HPG'ê 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî

HPG'ê nasnameya 3 gerîlayên li Heftanînê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, ku wan bi şervaniya xwe rê û rêbaza gerîlatiya serdema nû nîşanî wan dane.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye:

"Di daxuyaniya xwe ya 27'ê Nîsanê de me ragihandibûn ku li herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Şehîd Şêxmûs çalakiyeke berfireh hatiye lidarxistin û di encamê de 9 leşker hatine kuştin û gelek alavên leşkerî hatine desteserkirin. Me ragihandibûn ku di vê çalakiyê de 3 hevalên me yên bi lehengî li dijî hêzên dijmin şer kirin şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Çekdar Amed

Nav paşnav: Fatîh Demîr

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Sevded-Abdullah

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Nîsana 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Mervan Amed

Nav paşnav: Ahmet Sûnar

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dayik-Bav: Vahîde-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Nîsana 2020'an / Heftanîn

Nasnav: Tolhildan Roza Botan

Nav paşnav: Mesût Aydin

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Gulê-Mehmet Alî

Dem û cihê şehadetê: 25'ê Nîsana 2020'an / Heftanîn

MERVAN AMED

Hevrê Mervan sala 1996an li Amedê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû û neçar ma li dibistana mayinde ya herêmê ku yek ji navendên asîmîlasyonê yên dewleta Tirk a dagirker e bixwîne. Lê belê hestên welatparêziyê yên di mejiyê hevrê Mervan de şîn bûn û berxwedana ku şahidî jê re kir, bandoreke mezin lê kir. Kiryarên asîmîlasyonê û zîhniyeta şoven a dewleta Tirk bi çavên xwe dît û bi gotina wî 'Bi felsefeya Rêbertî rûpelekî nû yê têkoşînê vebû' û li ser vê bingehê sala 2014'an tevlî nava refên berxwedanê bû. Di nava refên gerîla de bi ked, wêrekÎ, berxwedêriya xwe dihate naskirin û ji roja ku tevlî bû heta şehîd bikeve her wezîfe û berpirsyariya xwe bi serketineke mezin û baweriyeke kûr bi cih anî.

ÇEKDAR AMED

Hevrêyê me Çekdar sala 1996'an li Amedê ji dayik bû û di nava derdoreke welatparêz de mezin bû. Komkujî û zexta ku dewleta Tirk a faşîst li gelê me dikir bû sedem ku hevrê Çekdar rastiya xwe bibîne û di temenê ciwantiyê de tevgera azadiyê nas bike. Ji bo xwedî li mîrateya gel û şehîdan derkeve sala 2015'an tevlî nava refên gerîla bû. Bi perwerdeya xwe ya bingehîn di demeke kurt de guhertineke mezin di kesayetiya xwe de çêkir û bû milîtanekî fedayî yê PKK'ê. Ji bo gerîlatiyeke profesyonel û şareza, bê rawestand ked da û di rêbaz û taktîka gerîla de mohra xwe danî binê serketinên girîng.

TOLHILDAN ROZA BOTAN

Hevrê Tolhildan li navçeya Basa ya Şirnexê ji dayik bû ku dijmin li wê derê sîstema cerdevaniyê ya ku Kurdan bi Kurdan dide qetilkirin û xeta nokeriyê bi tundî lê ferz dike. Di temenekî biçûk de polîtîkayên dijmin ên dagirkeriyê nas kir. Li herêma ku lê bû li aliyekî xeta nokeriyê ya ku polîtîkaya tepisandinê ya dijmin qebûl kiriye, li aliyê din jî rastiya gelê welatparêz hebû ku bi rastiya PKK'ê re bû yek. Hîn di temenê zarokatiyê de bi biryar bû ku li ser xeta rûmet û berxwedanê bimeşe. Gerîlayên Kurdistanê yê bi heybet ku timî di xeyala wî de bû, jê re bû ronahî û bi lêgerîna xwe ya li jiyana azad her tim cewhera xwe parast. Bi dilsoziya bi xeyalên xwe yên zarokatiyê sala 2013'an dema ku xwendekarekî zanîngehê bû tevlî nava refên PKK'ê bû. Hevrê Tolhildan zanîbû ku bi kesayetiya tolhildanê dikare bersivê bide polîtîkayên înkar û tinekirinê yên hov ên dijmin. Bi vê hişmendiyê wezîfeyên xwe pêk anî û bû xwedî sekneke peşeng a mînak. Di demeke kurt de bi rastiya PKK'ê re xwe kir yek û li qadên cuda yên şer bi berpirsyariyê rabû. Hevrê Tolhildan zanîbû ku tola herî mezin a ji dijmin bê hilanîn bicihanîna felsefeya Rêber Apo di kesayetiya xwe de ye û bi vê têgihiştinê hewl da xwe di felsefeya Rêbertî de kûr bike, bi vî rengî bû xwedî kesayetekî fedayî û fermandarekî ciwan.

Hevrêyên me Mervan, Çekdar û Tolhildan li herêma Heftanînê ku qada dawî ya wezîfeya wan bû, bi şervaniyeke ku li jiyana wan dihat, perspektîfa taktîk û rêbaza gerîlatiya serdema nû pêşkêş kirin. Bi wêrekî û biryardariyeke mezin avêtin ser çeperên dijmin, îmha kirin û bi vî rengî gihîştin şehadetê.

Di serî de malbatên hêja yên şehîdên leheng em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê vê keda dîrokî ya şehîdên xwe bi ser bixînin."