama ked û hewldana xwe wergirt û bû milîtanekî Apoyî yê şareza. Di heman demê de hewl da di îdeolojiya Rêbertî de xwe kûr bike û bû xwedî kesayetiyeke xurt a milîtan. Dema ku dewleta Tirk a mêtinger sala 2021'ê li ser tevgera me dest bi êrîşên berfireh kir û bi her rêbazên li derveyî mirovahiyê xwest encamê bi dest bixe, hevrêyê me Dildar derbasî herêma Zapê bû, hîn di rojên destpêkê yên şer de rêbaza têkoşîn û şer diyar kir. Hevrêyê me li hemberî dijmin bi rêbaza fedaî û bêfikar têkoşiya, beşdarî gelek çalakiyan bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Bi tevlîbûna xwe ya bêteredut, wêrekî û fedakarî ya li van çalakiyan, hem barê hevrêyên xwe sivik kir hem jî bû çavkaniya hêzê ji wan re. Lewma li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hurmetê. Bi rêbaza xwe ya encamgirtinê ya li qada şer, bi hevrêtiya xwe ya dilnizm û bi sekna xwe ya biryardar a li milîtaniya Apoyî bû milîtanekî mînak di nava jiyanê de. Weke fermandarekî pêşeng ê Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê wezîfeyên xwe bêkêmasî bi cih anî û şehîd bû. Ji bo me şenseke girîng e ku bi hevrêyekî welê hêja li heman refên berxwedanê têkoşiyan. Em ê xwedî li bîranîna hevrêyê xwe Dildar derkevin û soz didin ku armancên wî pêk bînin.

ZANA AMED

Hevrêyê me Zana li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, di nava malbatek welatparêz de ji dayik bû. Ji derdora wî ya nêz gelek tevlîbûn û şehîd di nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de hebûn. Ev yek jî bû sedem ku hevrêyê me Zana hîna di temenê zarokatiyê de partiya me PKK’ê nas bike. Di salên 2010-2011’an de ku Şoreşa Azadiyê ya Rojava pêş ket û xebatên yekem ên rêxistinbûnê hatin meşandin, Tevgera hîn bêhtir nas kir. Di van pêvajoyan de hevrêyê me Zana di nava xebatên ciwanan de cih girt û bû xwedî tecrubeyên rêxistinî yên yekem. Bi pêşketina Şoreşa Azadiyê ya Rojava hevrêyê me tevlî xebatên parastina cewherî bû û di parastina gelê me de cih girt. Piştre dîsa li qada leşkerî û di erkên cuda de cih girt. Bi her erkê ku girtî ser milê xwe, li ser bingehê cidiyetek mezin û serkeftinek teqez nêz bûye û serkeftî bûye. Her çiqasî ku di nava şoreşê de xwedî pratîtek serkeftî bû, ber û dilê wî timî li ser çiyayên Kurdistanê û gerîla bû. Hevrêyê me Zana xwest bibe ji lehengên ku di temenê zarokatiyê de guhdarî çîrokên wan dikir. Sala 2017’an çiyayên Kurdistanê dît ku pir mereq dikir û tevlî nava nava refên gerîla bû ku hêvî û garantiya jiyana azad a gelê me ye.

Her çiqasî ku di aliyê leşkerî û rêxistinî de xwedî tecrubeyek diyar be jî, ji bo fêrî jiyana çiyê bibe perwerdeya şervanên nû dît. Di vê pêvajoya perwerdeyê de bi tevlîbûna xwe ya bi xwestek û bi coş, di demek kurt de fêrî jiyana çiyê û gerîla bûye. Bi perwerdeyên ku dîtî, têkildarî jiyana azad lêhêrbûnên kûr kir û derbarê heqîqeta Rêbertî, şehîd û Partiyê bû xwedî zanist. Li ser vî bingehî weke armanc hilbijart ku bibe hevrêyek baş ê Rêbertiya me û ji bo vê yekê di jiyana xwe hemûyê de ked û hewldan daye. Di aliyê leşkerî de tecrubeyên wî yên diyar hebin jî, ji bo di taktîkên şer ên gerîla de kûr bibe perwerdeyên pisporiyê dît û bi serkeftinên xwe yên di van perwerdeyan de, kariye bibe gerîlayek ku ji bo erkên xwe yên dema nû pêk bîne. Di sala 2018’an de ku êrîşên dijmin herî dijwar bûn, bi biryardariyek mezin derbasî qada Zapê bû û li vir tevlî xebatên şoreşê bûye. Li dijî êrîşên dijmin ên li her aliyên welatê me li dijî gelê me dike û hewldana dagirkirina qadên azad bi hêrs bûye û ketiye wê baweriyê de ku divê teqez tola şehadetan bê standin. Lewma weke mîlîtanek Apoyî xwestiye ku erkên dikeve ser milê wî bêyî kêmahî pêk bîne û li qada Zapê tevlî gelek çalakiyên bû ku li dijî dijmin hatin kirin. Bi serkeftinên xwe yên di van çalakiyan de bawerî daye hevrêyên xwe û layiqê erkê fermandariya tîmê ku rêvebirê esas ê şerê me yê dema nû ye, hatiye dîtin. Weke fermandarek ku pêşerojê vaad dide, ji perwerdeyên hevrêyên xwe yên ku pêre têdikoşe heta performansa wan a di şer de, bi her tiştê wan re eleqeder bûye û ji bo her yek ji wan bibe kadroyên pêşeng kedek bê hempa daye. Hevrêyê me Zana li qada Zapê di amadekirina tunelên şer de kedek bê hempa daye û piştre ji taktîka tunelên şer ku her yek ji wan kelehek a berxwedanê ye bawer kiriye. Ji bo vê yekê şev û roja xwe kir yek û ked daye. Hevrêyê me Zana piştî qada Zapê li gelek qadên cuda yên Herêmên Parastinê yên Medyayê erk meşandiye û 21’ê Cotmeha 2021’an dema ku li ser erkê xwe bû, di êrîşa dijmin de şehîd bû û tevlî karwanên nemiran bû. Weke hevrêyê wî em ê ala berxwedanê ya ku hevrêyê me Zana dewrî me kirî, di şexsê wî de bi zanebûna ku em bibin layiqê hemû şehîdên xwe, hîn bilindtir bikin.”