HPG'ê 3 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê 3 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Em ê di nava têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranînên van hevrêyên xwe derkevin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 3 gerîlayên li Semsûrê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye:

"Di 7'ê Gulanê de li bejahiya gundê Rezip ê li navenda Semsûrê di êrişa hewayî ya artêşa TC a dagirker de hevrêyên me Bager Adar, Bezar Komagene û Sabrî Pîr şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sabrî Pîr

Nav paşnav: Zeynel Gozubuyuk

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Salîha-Abdulrahman

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Gulana 2020'an / Semsûr

Nasnav: Bager Adar

Nav paşnav: Gaffarî Yorûlmaz

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Ayşe-Fazil Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Gulana 2020'an / Semsûr

Nasnav: Bezar Komagene

Nav paşnav: Zeynel Alakûş

Cihê jidayikbûnê: Semsûr

Dayik-Bav: Guley-Halîl

Dem û cihê şehadetê: 7'ê Gulana 2020'an / Semsûr

Hevrê Sabrî Pîr sala 1980'î li bajarê Semsûrê yê Kurdistanê ji dayik bû, li nava çanda Elewîtiyê ya welatparêz mezin bû. Piştî ku mezin bû nakokiyên wî yên li hemberî sîstemê bêhtir der bûn û dest bi lêpirsînê kir. Her ku polîtîkayên zext, şerê taybet, komkujî, girtin û asîmîlasyonê yên modernîteya kapîtalîst a li ser gelê Kurdistanê dît, biryar da ku bibe fedayiyê vî gelî, bibe şervanek û milîtanekî Apoyî. Sala 2006'an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrê Sabrî Pîr ku biraziyê yek ji fermandarên me yên efsanewî Şehîd Sabrî (Hacî) Gozubuyuk e, tevî hevrê Mizgîn tevlî nava têkoşîna azadiyê bû ku Hezîrana 2019'an li Botanê şehîd bû. Li hemberî hovîtiya dijminekî welê bêsînor, di çarçoveya parastin û analîzên Rêbertî de bi tevlîbûneke milîtanî dest bi têkoşînê kir û bi îradeya xwe, bi mîsyona pêşengiyê û berpirsyariyê li her devera ku lê dima bi durustî, fedakarî û bêhesab bi rengekî çalak tevlî bû. Qîmet, hezkirin û hurmeta ku dida hevrêyên we li her wezîfe, sohbetê û cihê perwerdeyê ji dil bi germahiyê nîşan dida. Bi tecrûbe û danheviya xwe ya bi salan du caran derbasî xaka bakur bû. Bi vê kelecan û moralê li qada pratîkê bi roleke mezin a pêşengiyê rabû. Hewl da bibe hêjayî Rêbertî, şehîdan û gelê Kurdistanê û li ser vê bingehê ked da û bû gerîlayekî azadiyê, li Semsûr a ku lê ji dayik bû û mezin bû, şehîd ket. Bi pratîka xwe bû fermandar û şervanekî mînak û fedayiyê Rêber Apo.

Hevrêyê me Bager Adar sala 1992'an li Semsûrê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Dİ temenê ciwantiyê de tevgera PKK'ê û felsefeya Rêbertî ji nêz ve nas kir û polîtîkaya înkar, zext û tinekirinê ya dijmin a li ser gelê Kurd ji nêz nas kir. Hevrê bager ku biraziyê Huseyînan bû ku salên 1988 û 1994'an şehîd bûn, li ser şopa wan di sala 2011'an de ji Semsûrê tevlî nava refên Tevgera Azadiyê bû. Ji roja ku tevlî bû û pê ve hêza xwe hemû diyarî azadiya gelê xwe kir, di jiyana xwe ya şoreşgeriyê de li her qada têkoşînê wezîfeyên xwe bi serketin û performanseke mezin pêk anî. Hevrê Bager bi dilsoziya xwe ya bi Partiyê û şehîdan re, bi hezkirina xwe ya li gel û hevrêyên xwe her tim bandoreke kûr dikir. Hevrê Bager ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû heta dema şehîd ket, bi biryardarî, bi daxwaz û têkoşeriya xwe bû fermandarekî gerîla. Hevrê Bager ku navê fedakariyê bû, li Eyaleta Tolhildanê li dijî dagirkeran bi performanseke serketî derbên giran li dijmin xist û nîşan da ku di kîjan şert û mercî de dibe bila bibe li dijî dijmin divê têkoşîneke bê navber bê meşandin.

Hevrê Bezar Komagene di sala 1985'an de li Semsûr li nava qadeke welatparêz ji dayik bû. Di temenê xwe yê ciwantiyê de zilm û zexta li gelê Kurd dihate kirin dît û ti carî ev yek qebûl nekir. Ji bo karibe hîn bi çalak li dijî vê tevgere sala 2011'an cihê xwe li nava refên gerîla girt. Ji roja ku tevlî nava refên gerîla bû û pê ve bêfikar tevlî bû û wezîfe û berpirsyariyên xwe hemû bi rengê herî baş pêk anî. Hevrê Bezar ku ji nirxên xwe tawîz nedida, bi paqijî, fedakarî û kesayetiya xwe ya durust dihate naskirin û li nava hevalên xwe bû mînak. Li gelek qadên gerîla bi rengekî çalak wezîfe kir, wezîfeyên herî zehmet bêpirsgirêk bi cih anî. Li dijî dijminê ku hewl dide Kurdistanê parçe bike xwe kir fermandarekî şareza yê gerîla û ji bo li dijî dijmin di her şert û mercî de têbikoşe li refên pêş ên têkoşînê cih girt. Heta kêliya ku şehîd bibe bi dilsoziya xwe ya bi gelê xwe û êbertî re nîşan da ku jiyaneke milîtanî çawa dibe.

Hevrêyên me Sabrî, Bager û Bezar ku ji nava Semsûrê rabûn, li ser şopa Sabriyan, Huseyînan, Edîpan, Azîzan, Sîdaran, Mizgînan meşiyan û li ser vê bingehê ji bo hesab ji dijminê mêtinger bipirsin têkoşiyan, wê fedakariya wan a mezin neyê jibîrkirin. Em ê di nava têkoşîna xwe de her tim xwedî li bîranînên van hevrêyên xwe derkevin."