HPG'ê 5 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn bi bîr anî

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, nasnameya 5 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê daxuyaniyeke nivîskî li ser malpera xwe ya înternetê weşand û 5 gerîlayên li Bestayê şehîd bûn bi bîr anî.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Artêşa TC a dagirker, 3'ê Mijdarê li herêma Bestayê bi hêzeke mezin a leşkerî û bi sedan kontrayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Roja 20'ê Mijdarê me agahiyên li ser nasnameya 13 hevalên xwe yên şehîd bûn eşkere kiribû. Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevalê me yê bi nasnav Doktor Şoreş û 4 şehîdên me, zelal bûn.

Nasnameya şehîdên me wiha ye:

Nasnav: Herekol Rêber
Nav paşnav: Rahmî Ayhan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Emîne-Suleyman
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

 

Nasnav: Şervîn Canşer
Nav paşnav: Zana Ulker
CiHê jidayikbûnê: Colemêrg
Dayik-Bav: Zubeyde-Mehmet Alî
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

 

Nasnav: Şoreş Negrîn
Nav paşnav: Şîrîn Akbaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Emîne-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

 

Nasnav: Têkoşîn Ararat
Nav paşnav: Kînem Demîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Kismet-Alî
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex

 

Nasnav: Ekîn Armanc
Nav paşnav: Emîn Akyuz
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Dayik-Bav: Şukriye-Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 15'ê Mijdara 2017 / Şirnex